Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve

  • rojane
  • 09:05 17 Gulan 2021
  • |
img

ENQERE - Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin, diyar kirin ku berxwedanek ku li cîhanê deng veda û hêz da her kesî li Tirkiyê bûye mijara darizandinê û çawa ku li Kobanê berxwedan û piştevanî bi ser ket wê îro jî ev berxwedan û piştevanî bi ser bikeve. 

Danişîna duyemîn a Doza Kobanê Hevserokê Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin wê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê were lidarxistin.
 
Beriya danişînê Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel, Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata û Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay ku girtî ji dozê tên darizandin derbarê dozê de pirsên ajansa me bersivandin. 
 
‘DOZ BI FERMANÊN SIYASÎ HATIYE VEKIRIN’ 
 
Sebahat Tuncel wiha got: “Îqtidara faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze bi vê dozê tolê ji me hilde. Dixwaze siyaseta kurd di bin zextan de bihêle û bitepisîne û siyaseta demokratîk ji holê rake. Dixwazin tola berxwedana gel û jinên Kobanê ji me bigirin. Yên ku piştevaniyê didin çeteyan îro me didarizînin. Doza Kobanê bi fermana Tifaqa Komar hatiye vekirin. Dosyeya Kobanê ne tu dosye ye.
 
Em pir eşkere dibînin ku daraz bi awayek demokratîk û adilane darizandinê pêk nayne. Li ser fermanan darizandinê pêk tîne. Bi salan e siyasetmedar3en kurd bi darizandinên wiha re rûbirû ne. Bi salan e em li dijî vê helwestê têdikoşin, li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Heta ku em azadiyê pêk bînin. Li dijî me siyasetmedarên kurd tam jî hiqûqiyek dijmanen tê birêvebirin. Li dijî me jinên siyasetmedar hiqûqek dijmanen a taybet tê birêvebirin. Destkeftiyên jinan di armancê de ye. Dixwazin destkeftiyên jinan tarûmar bikin.”
 
DIJDERKETINA DAIŞ’Ê KIRINE MIJARA DOZÊ 
 
Piştî 6 salan dijderketina DAIŞ’ê kirin mijara darizandinê. Kobanê ji bo tevahiya dinyayê bû hêvî. Lê Tirkiye piştevaniya DAIŞ’ê kir. Tevahiya dinyayê gelê kurd û jinên kurd li ser pêya silav kirin û ji wan re li çepikan dan. Ji gelê kurd re spasî hatin kirin. 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê ragihandin. Lê îqtidara AKP’ê dijderketina DAIŞ’ê û piştevaniya gelê Kobanê kir mijara darizandinê. 
 
BERXWEDAN WÊ BI SER BIKEVE 
 
Berxwedana Kobanê pilanên AKP’ê yên li ser herêmê jî xera kir. Deriyê axa Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ’ê ku sûc dikin re vekir. Li gelê kurd jî deriyên zindanan û dadgehan vekir. Ez vê yekê jî ji gelê me re berdidim. Lê çawa ku li Kobanê berxwedan û piştevanî bi ser ket, wê îro jî berxwedan û piştevanî bi ser bikeve.” 
 
‘DARIZANDINA ME WÊNEYÊ HEQÎQETÊ YE’ 
 
Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay jî wiha got: “Hiqûq tune ye. Em bi hiqûqek vikûvala re rûbirû ne. Darazek adilane, bêalî û serbixwe nîne. Darizandina me wêneyê heqîqetê ye. Şandeya dadgehê di nava qilqaliyê de ye. Wek kaptanên xişîm ên keştiyê ne. Bi awayek mîsyona taybet vê dozê çêkirine û li dora me xelekek darizandinê çêkirine. Di vê dozê de nêzîkatiya îqtidarê ya ji bo pirsgirêka kurd jî xwe dide nîşandan. Bi Doza Kobanê dixwazin tola hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an ji me hildin. Ev doz dozek siyasî ye. Tiştek di hiqûq û dariza Tirkiyê de neguherî ye. Tenê tişta ku guherî ye ewyanên danişînê ne. Di qesrên edaletê yên îqtidara AKP’ê de qesr hene lê edalet nîne. Meriv nikare behsa edaletê bike. Heqîqeta parastin û berxwedana Kobanê bûye mijara dozê. Kobanê hemû pilan û hevsengiyên AKP’ê hilweşand. Ji ber vê yekê me didarizînin.” 
 
'BERXWEDANÊ KIRINE MIJARA DOZÊ’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata jî wiha got: “Ji bo Doza Kobanê dadgehek taybet hatiye erkdarkirin. Ev yek jî wê bandorê li ser pêvajoya darizandinê bike. Doz bi sedemên siyasî hatiye vekirin. Ji bo heqîqet derkeve holê wê gotinên me jî hebin. Ji bo heqîqeta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê derkeve holê çi ket ser milê me, em xebitîn. Berxwedana Kobanê ku bûye mijara dozê di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye. Ev rastî jî ji aliyê tevahiya dinyayê ve tê zanîn.” 
 
MA / Zemo Aggoz 
 

Sernavên din

17/05/2021
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî
21:20 Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand
21:02 Rêveberên HDP'ê serbest hatin berdan
20:48 236 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:36 Sancar: Feqîrî pirsgirêkek hevpar a Tirkiyê ye
20:17 Baroya Êlihê: Tundiya polîsan nayê qebûlkirin
17:12 Gundiyan bi dîmen Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
16:24 Polisan rêveberê HDP’a ji ber daleqandina pankarta greva birçîbûnê binçav kirin
16:09 İHD: Bila girtiyê nexweş Ekîm Polat tehliye bibe
15:28 ÎHD: Girtiyê nexweş Aladag terkî mirinê kirin
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir