25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome

  • rojane
  • 09:04 23 Gulan 2021
  • |
img
ENQERE - Dayika Aştiyê Munîbe Koç, ku 25 sal in ji bo aştiyê di nav her çalakiyê de cih digire got: "Divê têkoşîn tim berdewam be."
 
“Heger min têkoşînê nas nekirina, ez ê kor, lal û ker bûma. Lê min têkoşîn nas kir, çavên min û guhên min vebûn, bi zar û ziman bûm. Dêya min 8 mehan xwe sûcdar kir ji ber îşkenceya li birayê min hat kirin. Digot, ji ber ku min bi kurdî axifiye ev lê hatiye kirin û paşê mir. Ji lew re dêya min têkoşînê nas nedikir. Lê niha jin bi saya têkoşînê ji malê derdikevin. Dizanin xeta ne ya wan e, yê sûcdar dewlet e. A sûcdar pergal bû, ne dêya min. Sûcdar, pergala feodal bû." 
 
Ev gotin, ên Dayik Aştiyê Munîbe Koç in. Koç, ji sala 1980'yî ve li Enqereyê ye. Di sala 1956'an de li gundê Mûcûc ê Erdexanê hatiye dinê. Dayika 3 zarokan Koç, di 19 saliya xwe de zewiciye û di 20 saliya xwe de bûye dayik. Piştî 4 salên li Erdexanê berê xwe daye Stenbolê û li vir jî zarokek jê re çêbûe û piştî 9 mehên li vir koçî Enqereyê dike. Li Enqereyê ji be rku rewşa wan a aborî nebaş bûye, li vê derê dergevanî kiriye.
 
Lê piştî di sala 1980'yî de birayê wê tê girtin, jiyana wê bi temamî diguhere. Tevî 3 zarokên xwe gelek caran çûye Girtîgeha Erziromê, cem birayê xwe û ev çûn hatin heya sala 1991'î didome. 
 
DÊYA MIN XWE WEKÎ SÛCDAR HÎS KIR 
 
Wê demê herî zêde tiştên hatine serê dêya wê, bandor lê kirine. Koç ji bo vê got: "Dêya min diçe girtîgehê cem birayê min û bi kurdî diaxive. Wê kêliyê du esker li cem wan in. Gava bi kurdî diaxife, esker li ber çavên wê li birayê min dixin. Dêya min, tim digot ev bela min wisa bûye, ji ber ku min kurdî xeber da îşkence li kurê min kirin. 8 mehan bi şev û biroj ev tişt got. Axirê pençeşêr lê peyda bû û jiyana xwe ji dest da. Piştî mir, hema bibêje ez ketim dewsa wê. Ez tim çûm girtîgehê cem birayê xwe. Heya sala 1983'yan em çûn Erziromê û hatin. Paşê birayê min anîn Girtîgeha Eskîşehîrê." 
 
TÊKOŞÎN 
 
Birayê wê ji ber di sala 1989'an de li Eskîşehîrê dikeve greva birçîbûnê, wî sewqî Girtîgeha Aydinê dikin. Koç got: "Herî dawî gava em çûn, ji ber ku di greva birçîbûnê de bû nehat cihê hevdîtinê. Em li ber derî man. Paşê birayê min û girtiyên din bi zorê sewqî Aydinê kirin. Di rê de 2 girtî jiyana xwe ji dest dan. Em xizmên girtiyan çûn ber Girtîgeha Aydinê û me çalakî li dar xist. Çalakiya me 15 rojan dewam kir. Min bi vê çalakiyê têkoşînê nas kir. Min wê çaxê çapemenî, partiyê nas kir. Min nizanibû bê çi çi ye." 
 
BÛ DAYIKA AŞTIYÊ 
 
Piştî birayê wê di sala 1991'ê de tê berdan jî, têkoşîna xwe didomîne. Birayê wê di sala 1992'yan de û kurê wê jî di sala 2003'yan de tevli PKK'ê dibe. Koç, di sala 1996'an de tevli Înîsyatîfa DayikêN Aştiyê dibe û di sala 1997'an de cara ewil tê binçavkirin. Gava Koç tê binçavkirin, wê salê birayê wê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Piştî vê jiyana wê di nav têkoşîna ji bo aştiyê de derbas dibe. Koç got: "Êdî nedisekinîm. Wê çaxê min fêm kir bê jiyan çi ye. Çalakiyek li ku bûna ez li wir bûm. Me di sala 1997'an de çelengek danî ber konsolosekê. Niha nayê bîra min bê kîjan konsolos bû. Lê çalakiyek ji bo aştiyê bû. Ez jî çûm û hatim binçavkirin. Di binçavan de ji min re gotin, 'tu cara ewil tê binçavkir, tu yê careke din bê yan na?' Min jî got, 'heya aştî neyê, ez ê hê pir bêm vira.' Min ji bo aştiyê têkoşînê xwe domand." 
 
Koç, li hemberî hevjînê xwe û malbata wî jî têkoşiyaye û got: "Ji bo biçim çalakiyan, min û hevjînê xw eme tim şer dikir. Pirî caran min digot, 'diçim nexweşxaneyê' derdiketim û diçûm çalakiyê. Rojekê daxuyaniyek hebû, min jî rahişt zarokan û em çûn. Gava em vegeriyan, hevjînê min derî li me venekir. Em di paceyê re ktin hundir. Paşê hevjînê min jî tevî min tevli çalakiyan bû." 
 
BÛ NAMZET JI BO PARLEMENTERIYÊ 
 
Koç, demekê di HDP'ê de rêvebertî kiriye û di sala 2015'an de li Enqereyê bû namzeta HDP'ê ya ji bo parlementeriyê. Koç, ku her hefte tevli çalakiyên Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dibû, tevli çalakiyên Dayikên Aştiyê, tevli meş û daxuyaniyan dibû, niha li hevjînê xwe yê nexweş miqate ye. 
 
Koç got: Têkoşîn, divê tu carî nesekine. Divê em cesaretê bidin hev du." 
 
MA / Zemo Aggoz 
 

Sernavên din

27/05/2021
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin
13:50 Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin
13:37 Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
13:05 Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin
12:58 KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe
12:34 Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir
12:25 Doza rojnameger Karataş hat dîtin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:48 Di doza êrişa çekdarî de daxwaza ‘edaletê’
11:36 Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin
10:59 Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve
10:24 Rexmî biryara morkirinê jî avahiya ku bi kevîrên diziyê hatiye çêkirin dixebite
10:23 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e
09:18 4 kes tayînî HSK'ê hatin kirin
09:02 Ji ber bilêvkirina 'Birêz Ocalan' derbarê Hevseroka KCD'ê Guvenê de 2 îdianame
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 182'yemîn de dewam dike
09:02 Strana 'Dort Meşale' ya Grûp Îsyan Ateşî
09:02 Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere
09:02 Akademîsyenên aştiyê: Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire
09:02 Parêznameya wezaretê: Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî qanûna bingehîn e
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê
26/05/2021
23:40 Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê girtî Tîmûrtaş întihar kiriye
21:22 Îro 8 hezar û 738 kes bi Covîd-19'ê ketin
19:37 Waliyên Îzmir û Edeneyê çalakî qedexe kirin
19:24 Nûçegîhanê me Aslan ji girtîgehê derket: Em ê dest ji pîşeya xwe bernedin
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin
15:18 Dadgehê binçavkirina 16 kesên li Wanê 4 rojên din dirêj kir
15:04 Dadgehê 10 meh ceza li Dayika Aştiyê Tûran birî
14:56 Demîrtaş: Gelo qîmeta zarokên kurd tune ye?
14:42 Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan
09:53 Dikandarên jin ber têkçûnê ne
09:03 Bendava Devegeçîdiyê li ber çikandinê ye
09:01 Koma 37'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn
09:01 Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin
09:00 Li Colemêrgê di 6 salan de 11 kes hatin kuştin, kiryar nehatin cezakirin
09:00 Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!
09:00 Ayşîn 27 sal in winda ye: Dê rojekê derî lê bikeve û bavê min bê
09:00 Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'AN
08:59 768 parêzeran dest bi kampanyayê kir: Divê Ocalan dikaribe parêzerên xwe bibîne
25/05/2021
21:58 Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê
20:05 Îro 175 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 HDPê hilbijartinên HSK’ê şermezar kir û Lijneya Giştî terk kir
16:10 Binçavkirin protesto kirin: Em ê paş ve gav neavêjin
15:43 3 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
15:20 Wê di meha hezîranê de Konferansa Demokrasiyê were lidarxistin
15:08 Duh torosên spî îro pîqab: Nûçegîhanê me Tekay ku îstixbaratê wî binçav kir hat berdan
14:46 5 kesên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin binçavkirin
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê