Gunay: Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin

img

ENQERE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku ji bo Doza Kobanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin û ev tişt got: “Kesên ku hevî dikin HDP’ê bêdeng bikin, zû an dereng wê ji hêla vî gelî ve bên darizandin.”

 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapameniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zextên ku li dijî partiya wan tên meşandin û derbarê Doza Kobanê de ev tişt gotin: “Doza Kobanê doza kompasê ye. Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê ya roja me hatiye avakirin. Dixwazin HDP'ê li derveyî siyasetê bihêlin û wê bitepisînin. Ew hêvî dikin ku wê HDP'ê bidarizînin. Lê şaş in. Kesên ku hêvî dikin HDP'ê bidarizînin wê zû yan jî dereng ji hêla vî gelî ve bên darizandin. Kesên ku li ser derewan dadgeh ava kirine wê li dadgehên rasteqîn biçin ser sergoyên dîrokê."
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ 
 
Gunay, destnîşan kir ku sedema rewşa heyî ya li Tirkiyeyê polîtîkayên tecrîdê ne û wiha got: “Polîtîkayên xwe yên bêhiqûqî li bajar bi bajar, kuçe bi kuçe, mal bi mal li her derî belav dikin. Ji ber ku aştiyê, aramî û çareseriyê naxwazin dibêjin tecrîd. Lewre baş dizanin ku bi rabûna tecrîda li ser Ocalan re wê aştî bê vê axê. Daxwazên çalakerên greva birçîbûnê daxwazên rewa û hiqûqî ne. Daxwazên çalakgeran daxwazên me ne. Divê rayedar demildest gav bavêjin.”
 
‘DIVÊ SOYLÛ ÎSTIFA BIKE’
 
Di berdewamê de Gunay, da zanîn ku dewlet mafyayî bûye û derbarê şerê di navbera Serokê Mafyayê Sedat Peker û desthilata AKP’ê ev nirxand kir: “Tora kirêtiyê kut ê îfşakirin, tiştên ku em dibêjin piştrast dike.Ev pergal sûc hildiberîne. Pergaleke ku bi hiqûq û edaletê bi rê ve diçe tuneye. Ev jî dewletê radestî mafyayan dike. Ji ber delîl û îtîrafên ku tên kirin divê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû îstifa bike û li Dîwan Bilind bê darizandin. Bi êrişkirina HDP’ê hûn nikarin xwe paqij bikin.”
 
BANGA HILBIJARTINA PEŞWAXT
 
Gunay, bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilata AKP’ê û bi lêv kir ku desthilata AKP’ê pêşeroja xwe bi şer û pevçûnan ve girêdaye û bi van gotinan banga hilbijartina pêşwaxt kir: “Weke rêbazeke rêveberiyê şer kişandiye nav xaka Herêma Kurdistanê. Şer ji welat re hê zedetir mirin û têkçûna aboriyê tîne. Kesên ku şer li welat ferz dikin, çavkaniyên welat bi têkiliyê çete û mafyayê xerc dikin. Ji bo ku ev polîtîka bi dawî bibin û em têkoşîna xwe didomînin. Sebre gel jî ji bo şandina vê desthilatê nemaye. Ji ber vê em bang dikin ku di demeke herî kurt hilbijartina pêşwaxt pêk bê.” 
 
‘AVÊ WEKE ÇEK BI KAR TÎNE’
 
Herî dawî Gunay, têkildarî birîna avê ya ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Desthilata AKP’ê polîtîkayên xwe yên dijminane bi avê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne. Li dijî gel avê weke çek bi kar tîne û peymana ku îmze kiriye bin pê dike. Rexmî saziyên navneteweyî ji ber birîn avê rexne li desthilata AKP’ê kirine jî îro av weke çek tê bikarîn. Di vê pêvajya pandemiyê bêavhiştina gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”
 

Sernavên din

25/05/2021
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN
23/05/2021
20:47 Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran
20:11 Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:13 Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin
14:07 Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin
12:51 Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin
10:51 Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek
10:13 ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’
10:12 Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178'emîn de berdewam dike
09:04 Li Elkê sûlav û çem ziwa bûn
09:04 25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome
09:03 Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim
09:02 Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin
09:02 Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin
09:02 EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e
09:01 ‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk'
09:01 Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî
09:00 Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê
22/05/2021
21:47 Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir
20:59 Li quntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
20:56 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:12 Li Kercewsê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:58 Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê
15:27 ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî
15:27 ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş
15:16 Şewata li Cûdî vemirî
14:53 Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir
14:52 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan
14:29 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin
14:29 Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin
14:28 Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin
14:28 Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
13:33 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî