Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin

  • rojane
  • 09:00 21 Gulan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Malbatên girtiyan xwestin tecrîda li Îmraliyê û operasyona derveyî sînor bidawî bibin û gotin: "Heger deriyên Îmraliyê bên vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin." 

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bidorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 175'an de didomin. Malbatên girtiyan, bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê û operasyona derveyî sînor a Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) dan ku ji 23'yê Nîsanê ve li Zap, Avaşîn û Metînayê didome. 
 
'ARMANC KOMKUJÎ YE' 
 
Dayika 2 girtiyan Nermiye Îverendî, anî ziman ku kengî tecrîd dibe xebera mirinê û kuştinê zêde dibe û got: "2 zarokên min girtî ne. Ji roja ku hatine girtin heya niha gef li wan tên xwarin û tahde li wan tê kirin. Ev êrîş di şexsê girtiyan de, li tevahiya welat belav bûye. Li dijî van êrîşan dest bi grevên birçîbûnê kirin. Pêwîst e ku dewlet guh bide daxwazên wan û daxwaziyên wan demildest pêk bîne. Dema ku daxwazên girtiyan pêk hatin, ev şer, pêvçûn, kuştin û girtin jî wê bisekinin. Bila vê tecrîdê bi dawî bikin. Ji roja ku tecrîd giran bûye, pêvajoya şer jî dest pê kiriye. Îro operasyonên li dijî Avaşîn, Zap û Metinayê encamên tecrîdê ne. Bi dagirkirina xaka welatekî din, pêşketin çênabe. Li gel destpêkirina operasyonê li herêmê bi dehan gund hatin bombebarankirin û sivîl tên kuştin. Van sivîlan jî weke PKK'yî nîşan didin. Tu karê dewleta tirk li başûr nîne. Bila daxwazên girtiyan pêk bînin ku Tirkiye aram bibe. Zarokek min di pêvçûnan de jiyana xwe ji dest da, zarokek min ji ber zext û gefên dewletê welat terk kir û du zarokên min jî niha di girtîgehê de ne. Dewletê ew qas tişt anîn serê min, lê dîsa jî ez dibêjim aştî. Kurê min şehîd ket, bila zarokeke din nemire. Dibêjin ji bo ku PKK'ê tune bikin me ev operasyon dan destpêkirin. Lê derewan dikin û mesele jî ne ew e. Armanca dewleta tirk ew e ku komkujiyên ku li Cizîr, Sur, Nisebîn û Geverê dan destpêkirin, li Başûr temam bike. Operasyon, kuştin, girtin û şer encax bi rakirina tecrîdê wê bên sekinandin."
 
'LI DIJÎ HEBÛNA KURDAN DAN DESTPÊKIRIN' 
 
Hacer Yîgît ku kurê wê Zekî Yîgît 13 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê de ye, diyar kir ku mifteya aramiyê li Îmraliyê ye û heger tecrîd ranebe wê encamên wê giran bin û got: "Kurê min ev 13 sal in di girtîgehê de ye. Daxwaziya wan azadkirina gelê kurd e. Lê dewleta tirk bi girankirina tecrîdê dest bi operasyonan kir. Heger îro deriyên Îmraliyê vekirîbana, îro zarokên xelkê nedihatin kuştin. Lê dewleta dagirker ji xwînrijandinê û  ji dagirkirina xaka kurdan têr nabe. Ev operasyon, ne tenê meseleya gerîlayan e. Ma gerîla zarokên kê ne, ma qey ji asîmanan hatine? Gerîla zarokên kurd in û ji bo azadiya gelê xwe tedikoşin. Bila hemû kurd bizanibin ku heger îro pariyek nan dixwin, bi xêra tekoşîna ku îro tê dayîn dixwin. Hîn ku komkujiyeke mezin pêk nehatiye, bila demildest vê operasyonê bidin sekinandin. Ev operasyon li dijî hebûna kurdan hatiye destpêkirin. Bi van operasyonan ew ê nikaribin kurdan tune bikin. Çi qas ji destê wan tê bila bikin, kurd xelas nabin. Çavên me li rêya dûr in. Me zarokên xwe di nav tunebûnê de xwedî kirine. Em naxwazin xebera mirina zarokên xwe bistînin." 
 
'TECRÎD PÊŞÎ LI BER ŞER Û MIRINÊ VEDIKE'
 
Behîce Sakman ku hevjînê wê Mutalîp Sakman di dema qedexeya derketina derve de li Sîlopyayê hatiye girtin, anî ziman ku girankirina tecrîdê zirar dide gelên Tirkiyeyê û wiha got: "Hevserê min ev 6 sal in di zindanê de ye. Zext û zoriyên li ser girtiyan pir in. Bi salan in dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe. Ji bo bidawîkirina tecrîdê jî çalakiyên dîrokî pêk tînin. Lê mixabin dewlet naxwaze vê berxwedanê bibîne û paş guh dike. Dibe ku di girtîgehan de cenazeyên wan ji me re bê. Em ji vî tiştî pir ditirsin. Bila dewlet êdî bes xwe ker û lal bike. Rewşa Tirkiyeyê di xetereyê de ye. Di milekî de operasyonê dide destpêkirin û ji milekî ve jî gelê xwe di bin tecrîtd de dihelîne. Em naxwazin, êdî dayîk hêsiran bibarînin. Li şûna operasyonan bila tecrîdê bi dawî bikin. Ev tecrîd ne tiştekî mirovî ye û li dijî însanetiyê ye. Girankirina tecrîdê pêşî li ber şer û mirinê vedike. Em naxwazin ne gerîla ne eskerne jî polîs bên kuştin.  Tenê çareserî, rakirina tecrîdê ye. Kengî ku guh dan daxwazên girtiyan wê çaxê ev alozî jî wê bi dawî bibin." 
 
'ŞÛNA ŞER GUH BIDIN DAXWAZÊN GIRTIYAN' 
 
Merhan Ayaz ku keça wî Aynûr Ayaz 24 sal in girtiye, bilêv kir ku heta ku daxwaziyên girtiyan neyên qebûlkirin wê li Tirkiyeyê alozî bi dawî nebin û got: "Zext û êrîşên li ser girtiyan tu caran bi dawî nebûn. Em dixwazin edelet pêk were. Bila êdî bes zilmê bikin. Xweşî ji nexweşiyê çêtir e. Bila êdî bes nexweşî zêde bibe. Em hêvî dikin ku çareseriyê pêk bînin. Heger bixwazin dikarin xweşiyê bînin. Keça min 24 sal in di girtîgehê de ye. Heta niha sirgûnî 6-7 girtîgehan kirine. Heta kengî wê vê zilmê berdewam bikin? Em bang li komeleyên mafên mirovan dikin, bila li hemberî vê zordestiyê bêdeng nemînin û çareseriyekî bibînin. Em jî wekî her mirovekî daxwaza azadiyê dikin. Lê belê li gorî wan tu mafê kurdan li ser erdê dinê tune ye. Zilm, heqeret û xwînrijandin bes e. Ma heta kengî em ê di bin zilmê de bin? Ev çend sal in em zarokên xwe nabînin. Daxwaziya wan ev e ku ev zilm, kuştin û mirin xelas bibin. Daxwaziyên wan daxwaziyên me ne û bila li şûna şer guh bidin girtiyan." 
 

Sernavên din

25/05/2021
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN
23/05/2021
20:47 Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran
20:11 Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:13 Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin
14:07 Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin
12:51 Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin
10:51 Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek
10:13 ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’
10:12 Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178'emîn de berdewam dike
09:04 Li Elkê sûlav û çem ziwa bûn
09:04 25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome
09:03 Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim
09:02 Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin
09:02 Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin
09:02 EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e
09:01 ‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk'
09:01 Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî
09:00 Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê
22/05/2021
21:47 Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir
20:59 Li quntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
20:56 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:12 Li Kercewsê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:58 Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê
15:27 ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî
15:27 ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş
15:16 Şewata li Cûdî vemirî
14:53 Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir
14:52 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan
14:29 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin
14:29 Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin
14:28 Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin
14:28 Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
13:33 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî