‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’

img
RÎZE - Şêniyên herêma Geliyê Îşkencedere ya girêdayî navçeya Îkîzdereyê diyar kirin ku bi çêkirina kana keviran re wê ava gundê wan tune bibe û gotin: “Em daristana xwe ji dewletê diparêzin.” 
 
Li Geliyê Îşkencedere ya girêdayî navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê ji aliyê Înşata Cengîz ve tê xwestin kana keviran were çêkirin. Welatiyên wê deverê hefteyeke li dijî hewldana çêkirina kana keviran li ber nobet digirin. Yek ji deverên cîhanê ye ku divê were parastin. Ji roja ku makîneyên kar ketin gelî xelkê wê derê jî xwestin asteng bikin. Leşker ji welatiyan re asteng derdixin lê tevî hemû hewldanan jî welatî li ber xwe didin. 
 
Şêniyên gundê Cevîzlîk bertek nîşanî hewldana çêkirina kana keviran dan. 
 
'DARISTANÊN ME PERÎŞAN KIRIN’ 
 
Pervîn Baş got bi rojane ji bo parastina av, ax û darên xwe li ber xwe didin û ji ber vê neheqiya li wan tê kirin perîşan bûne. Baş anî ziman ku ew naxwazin kana keviran were çêkirin û heke ava wan ji destê wan biçe ew ne tiştek dikarin bixwin û ne jî vexwin. Baş diyar kir ku xwediyên wê deverê ew in û daristanên wan perîşan kirine û ew ji vê rewşê re dibêje êdî bes e. 
 
'EM GUNDÊ XWE DIXWAZIN’
 
Emîne Tûrsûn jî destnîşan kir ku ew ji bo parastina xwezaya xwe wê her tiştî bikin û ew tiştek naxwazin saxî û selametiya gund û herêma xwe dixwazin. Tûrsûn got ew ê heta dawiya li ber xwe bidin. 
 
‘ÇAVNEBAR IN’ 
 
Fatma Baş jî anî ziman ku gundên wan ji wan sitendine û dane Înşata Cengîzê û cihek wan çay vexwarinê hebû wî jî ji destê wan digirin. Baş anî ziman ku ji şîrket û yên destûra şirketa dide çavnebar in, têr nabin û av, çay, çere û gundê wan sitendine wê ji wek din çi bibin. 
 
‘JI ÎQTIDARÊ HÊZ DIGIRIN’ 
 
Asûman Fazlioglû jî destnîşan kir ku ev şîrketên wek Cengîzê bi desteka îqtidarê xwezayê talan dikin û ew naxwazin dar û berê wan were tunekirin. Fazlioglû got heke cihê wan xera bibe ew ê biçin û li ku bijîn. 
 
‘GELÎ HER TIŞTÊ ME YE’ 
 
Ahmet Tuncer jî anî ziman ku ev geliyê wan her tiştê wan e û ew naxwazin xwezaya wan were talankirin û ava were çikandin. 
 
‘EM DARISTANA XWE JI DEWLETÊ DIPARÊZ IN’ 
 
Mujdat Albayrak jî bi bîr xist ku ew ji serê nîsanê ve di çalakiyê de ne. Albayrak destnîşan kir ku ew ê av û milkê xwe nedin tu kesî û got: “Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêz in. Em dixwazin bila ev talan were sekinandin.” 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

29/04/2021
20:46 Hevserokê MED-DER'ê û 11 siyasetmedar hatin girtin
19:52 Ji Kovîd-19'ê 339 kesên din jî mirin
19:42 Qedexeya giştî ya ji bo derketina derve dest pê kir
18:29 Dîroka danişîna Doza Kobanê guherî
18:09 Çalakgerê greva birçîbûnê Oz li Farqînê hat veşartin
16:53 1’ê Gulanê li Kadikoyê hat pîrozkirin
16:52 Polîsan daxuyaniya HDP’ê asteng kirin
16:34 Malbata Şîşman: Bila ji me re bêjin saxe yan miriye?
16:31 Li Lîcê operasyona eskerî
16:23 Parêzerên Demîrtaş têkildarî biryara Dadgeha Bilind daxuyanî dan
16:03 Li ODTU’yê kampus li xwendekaran hat qedexe kirin
15:40 Kesê zarokekê tacîz kir hat binçavkirin
15:39 Karkerên Kurd ên mala wan hilweşandin li derve man
15:34 Li Erxeniyê gundekî kirin qarantînayê
14:54 Li Mereşê bersûcê îstîsmarê hat binçavkirin
14:17 Jina penaber a sancoya welîdînî dikişîne li pêş îdareya koçê tê rawestandin
14:08 Rihayiyan ‘girtina giştî’ nirxandin: Armanc ne em in turîzm e
14:05 Li Wanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê asteng kirin
13:55 Dadgeha Bilind cezayê Demîrtaş erê kir
13:26 Şahidan polisê ku Efe pelçiqand derewandin: Xiza wî 70-80 kilometre bû
13:22 Gunay: Ocalan hemû beşan vedixwîne cîdiyetê
12:53 Operasyona eskerî li Şirnex û Colemêrgê dest pê kir
12:47 Li Enqerê mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kirin
12:46 Ûca pirsgirêkên cotkarên mexdûr bir rojeva meclisê
12:33 Eskeran gule berdan gundiyekî û bi awayekê birîndar lêxistin
12:20 Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye
11:38 Li Taksîmê qûrbaniyên 1’ê Gulanê tên bibîranîn
11:17 Ciwanê li Qeyseriyê hat qetilkirin li Cizîrê hat veşartin
11:12 Li Bûrdûrê jinek hat qetilkirin
11:07 Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe yê li girtîgehê
11:03 Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin
10:35 Li Sûrê, avahiyên bênasname yên hatin avakirin derketin holê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 154'emîn de ye
09:00 ‘Têkbirina faşîzmê bixwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e’
09:00 Li Sêrtê 200 cenazeyên aydê bêkesan 24 saetan bi MOBESE’yê tê temaşekirin
09:00 ‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’
09:00 Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in
09:00 ‘Jin bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin’
09:00 AYM 5 sal in li dosyeya malbata Yaşar nenihêriye
09:00 Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin
09:00 Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
09:00 Keleha ji serdema romayiyan maye bi tunebûnê re rûbirû maye
09:00 Çerkezoglû: Tevî şertên giran jî em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2021'AN
28/04/2021
23:49 Li Rihayê du bira di qenala avê de fetisîn
23:29 MSB: Leşkerek din jî mir
21:46 Li Kayseriyê ciwanek kurd hat kuştin
20:53 Ji Kovîd-19'ê 341 kesên din jî mirin
20:09 Li Pulurê piştî operasyonê şewat derket
17:09 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Marmarayê: hezar û 233 binpêkirinên mafan
16:43 ÎHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:53 Rêxistina HDP’ê ya Îzmîr’ê bangî malbatên li pêşiya wê rûniştine kir
15:21 Cerdevanê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:15 Hewldana ji bo Roboskî Edalet: Ji bo tu komkujiyê demborî nabe
15:15 Hat xwestin ku mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
15:01 Ferît Şenyaşar: Dozgerek bi cesaret ê dosyayê veke tuneye
14:33 Kesên di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin bi qurnefîlan bi bîr anîn
14:30 Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:00 Li çar navçeyan tecrîd şermezar kirin
14:00 Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa taybet derket
13:40 Li gel biryara dûrxistinê jî hat kuştin
13:37 Li Çelê 5 kes hatin binçavkirin
13:15 Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn
13:04 Guzel serdegirtina şînê pirs kir
12:52 Li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurdan
12:36 Adler: Me xwest em têkoşîna li dijî Erdogan dîtbar bikin
12:14 Li Iraqê mirinên jinan weke ‘întîharê’ qeyd dikin
12:05 Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:49 Li Amedê 11 kes 3 roj in dibin çavan de ne
11:30 Malbata Şenyaşar: Zilma li me hat kirin dibe belgefîlm
11:03 Zarokê ku traktor lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:56 Komisyona 21’ê Sibatê: Em dixwazin sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî
10:55 Biryara binçavkirina 22 kesan hat dayîn
10:54 Akdenîz: Doza Kobanê çavtirsandina hemû mûxalefetê ye
10:24 ‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’
10:20 ‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’
09:02 ‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 153'yemîn de ye
09:02 Di salvegera 10’emîn de ji bo penaberên Sûriyê platformek hat avakirin
09:02 Penaberê afgan: Dixwazin min bişînin şerê li welatê min
09:01 Qeyûmê Êlihê ji bo xwe bixe çavê xelkê bi sed hezaran pere xerc kir
09:01 ‘Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve wê xelk birçî bimîne’
09:01 Psîkiyatrîst Bulbul: Xizanî û şer dibe sedema întiharan
09:00 Tenê daxwaziya wan kêlikek gorê ye
09:00 ‘Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim’
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Rojnamevan û karkerên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
27/04/2021
22:07 Di 24 saetan de 346 kesan jiyana xwe ji dest da
20:40 Rojnamevan Rêbaz Hesen hat berdan
18:48 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1'ê Gulanê kirin: 3 jê rojnamevan 33 kes binçav kirin
17:09 Tedawiya bikelemçe li girtiyê nexweş ferz dikin
16:59 Bernameya 1’ê Gulanê diyar bû
16:51 Polisan li Manîsayê 6 kes binçav kirin
16:26 Li Girtîgeha Duzceyê pênûs û lênûsk jî weke amûrê sûc tên dîtin
15:48 Danişîna 5 jê rojnameger 8 kesan hat dîtin
15:30 TÛAYDER’a Çûkûrovayê: Bila li dijî tecrîdê gav bê avêtin
15:14 Tirkiye yek ji welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe
15:00 Bankaya Dinyayê: Pêşîgirtina xizaniya ku li Tirkiyeyê zêde dibe zehmet e
14:55 CPJ'ê xwest nûçegihanê ANF'ê Hesen tavilê bê berdan