Ahmet Tîrgîl: Muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e, bi muzîkê mirov hev du fêm dikin

img
AMED - Muzîkjen Ahmet Tîrgîl ku di pêvajoya pandemiyê de li ser medyaya sanal ji xwe re dikek ava kiriye, anî ziman ku mirov bi muzîkê ji hev fêm dikin û muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e. 
 
Ahmet Tîrgîl, gava xwendekarê lîseyê bûye ji xwe re tembûrek stendiye û bi vî awayî daxilî nav muzîkê bûye. Niha her kes wî bi kemana wî nas dike. Tîrgîl, di pêvajoya pandemiyê de li ser medyaya dîjîtal ji xwe re dikek ava kiriye û projeyên xwe yên bi navê "Bir +" ve "With X" bi rê ve dibe. 
 
Tîrgîl ku dema xwendekarê lîseyê bûye li ber destê muzîkjen Alî Ozalap hînî tembûrê bûye û ji wê çaxê ve muzîk dibe perçeyek jiyana wî. Di sala 1999'an de gava diçe Beşa Mamostetiya Muzîkê ya Zanîngeha Tenîkî-ê ya Karadenîzê, muzîka klasîk û keman jî daxilî nav jiyana wî dibin. 
 
Tîrgîl got: "Piştî min muzîka klasîk nas kir, hin tişt guherîn. Dîtin û nêrîna min a ji bo muzîkê, têkiliya min a bi entrumaneke nû re û wexta ku diviyabû min ji bo enstrumana xwe terxan bike guherî. Paşê zûzûka rojê 10 saetan bi enstrumanê xebitîm. Min dev ji Zanîngeha Teknîkê ya Karadenîzê berda û cardin ketim ezmûnê. Min ezmûna qebîliyetê ya Zanîngeha Marmarayê derbas kir û min li wir dest pê kir. Piştî hatim Stenbolê, serkemanjenê Baleya Operasyê ya Dewletê ya Stenbolê Oleksandr Samoylenko bi taybdetî dersên kemanê dan min." 
 
'DÎTINA MIN GUHERÎ' 
 
Tîrgîl, bilêv kir ku li Stenbolê tenê dersên enstrumanê negirtine, li vê derê derfeta ku li Hêwana Konserê ya Cemal Reşît Rey konserên vîrtuozên navdar ên cîhanê bişopîne jî bi dest wî ketiye. Tîrgîl, anî ziman ku piştî ku Metîn Kemal Kahraman jî nas kiriye dîtina wî ya derbarê muzîkê de pir guheriye, ji lew re xebata bi birayên Kahraman re dîtina wî ya muzîkê, dîtina wî ya derbarê dîroka cîhanê, gelan û dîtina wî ya di warê bîr û baweriyan de jî guherandiye. 
 
HÊZA PÊKHÊNER A MUZÎKÊ 
 
Tîrgîl got: "Bi piranî em navên wekî Muzîka Gel a Tirk, Muzîka Gel a Kurd li hin muzîkan dikin. Lê belê Kemal Kahraman vê yekê wekî 'muzîka cografyayê' pênase dike. Ev tiştekî girîng e."
 
Tîrgîl, anî ziman ku bi muzîkê mirov hev du fêm dikin û got: "Fêmkirina muzîka zimanekî ku tê pê nizanî, meraqekê li te peyda dike û ev meraq te ber bi fêrbûna wî zimanê ve dibe. Lewma ez wisa difikirim ku huner unsûreke pêkhêner û xwedî hêzeke pêkhêner e. Heya min Metîn Kemal Kahraman nas nekiribûn, min derbarê zaza û elewiyan de bi tu tiştî nizanibû." 
 
'DERSIM CIHEKÎ TAYBET E' 
 
Tîrgîl ku bi salan li Dersimê maye û li vir bi muzîkê re eleqedar bûye, anî ziman ku beriya salên 2000'î di stranan de navê Dersimê wekî Mêrsîn fêm kiriye û got: "Ez li Erziromê çêbûm. Heya 5 saliya xwe li wir mam. Paşê çûm herêma Behra Reş. Malbata min li wir bû. Heya 18 saliya xwe li Behra Reş mam. Haya min ji Dersimê tune bû. Lê çawa çûm wir, min hez jê kir. Cihekî pir taybet e. Xwezaya wê, helwesta mirovên wê, pir taybet e." 
 
Tîrgîl, bibîr xist ku piştî ku li Tirkiyeyê cardin şer dest pê kiriye akademîsyenên aştiyê, endamên sendîkayê daketine kuçeyan û doza aştiyê kirine û piştî vê hedef hatine girtin û gelek ji wan hatine îexrackirin û cezakirin. Tîrgîl, diyar kir ku di vê pêvajoyê de îstifa kiriye û çûye Almanyayê. 
 
'GEŞEDANÊN POLÎTÎK BANDORÊ LI HUNERÊ DIKIN' 
 
Tîrgîl, destnîşan kir ku geşedanên polîtîk bandorê li hemû xebatên hunerî dikin û got: "Ji kesê ku ji Amedê telefonî min dike, dibêjim 'berhemeke kurmancî hilbijêre, em li ser wê bixebitin.' Ew jî ji min re dibêje, na mamoste, ez straneke Neşet Ertaş bibêjim dê çêtir be. Mirov êdî ditirsin guh li axaftineke bi kurdî bikin." 
 
PÊVAJOYA PANDEMIYÊ 
 
Tîrgîl, anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de di navbera hebûna li Tirkiyeyê û Almanyayê de ferqek mezin heye, ji lew re rayedarên Tirkiyeyê IBAN'ê didin û doza pereyan dikin, lê li Ewropayê berpirsiyarên dewletê muzîkjen jî di nav de baş alîkariya xebatkaran dikin. 
 
Tîrgîl, bilêv kir ku li Tirkiyeyê nasnameya muzîkjeniyê û statuya muzîkjenan tune ye. 
 
DI MEDYAYA SANAL DE DIKEK AVA KIR 
 
Tîrgîl, anî ziman ku beriya pêvajoya pandemiyê pêwendiya wî ya bi qenalên medyaya sanal re kêm bûye û ji ber konserên wî zêde bûne nikaribûye qenaleke youtubeyê çêbike. Tîrgîl, diyar kir ku lê piştî pandemiyê ji ber ku di mal de bûye, hewl daye hejmara şopînerên xwe zêde bike û got: "Bêyî portalên wekî youtube û instgramê ne mimkun e. Ji lew re gava tu bixwazî konserekê li dar bixî, wê li ser medyaya sosyal bi deh hezaran kes guhdar bikin. Min jî hewl da hin tiştan bikim. Ewilî min projeya 'Bir +' da destpêkirin." Tîrgîl, anî ziman ku piştî vê projeyê projeya bi navê 'With X' daye destpêkirin û got: "Dê di vê projeyê de kesên nas ên wekî Sakîna Teyna, Cem Dogan hebin. Dê kesên dengxweş ku em wan nas nakin jî hebin." 
 
MA / Dîcle Muftuoglû

Sernavên din

25/05/2021
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN
23/05/2021
20:47 Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran
20:11 Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:13 Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin
14:07 Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin
12:51 Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin
10:51 Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek
10:13 ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’
10:12 Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178'emîn de berdewam dike
09:04 Li Elkê sûlav û çem ziwa bûn
09:04 25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome
09:03 Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim
09:02 Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin
09:02 Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin
09:02 EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e
09:01 ‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk'
09:01 Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî
09:00 Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê
22/05/2021
21:47 Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir
20:59 Li quntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
20:56 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:12 Li Kercewsê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:58 Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê
15:27 ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî
15:27 ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş
15:16 Şewata li Cûdî vemirî
14:53 Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir
14:52 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan
14:29 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin
14:29 Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin
14:28 Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin
14:28 Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
13:33 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî