Dede: Kurd li ku derê dibin bila bibin tên lêxistin

  • rojane
  • 10:39 21 Gulan 2021
  • |
img

COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, diyar kir ku walîtî bûyerên kuştin û birîndarbûnê yên li ser sînor an diveşêre yan jî jê re “qilfekê” dibîne û got: “Dema mijar dibe Kurd, li kolanan, li malên xwe, di zeviyan de û li ser sînoran tên lêxistin û kuştin.” 

Li bajarê Colemêrgê ya dikeve sînorê Îran û Herêma Federe ya Kurdistanê, di encama gule berdana eskeran de, her roj bûyerên kuştin û birîndarkirinê yên nû rû didin. Çetîn Başer, Adem Kûyûmcû, Vedat Ekîncî û Şeralî Derelî yên ji ber gulebarandina eskeran jiyana xwe ji dest dan û Kerîmhan Zerender û Reşît Ekîncî yên birîndar bûn, tenê hin ji van bûyeran e. Walîtî, tevahiya van kuştin û birîndarkirinan weke “li gorî mewzûatê”, “gule pekiya” û “guleya berdan esman” di parêze. Ji ber vê, lêpirsînên derbarên van bûyerên wiha de jî, bi “neşopandinê” biencam dibin.  
 
TEDAWIYA WÎ DEWAM DIKE
 
Herî dawî li goma Çemêkurk a gundê Haci Bey a girêdayî navçeya Robarok a Colemêrgê, eskeran di 18’ê Gulanê de, gule berdan ciwanê 23 salî Şahap Şendol ê şivan û Celîl Ekîncî yê 17 salî û birîndar kirin. Welatî û xizmên birîndaran ên hatin cihê bûyer, her du kes rakirin nexweşxaneyekê Herêma Federe ya Kurdistanê. Şendol ê ji destê xwe birîndar bû û 2 tiliyên wî hatin jêkirin, ji nexweşxaneyê hat derxistin. Celîl Ekîncî yê ku birayê wî Reşît Ekîncî jî berê bi heman awayî hatibû birîndarkirin, heya niha 2 caran hatiye emeliyatkirin. Ekîncî yê  ji zikê xwe birîndar bû, hîna li nexweşxaneyê tê dermankirin. 
 
Bal kêşe ku ligel bi ser bûyerê re 3 roj derbas bûn jî, Walîtiya Colemêrgê hîna tu daxuyaniyek nedaye. dikkati çekiyor. 
 
DEDE: TU HIŞYARIYÊ NAKIN
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede yê ku dîmenên birîndarbûna Ekîncî û Şendol bi raya giştî re parve kir, kuştin û birîndarkirinên li ser xeta sînor nirxandin.
 
Dede, bal kişand ser rewşa Ekîncî û Şendol û wiha axivî: “Ekîncî yê birînda bû, piştî derbasî Herêma Kurdistana Federe dibe, di vegerê de, bi şivan Şendol re tên birîndarkirin. Hatin û çûyîn ser xeta sînor her tim hene. Agahiya esker û rayedaran jî ji vê yekê heye. Welatiyên li Robarokê dijî, piraniya xizmên wan li Başûrê Kurdistanê dimînin. Di heman demê de têkiliyên wan ên bazirganiyê bi hev re hene. Esker bêyî ku tu hişyariyekê bikin gule berdidin Celîl û Şahap. Celîl ji pişta xwe birîndar dibe û gule di singê wî re derdikeve. Esker wan heya nîv saetî bi vî awayî didin rawestandin. Ligel vê yekê esker heqaretê li wan dikin. Hêzên peşmergeyan û xizmên wan ên li derê, tên birîndaran dibin Hewlêrê.”
 
AMBARGOYA EWLEKARIYÊ 
 
Dede, da zanîn ku li ser xeta sînor “ambargoya ewlekariyê” li dijî welatiyan heye û wiha got: “Mirov bi awayekî rehet ne dikarin biçin zeviyên xwe û ne jî zozanên xwe. Li her derî qereqol û kalekol hene. Çavakaniya debara welatiyên navçeyê bazirganiya ser sînore. Êdî mirov nikarin çandinî û sewalkariyê bikin. Dem bi dem xendek tên kolandin. Mirov ji bo debara xwe bikin, neçar dimînin ji Iraqê çay, şekir û cixareyan bînin û bi firoşin. Agahiya her kesî ji vê rewşê heye. Esker 50 metre dûr guleyan berdidin. Dikarîbûn van kesan bi hişyariyê jî rawestînin. Lê dema mijar dibe Robarok û Kurd, esker û polîs bi awayekê pir rehet tevdigerin. Mînak li sînorê Yunanîstanê tu kes nayê kuştin û birîndar kirin. Ji ber ku Kurd li wê derê tune ne. Lê li vê herêmê cot standardiyek mezin heye. Bi awayekê pir aşkere dibêjin ku dijminin Kurdan e. Dema mijar dibe Kurd, li kolanan, li malên xwe, di zeviyan de û li ser sînoran tên lêxistin û kuştin."
 
MA / Dîndar Karataş
 

Sernavên din

25/05/2021
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN
23/05/2021
20:47 Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran
20:11 Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:13 Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin
14:07 Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin
12:51 Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin
10:51 Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek
10:13 ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’
10:12 Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178'emîn de berdewam dike
09:04 Li Elkê sûlav û çem ziwa bûn
09:04 25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome
09:03 Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim
09:02 Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin
09:02 Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin
09:02 EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e
09:01 ‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk'
09:01 Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî
09:00 Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê
22/05/2021
21:47 Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir
20:59 Li quntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
20:56 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:12 Li Kercewsê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:58 Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê
15:27 ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî
15:27 ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş
15:16 Şewata li Cûdî vemirî
14:53 Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir
14:52 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan
14:29 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin
14:29 Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin
14:28 Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin
14:28 Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
13:33 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî