Rêveberên HDP’ê: Wê Kobanê li eywanên dadgehan jî nekeve

  • rojane
  • 11:09 27 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE - Rêveberên HDP’ê diyar kirin ku berxwedana ku di çalakiyên Kobanê de derketiye holê niha li derdora Doza Kobanê pêk tê û wiha gotin: “Wê Kobanê li  eywanên dadgehan jî nekeve.”

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 kes di Doza Kobanê de tên darizandin. Di danişîna ewil ku 28 kes jê girtî ne de dorpêça polîs û leşkeran, redkirina daxwazan a şandeya dadgehê û protestoya parêzeran mohra xwe lê dozê xist. Di danişîna li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin de ji ber şandeya dadgehê hemû daxwazên parêzeran red kir, parêzeran eywana danişînê terk kirin û daxwaza redda dadger kirin. Şandeya dadgehê hefteyek navber da danişînê û danişînê taloqî 3’ê gulanê kir. 
 
BAŞARAN: OPERASYONA TOLHILDANÊ YE
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî danişînê çavderiyên xwe vegotin û mudaxaleya polîsan a beriya danişînê bi bîr xist û wiha axivî: “Esas me dizanî kêm zêde wê danişîn çawa derbas bibe. Vîdeoya Suleyman Soylu belav kir û xebata wî ya hashtagê careke din nîşanî me da ku ev danişîn çawa polîtîk e û pêvajoya alîgiriya desthilatê ye.” Başaran, diyar kir ku tiştên duh qewimîn ne darizandin “operasyoneke tolhildanê” bûn û wiha got: “Dixwazin kesên li vî welatî piştevaniya çareserî, aştî û pêşerojeke hevpar dikin darizînin. Serokkomarê li Qesrê biryara xwe daye û peywîr jî daye şandeya dadgehê lê wê dîrok nîşan bide ku dê çawa ev binkeve.”
 
‘FAÎL DI KOLTUXÊ GILÎKER DE NE’
 
Başaran, anî ziman ku berpirsyarê kesên di protestoyên Kobanê de jiyana xwe ji dest dan desthilat e û wiha got: “Kesên îro di koltuxên gilîker de rûniştine saziyên weke Wezareta Karên Hûndir û Miduriyeta Giştî ya Polîsan e. Esas di vê dosyayê de ew bi xwe faîl in. Derdê wan ne ewe ku mexduriyeta kesên jiyana xwe ji dest dane derbas bikin kesên zirar dîtine zirara wan derbas bikin. Derdê wan ewe ku HDP’ê bikin hedef û tola binketina DAÎŞ’ê ya li Kobanê hilînin. Ji ber vê yekê jî lîstikeke dadgehê heye lê em ê vê lîstikê vala derxînin. Divê tenê ne HDP, dostên HDP’ê, hemû rêxistinên demokratîk ên li Tirkiyeyê, kesên ku demokrasiyê diparêzin û muxalefet li vir bibe dengek. Divê em vê lîstikê bi hev re bi dawî bikin.”
 
GUNAY: EM LI DORA BERXWEDANÊ KOM BÛN
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî da zanîn ku Doza Kobanê hewldana desthilatê ya ku berpirsyartiyên xwe ji ser xwe biavêje ye û wiha axivî: “Pêvajoyeke ku piştî axaftinên Recep Tayîp Erdogan ên ‘Kobanê hat ket ha dikeve’ yê li Dîlokê dest pê kir heye. Ji ber ku dema digot ‘Kobanê hat ket ha dikeve’ dixwest serkeftina DAÎŞ’ê îlan bike. Lê wê demê jî weke vê demê kurd û dostên wan li dora berxwedana Kobanê kom bûn.”
 
‘BERXWEDAN DIDOME’
 
Gunay, destnîşan kir ku xeta berxwedana Kobanê û têkoşîna wê li dora Dosya Kobanê didome û wiha axivî: “Yekane welatê ku piştevaniya Kobanê sûc tê hesibandin û kirine mijara darazê Tirkiyeye. Esas herkes di ferqa vê heqîqetê de ye, ji ber ku têkiliya Tirkiyeyê û DAÎŞ’ê gelek vekiriye. Em hemû dizanin serokên DAÎŞ’ê li ku hatin girtin. Em hemû dizanin ku çawa destên xwe dihejandin û li vî welatî digeriyan. Ji ber wê yekê piştevaniya li vir tê wateya têkoşîna li dijî vê yekê jî. Beriya 6 salan çawa li dor Kobanê xeteke berxwedanê, tekoşîneke mirovahiyê hebû, îro jî heman têkoşîna mirovahiyê li dor dosya Kobanê berdewam dike.”
 
 
TEMEL: DIXWAZIN VEŞÊRIN
 
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel jî diyar kir ku Doza Kobanê komployeke û wiha axivî: “Em duh li Sîncanê careke din hîn bûn ku ev dozeke komployê ye û hin tiştên ku dixwazin ji raya giştî veşêrin hene. Polîsên ku çapemenî dorpêç kir û axaftina hevserokê me yê giştî bi anonsan tepeser kirin, komeke provakatoran ku wan bi xwe ewlehiya wan girt anîn qadê. Vê komê bi pankart û dirûşman çalakî li dar xistin. Bi taybetî qenalên alîgir wergirtin wê qadê û qenalên fermî yên dewletê ew dîmen servîs kirin. Tiştên duh qewimîn nîşan dan ku li Sîncanê edaleteke çawa heye. Ji vê komê re qadeke taybet vekirin û heqaret û xeber ji me re dan gotin.”
 
‘WÊ EV HIŞMENDÎ WERE MEHKÛMKIRIN’
 
Temel axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêeleketiya ku li eywanên danîşînê yên faşist ên 12’ê Îlonê nehatin dîtin duh li Sîncanê hatin dîtin. Em di dadgehê de bi tiştên ji cîdiyetê dûr re rûbirû man. Helwesta serokê dadgehê ya heqaretwarî û guh ne dida tu daxwazan nîşanî me da ku çîroka li derve dest pê kir li hûndir didome. Lê li gel vê jî tîma parastinê, hevserokên me û parlementerên me hewl didin ku rastiyê nîşan bidin. Dozeke ewqas bê bingehe ku hem kesên darizînin, hem hêzên ewlehiyê hem jî çapemeniya alîgir nikarin argumanekî ku partiyê sûcdar bikin bibînin. Danişîna ku li Sîncanê dest pê kir wê vegere berxwedana Kobanê. Kobanê çawa neket wê li van eywanên danişînê de jî nekeve. Ev nêzîkatiya berdewama hişmendiya hov a êrîşî Kobanê kirin wê li vir bê mehkûmkirin.”
 
 

Sernavên din

27/04/2021
14:45 Bûldan: Doza Kobanê doza AKP’ê ye ku hikmê wê daye
14:23 MED-DER: Dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe
14:16 Li Bazara Sewalan a Amedê şer derket: Kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn
14:03 MEBYA-DER û KESK serdana Malbata Şenyaşar kirin
12:36 Li GGM’a Aydinê penaberek hewl da întihar bike
12:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 David Adler: HDP’iyan di Doza Kobanê de darizandin pek anîn
11:49 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar ket roja 50’î
11:36 Dadgeha Iraqê li 4 ciwanên êzidî cezayê darvekirinê birî
11:24 Li Silêmaniyê 55 kes hatin binçavkirin
11:09 Rêveberên HDP’ê: Wê Kobanê li eywanên dadgehan jî nekeve
10:59 Umît Ozdag gef li Garo Paylan xwar
10:34 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan
10:23 Aktar: Wê ev darizandin bi zorê nebe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 152'yemîn de ye
09:06 Dozger ji ber rojnameyê 15 sal ceza ji dayika 71 salî re xwest
09:05 Biryara qeyûm ji dadgehê zivirî
09:03 Girtiyê nexweş beriya bimire bi kelemçeyê birine nexweşxaneyê!
09:01 Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Êdî bila ev zilm bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'AN
26/04/2021
23:27 Serdozgeriya Komarê derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin
21:14 MSB: Hejmara leşkerên mirin gihîştiye 2’yan
21:04 353 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:26 Ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê ji binî de qedexe
19:43 Dadgehê hefteyek navber da Doza Kobanê
18:46 Rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 Di Doza Kobanê de daxwaza redda dadger hat kirin
16:46 Li Aydinê pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
16:09 Agahî ji nûçegihanê ANF'ê yê li Silêmaniyeyê hat binçavkirin nayê girtin
16:07 Ji Ocalan ji bo Malbata Şenyaşar: Kesên vê zilmê kirine wê sibê bên darizandin
15:52 Demîrtaş pirsa ‘128 milyar dolarî’ kir
15:29 Ji Şivan Perwer berteka li dijî operasyona TSK’ê: Armanc ne PKK gelê kurd e
15:18 Li Wanê ji bo 1’ê Gulanê bang
14:56 Li kargehan amadekariyên 1’ê Gulanê
14:50 Ahmet Kaçmaz jiyana xwe ji dest da
14:45 7 cenaze 16 roj in li morgê tên rawestandin
14:19 Berteka hevpar a li dijî Doza Kobanê: Doza kumpasê ye
14:08 Raportorê PE’yê: Krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîne
14:06 Ji PE’yê banga berdana girtiyên siyasî
13:41 Li Colemêrgê maşîneya zirxî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
13:41 Parêzeran astengiyên polîsan derbas kirin û ketin salona danişînê
13:36 Oz ê di çalakiya greva birçîbûnê de bû jiyana xwe ji dest da
13:21 Jinnewsê dîsa asteng kirin
13:14 Polisan li Stenbolê êrîşî daxuyaniya Doza Kobanê kir: Gelek kesî binçav kirin
13:00 Tevgera Azadî xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan
12:55 'Heya ku mercên parastina serbixwe neyin avakirin, em ê parastin nekin’
12:24 Malbata Şenyaşar li benda piştevaniyê ye
12:00 Tanrikûlû: Doza Kobanê ji ber fikarên siyasî yên desthilatê hat vekirin
11:59 Doza Kobanê: Parêzer ji eywana danişînê derdikevin
11:54 Di Doza Kobanê de, li cihê parêzeran polîs dan rûniştandin
11:32 Girtiyê bi îşkenceyê seqet hiştin, 26 sal in li benda tedawiyê ye
11:27 Ji HDP’ê re qedexe ye ji dijberên wê re serbest e
11:24 Danişîna rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:10 Di Doza Kobanê de li dijî nûçegihanên me pêkanîna taybet
11:04 ji ber hedefnîşandanê sînorên Soylû bi bîra wî xist
10:42 Sancar: Doza tolhildanê ya Kobanê em ê bi hev re vala derxînin
10:24 Polîsan li Amedê gelek kes binçavkirin
10:20 Li Qamişloyê hêzên ewlehiya hundirîn taxa Tay kirin bin kontrola xwe
10:11 Wê HDP bi tevahî li Sîncanê be
09:48 Dîfa El Wetenî biryara agirbesta daîmî bin pê kir
09:19 Koma 31'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Prof. Dr. Uzgel: Paradîgmaya polîtîkaya Tirkiye ya derve têk çû
09:00 Maliyet zêde bû, cotkar bêhêvî bûn
09:00 Cizirî: Divê kampanyeya îmzeyê di rojeva gelê Kurd de be
09:00 Li dijî pişaftinê komele vekirin
09:00 Serokên baroyan: Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?
09:00 Dayika Devrîm Ayik: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 'Hemû cihên karker lê hene, ew der qadên 1’ê Gulanê ne’
09:00 Xebata çîlekan a karkerên jin: Perê bazarê jî dernakeve
09:00 Ji qeyûm projeya xirabkirina tevna dîrokî: Silûetê Mêrdînê xirab bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'AN
25/04/2021
20:22 Li Girtîgeha Bandirmayê zextê li girtiyan dikin
17:45 Zarokê ji qata 5'emîn ket xwarê jiyana xwe ji dest da
16:31 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Doza Kobanê
16:08 Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:41 Li Farqînê şerê araziyê derket
15:00 Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarê me hene
13:27 Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da
13:12 Li Geverê mirina bi guman a leşkerekî
13:07 Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê
13:00 'Tu dê bi ser bikeve'
12:19 Mihafizên Îranê 5 kolberî birîndar kirin
12:08 13 sal şûnde dîsa Zap
11:47 Paşînyan îstifaya xwe ragihand
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN