Çalakiya greva birçîbûnê di roja 152'yemîn de ye

  • rojane
  • 09:08 27 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 152 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 131’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 114’emîn de dewam dikin. 

 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 31’emîn, di roja 152’emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 131’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 131’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 114'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 114'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 

Sernavên din

27/04/2021
14:45 Bûldan: Doza Kobanê doza AKP’ê ye ku hikmê wê daye
14:23 MED-DER: Dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe
14:16 Li Bazara Sewalan a Amedê şer derket: Kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn
14:03 MEBYA-DER û KESK serdana Malbata Şenyaşar kirin
12:36 Li GGM’a Aydinê penaberek hewl da întihar bike
12:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 David Adler: HDP’iyan di Doza Kobanê de darizandin pek anîn
11:49 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar ket roja 50’î
11:36 Dadgeha Iraqê li 4 ciwanên êzidî cezayê darvekirinê birî
11:24 Li Silêmaniyê 55 kes hatin binçavkirin
11:09 Rêveberên HDP’ê: Wê Kobanê li eywanên dadgehan jî nekeve
10:59 Umît Ozdag gef li Garo Paylan xwar
10:34 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan
10:23 Aktar: Wê ev darizandin bi zorê nebe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 152'yemîn de ye
09:06 Dozger ji ber rojnameyê 15 sal ceza ji dayika 71 salî re xwest
09:05 Biryara qeyûm ji dadgehê zivirî
09:03 Girtiyê nexweş beriya bimire bi kelemçeyê birine nexweşxaneyê!
09:01 Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Êdî bila ev zilm bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'AN
26/04/2021
23:27 Serdozgeriya Komarê derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin
21:14 MSB: Hejmara leşkerên mirin gihîştiye 2’yan
21:04 353 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:26 Ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê ji binî de qedexe
19:43 Dadgehê hefteyek navber da Doza Kobanê
18:46 Rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 Di Doza Kobanê de daxwaza redda dadger hat kirin
16:46 Li Aydinê pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
16:09 Agahî ji nûçegihanê ANF'ê yê li Silêmaniyeyê hat binçavkirin nayê girtin
16:07 Ji Ocalan ji bo Malbata Şenyaşar: Kesên vê zilmê kirine wê sibê bên darizandin
15:52 Demîrtaş pirsa ‘128 milyar dolarî’ kir
15:29 Ji Şivan Perwer berteka li dijî operasyona TSK’ê: Armanc ne PKK gelê kurd e
15:18 Li Wanê ji bo 1’ê Gulanê bang
14:56 Li kargehan amadekariyên 1’ê Gulanê
14:50 Ahmet Kaçmaz jiyana xwe ji dest da
14:45 7 cenaze 16 roj in li morgê tên rawestandin
14:19 Berteka hevpar a li dijî Doza Kobanê: Doza kumpasê ye
14:08 Raportorê PE’yê: Krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîne
14:06 Ji PE’yê banga berdana girtiyên siyasî
13:41 Li Colemêrgê maşîneya zirxî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
13:41 Parêzeran astengiyên polîsan derbas kirin û ketin salona danişînê
13:36 Oz ê di çalakiya greva birçîbûnê de bû jiyana xwe ji dest da
13:21 Jinnewsê dîsa asteng kirin
13:14 Polisan li Stenbolê êrîşî daxuyaniya Doza Kobanê kir: Gelek kesî binçav kirin
13:00 Tevgera Azadî xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan
12:55 'Heya ku mercên parastina serbixwe neyin avakirin, em ê parastin nekin’
12:24 Malbata Şenyaşar li benda piştevaniyê ye
12:00 Tanrikûlû: Doza Kobanê ji ber fikarên siyasî yên desthilatê hat vekirin
11:59 Doza Kobanê: Parêzer ji eywana danişînê derdikevin
11:54 Di Doza Kobanê de, li cihê parêzeran polîs dan rûniştandin
11:32 Girtiyê bi îşkenceyê seqet hiştin, 26 sal in li benda tedawiyê ye
11:27 Ji HDP’ê re qedexe ye ji dijberên wê re serbest e
11:24 Danişîna rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:10 Di Doza Kobanê de li dijî nûçegihanên me pêkanîna taybet
11:04 ji ber hedefnîşandanê sînorên Soylû bi bîra wî xist
10:42 Sancar: Doza tolhildanê ya Kobanê em ê bi hev re vala derxînin
10:24 Polîsan li Amedê gelek kes binçavkirin
10:20 Li Qamişloyê hêzên ewlehiya hundirîn taxa Tay kirin bin kontrola xwe
10:11 Wê HDP bi tevahî li Sîncanê be
09:48 Dîfa El Wetenî biryara agirbesta daîmî bin pê kir
09:19 Koma 31'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Prof. Dr. Uzgel: Paradîgmaya polîtîkaya Tirkiye ya derve têk çû
09:00 Maliyet zêde bû, cotkar bêhêvî bûn
09:00 Cizirî: Divê kampanyeya îmzeyê di rojeva gelê Kurd de be
09:00 Li dijî pişaftinê komele vekirin
09:00 Serokên baroyan: Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?
09:00 Dayika Devrîm Ayik: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 'Hemû cihên karker lê hene, ew der qadên 1’ê Gulanê ne’
09:00 Xebata çîlekan a karkerên jin: Perê bazarê jî dernakeve
09:00 Ji qeyûm projeya xirabkirina tevna dîrokî: Silûetê Mêrdînê xirab bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'AN
25/04/2021
20:22 Li Girtîgeha Bandirmayê zextê li girtiyan dikin
17:45 Zarokê ji qata 5'emîn ket xwarê jiyana xwe ji dest da
16:31 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Doza Kobanê
16:08 Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:41 Li Farqînê şerê araziyê derket
15:00 Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarê me hene
13:27 Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da
13:12 Li Geverê mirina bi guman a leşkerekî
13:07 Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê
13:00 'Tu dê bi ser bikeve'
12:19 Mihafizên Îranê 5 kolberî birîndar kirin
12:08 13 sal şûnde dîsa Zap
11:47 Paşînyan îstifaya xwe ragihand
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN