‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’

  • rojane
  • 09:00 24 Gulan 2021
  • |
img

ANTALYA - Huseyîn Ayik ê di salên xwe yên ciwantiyê de neçar dimîne ku navçeya lê dijî terk bike, anî ziman ku ne pêkane ku mirov behsa hiqûq-edaletê bike û got: “Ev pergala dijminê mirov û Kurdan e.” 

Ji ber nêzîkatî û zextên dewletê yên li dijî pirsgirêka Kurd, bi taybetî di salên 1990’an de bi hezaran malbatên Kurd neçar man ku cih û warên xwe terk bikin. Bi avakirina komarê re, li ser erdnîgariya Andoliyê ku gelên hindikahiyê tune hatin hesibangin û pergaleke tekparêz hat ferzkirin, bi dehan serhildan rû dan. Di têkoşîna çand û nasnameyê ya gelê Kurd ku di dîrokek nêz de dest pê kir û 40 salin dewam dike de, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî, bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin û neçar man ku tevahiya jiyana xwe li sirgûnê derbas bikin.  
 
ZEXTÊN HÎZBÛL-KONTRA
 
Welatiyê 51 salî Huseyên Ayik ê di salên xwe yên ciwantiyê de rêyê rast ê tundiya dewlet û hêzên girêdayî dewletê dixebitin nas dike, piştî demekê neçar dimîne ku cih û warê xwe terk bike. Ayik ê qala jiyana xwe ya 30 salan a di sîrgûnê de derbas kir, li navçeya Farqînê ya Amedê hatiye dîtin. Ayikê li Farqînê mezin dibe, hez ji têkoşîna nasnameyê ya gelê Kurd dike û bi vê re xwedî ziman, çand û nasnameya xwe derdikeve. Di salên 1990’an de, li Farqînê, esker û polîs bi dehan car Ayik bin çav dikin, îşkenceyê lê dikin û bi gotina “Ji xwe wê Hizbûllbah te bikujin” wî serbest berdidin. Di pêvajoya ku kesên welatparêz ji aliyê Hizbûl-Kontra ve tên hedefgirtin de Ayik, ji ber êriş û zextan, neçar dimîne ku sirgûnê derveyî welat bike.  
 
JI BER ZEXTAN
 
Huseyên Ayik ê zewicî û 4 zarokên wî hene, derbarê serpêhatiya xwe de axivî. Ayik, diyar kir ku di sala 1992’yan de ji ber zextan koçî Ewropayê dike. Ayik ê piştî demek kurt malbata xwe ji dibe ba xwe, wiha behsa xwe kir: “Li Ewropayê, demek dirêj em di kampên penaberan de man. Li Ewropayê, hinek rehetir em dikarin bi nasnameya xwe bijîn. Em çand û nirxên xwe baştir dikarin biparêzin. Piştî 8 salan, bi malbatî em vegeriya welatê xwe Amedê. Di dawiya dawî de, min hemû talûkeyên kuştin û girtinê jî dan ber çavên xwe. Di sala 2000’an de, em li Amedê bi cih bûn. Heya demekê em li vê derê man. Dûre ji ber pirsgirêkên aboriyê, di sala 2003’an de me koçî Antalyayê kir. Min hemû zarokên xwe bi zanebûn çand, nirx û nasnameya wan mezin kirin.” 
 
‘PIŞTÎ ÇALAKIYA KURÊ MIN…’
 
Ayik, da zanîn ku kurê wî Mehmet Ayik di sala 2011’an de, bi armanca şermezarkirina zextên li ser têkoşîna nasnameya Kurd bendana xwe da ber agir û wiha pê de: “Kurê min li dijî êrişên li ser Kurdan çalakiya şermezarkirinê pêk anî. Kurê min Mehmet piştî têkoşîna jiyanê ya 8 rojan, jiyana xwe ji dest da. Dewletî piştî çalakiya kurê min, bi her awayî êrişî min kir. Di her qadê de xwestin me teslîm bigirin û dengê me qût bikin. Di sala 2015’an de, bi îdîaya ku min û hevjîna min li ser medya înternetê me propagandeya rêxistinê kiriye em girtin û şandin girtîgehê. Em 3 meh û nîvê di girtîgehê de man. Wê demê keçe min zanîngeh dixwend. Kurekê min jî li Îzmîrê di girtîgehê de bû. Kurekê min ê 7 salî di malê de bi tena serê xwe ma. Di şexsê malbata me de, xwestin civakê çav tirsandî bikin.” 
 
‘BÊ HIQÛQÎ KIRIN’
 
Ayik, da zanîn ku kurê wî yê mezin hîna jî di girtîgehê de ye û wiha bilêv kir: “Ligel ku nexweşiya wî girane jî, bi hincetên vikî vale di girtîgehê de digirin. Kurê min bi awayekê bêhiqûq girtiyen. 6 salin doza wî dewam dike. Ewil 3 salan girtî ma. Dûre hat berdan. Çend meh şûnde, cardin hincetek dîtin û girtin. Şahidekê nepen derbarî wî de îfade da. Lê di dîroka ku dibêjin ku şahidê nepen îfade daye de, kurê min di girtîgehê de bû. Bi awayekê aşkere, bêhiqûqiyê dikin. Bi taybetî vê yekê dikin.” 
 
‘EM DIXWAZIN ÇANDA XWE BIJÎN’
 
Ayik, dest nîşan kir ku ne pêkane ku behsa edalet-hiqûqê bikin û wiha bi dawî kir: “Bi hezaran salane, yên ku bi lîstokan dibin desthilatdar bi lîstokên cur bi cur faşîzma xwe dewam dikin. Hîtler çi kiribe, ev jî wê dikin. Ev pergal dijminên Kurd û mirovane. Yanî dijmîne hemû kêm netewane. Em jî mîna hemû gelên din dixwazin bi çand, ziman û nasnameya xwe bijîn. Ji ber ku em vê yekê dixwazin, em li Tirkiyeyê cih nabînin. Parazvanên mafên mirovan û demokrasiyê, li vî welatî yan tên girtin, an tên kuştin an jî tên sîrgûnkirin.” 
 
 
 

Sernavên din

27/05/2021
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin
13:50 Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin
13:37 Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
13:05 Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin
12:58 KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe
12:34 Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir
12:25 Doza rojnameger Karataş hat dîtin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:48 Di doza êrişa çekdarî de daxwaza ‘edaletê’
11:36 Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin
10:59 Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve
10:24 Rexmî biryara morkirinê jî avahiya ku bi kevîrên diziyê hatiye çêkirin dixebite
10:23 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e
09:18 4 kes tayînî HSK'ê hatin kirin
09:02 Ji ber bilêvkirina 'Birêz Ocalan' derbarê Hevseroka KCD'ê Guvenê de 2 îdianame
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 182'yemîn de dewam dike
09:02 Strana 'Dort Meşale' ya Grûp Îsyan Ateşî
09:02 Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere
09:02 Akademîsyenên aştiyê: Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire
09:02 Parêznameya wezaretê: Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî qanûna bingehîn e
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê
26/05/2021
23:40 Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê girtî Tîmûrtaş întihar kiriye
21:22 Îro 8 hezar û 738 kes bi Covîd-19'ê ketin
19:37 Waliyên Îzmir û Edeneyê çalakî qedexe kirin
19:24 Nûçegîhanê me Aslan ji girtîgehê derket: Em ê dest ji pîşeya xwe bernedin
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin
15:18 Dadgehê binçavkirina 16 kesên li Wanê 4 rojên din dirêj kir
15:04 Dadgehê 10 meh ceza li Dayika Aştiyê Tûran birî
14:56 Demîrtaş: Gelo qîmeta zarokên kurd tune ye?
14:42 Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan
09:53 Dikandarên jin ber têkçûnê ne
09:03 Bendava Devegeçîdiyê li ber çikandinê ye
09:01 Koma 37'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn
09:01 Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin
09:00 Li Colemêrgê di 6 salan de 11 kes hatin kuştin, kiryar nehatin cezakirin
09:00 Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!
09:00 Ayşîn 27 sal in winda ye: Dê rojekê derî lê bikeve û bavê min bê
09:00 Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'AN
08:59 768 parêzeran dest bi kampanyayê kir: Divê Ocalan dikaribe parêzerên xwe bibîne
25/05/2021
21:58 Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê
20:05 Îro 175 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 HDPê hilbijartinên HSK’ê şermezar kir û Lijneya Giştî terk kir
16:10 Binçavkirin protesto kirin: Em ê paş ve gav neavêjin
15:43 3 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
15:20 Wê di meha hezîranê de Konferansa Demokrasiyê were lidarxistin
15:08 Duh torosên spî îro pîqab: Nûçegîhanê me Tekay ku îstixbaratê wî binçav kir hat berdan
14:46 5 kesên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin binçavkirin
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê