Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx

  • rojane
  • 09:04 25 Nîsan 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Gundê êzidiyên Kîwêx ê navçeya Hezex a Şirnexê ku berî hezar û 200 salan hatiye avakirin, tevî hemû zilm, zordarî û êrişan li ser piyan e. Nûsrettîn Genç ê her sal di biharê de ji Ewropayê tê gundê xwe yê kevnar ziyaret dike, xwest gelê êzidî xwedî ax, cih û warê xwe derbikeve.
 
 
Ji dîrokê ve heya roja îro civaka Êzidî ji ber bîr û baweriya xwe rastî 74 fermanan hat. Êzidiyan ji ber komkujî, êriş û zordariyan, neçar man ku cih û warên xwe terk bikin. Êzidiyên li herêmê, piştî sala 1960'an, berê xwe dan welatên Ewropayê û bi awayekê penaber jiyana xwe dewam kirin. Li Tirkiyeyê, niha nifûsa Êzidiyan 550 ye û li Ewropayê ev hejmar derdora 150 hezariye. 
 
Di demê xwe de li bajarên weke Şirnex, Êlih û Mêrdînê, bi sedan gundên Êzidiyan hebûn, lê niha li gundên wan kesên din dijîn. Yek ji cih û warên Êzidiyên yên hatin valekirin gundê Kîwêx ê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê ye. Heya sala 1980'an jî, bi sedan Êzidî li gund dijiyan. Êzidiyên gundê Kîwêx ji ber şer û zextên siyasî gundê xwe vale dikin û koçî Ewropayê dikin. 
 
DIXWAZIN VEGERIN GUNDÊ XWE
 
Tê gotin ku gundê Kiwêx ê berî hezar û 200 salan hatiye avakirin, ev 37 salin hatiye valakirin. Di gund de, tişta ku herî zêde bala mirov dikêşe  xaniyên ku  li ser  şikeftan hatine avakirin û parastina goristana wê ye. Tê gotin ku Êzidî ji ber ku her tim rastî komkujiyan hatine ji bo ku xwe veşêrin avahiyên xwe li ser şikeftan çêkirine û li dijî êrişan xwe di van şikeftan de veşartin e. Dîsa li ser kevirên gorên li gund nîgarên roj û melekê tawûs hene. Gundê dîrokî bi xweşikî û zindîbûna xwe demê berovajî dike. 
 
Gundê vake bi hatina biharê re zindî dibe. Malbata Geneç a ku berî 37 salan  ji nêçarî koçî Elmanyayê dike, her sal di biharê de berê xwe dide gund û heta hefteyekî li gund dimîne. Malbata Genç, di dema mayîna gund de jî, darên gund av didin, di goristanê de gula diçînin. Malbata Genç daxwaz kir ku gundê wan ji nû ve bê avakirin û xwestin ku vegerin ser xaka xwe. 
 
JI GUNDEKÎ 7 GUND HATIN AVA KIRIN 
 
Yek ji ferdên malbatê Nusredîn Genç, diyar kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan gundê wan  li ser piyan maye û wiha axivî: "Ev gund beriya hezar û 200 salan ji hêla 3 birayên Êzidî ve hatiye avakirin. Ev bira jî Şero, Simo û Miso bûn. Li gel van sê birayan gund dibe 8 mal. Ji van 8 malan jî dibe 150'î mal. Di sala 1980'an de koçberiya me dest pê kir û gund heta 1994'an de bi temamî vala bû. Li gorî gotinên extiyarên me, em ji bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine vê derê. Di pirtûka Cegerxwîn de jî, tê gotin ku Kîwêx li Îranê derbas dibe. Ji vî gundî 6-7 gund hatin avakirin. Gundên Baxnim, Awşê, Sêwlîtk, Şekrîn, Geliyê Sora û Mazrê tev kîwêxî ne. Ji ber ku zêdebûn ji hevdû hatin veqetandin û girêdahî Nisêbînê kirin. Ji ber ku ola wan êzdayî bû û netewa wan jî Kurd bû, du caran hatine perçiqandin. Dema ku tê got ez êzda me ne hewceye tu bibêjî ez kurd im. Niha jî nêzikî 600-700 Êzidî li metrepolan û welatên Ewropayê dijin. Vî gundî di oxira netew û baweriya xwe de gelek şehîd dan. Di vî gundî de gelek mêrxas hatin şehîdkirin. Ji Amedê û heta Colemergê nêzî 4 hezar û 50'î gundên êzidiyan hatin valakirin. Gundê me jî yek ji wan e."
 
DI BIN HER XANIYEKÎ DE ŞIKEFTEK 
 
Genç, anî ziman di biharê de, ew her tim berê xwe didin gundê xwe û wiha domand: "Dema ku yek ji me jiyana xwe ji dest dide, em tînin li gund defin dikin. Dibe ku em li Ewropayê bimînin, lê em nahêlin gundê me tu caran vala bimîne. Di mehên zivistanê ji ber ku gelek berf dibare em nikarin werin. Tenê zivistanê vala dimîne. Ji bilî wê her tim û daîm vekiriye û çûyin û hatin heye. Ji ber ku duayên me bi kurdî bûn, me her tim veşartî dikirin. Gelek caran jî me di şikeftan de dua dikirin. Berê de li ser me gelek zilm hebû, lê niha ev zilm pîçek rabûye.  Fikreke netewî di nav gelê kurd de ava bûye. Di bin her xaniyekî de şikeftek heye. Ev şikeft jî bi kîlometreyan kur in. Ji bo ku xwe ji êrîşên gengaze biparêzin me avahiyên xwe wisa çêkirine."
 
DI ÊZDATIYÊ DE BAWERÎ
 
Genç, qala baweriya Êzidiyan kir û wiha got: "Her êvara pençşemê êvara Înê em tên çira pê dixin û duayan dikin. Em duayên xwe serê sibehê nîvro û dema ku roj diçe ava dikin. Tim û daîm em berê xwe didin rojê. Ji ber ku roj şewqe û em jî zarokên agir û roj in. Lê taybetiyeke me heye, wexta ku em duayên xwe dikin, di serî de em dibêjin tu bide 72 miletan û pişt re jî me. Pêşiyê em ji 72 milet re duayan dikin û pişt re jî ji xwe re dikin. Em qîmet didin hemû ol û gelan. Wexta ku yek ji me emrê xwedê dike, em berê wî didin rohlat. Misilman berê wan didin qibletê. Çi miroveke me bimre em ax berdin çavê wî. Ji ber ku em ji axê ne wê careke din bibin ax. Hûn herin mala kîjan ezdayî berat heye. Berat jî meyana dinyayê ye. Hûn beratê biavêjin şîr dibe mast. Berat jî Laleşa nuranî çêdibe. Keçikek û xurtek ku bêguneh û qet guneh nekiribin  beratê distirin û piştî ku hat sitiran hişk dibe û dawiyê de jî dibe berat. Pişt re berat bi ava kaniya zemzem dişon. Dema ku yek dimire wê beratê dirêjin çavê wî/wê.  Ji ber ku em girêdahî axa xwe ne.  Ola me ola xwezayî ye. Di ola êzidiyan de jin û marê reş pîroz in. Em gelek qîmet didin jinan. Di êzditiyê de jin her tim pêşiya mêran e. Di nav goristanê de jî 7 melaîket hene,seroka wan jî xatuna Fexra ye. Di ola me de jin her tim bi qîmete. Dema ku keşteya Nebî Nuh rabû ji her ajalan du  ajal kirin keştayê de. Wexta ku keşte  li çiyayê Şengalê derbas dibe, keştî  qul dibe û av digire. Marê reş  ji bo mirovahî û jiyanê xelas bike xwe dipêçe û dikeve vê qulê.  Ji ber wê kuştina marê reş li me qedexe ye."
 
BI HESRETA  XAKA XWE...
 
Ji heman malbatê Xezal Genç ji diyar kir ku ew 37 salin bi hesreta xaka xwe dijîn û xwest vegere ser axa xwe. Genç, da zanîn ku dema ku koçber bû, hîna zarokên wê tune bûn. Piştî ku em çûn Ewropayê zarokên min çêbûn. Gundê me gelek xweş bû. Ez dixwazin ku jiyana xwe hemûyê li vir derbas bikim. Ji ber ku Ewropa ne ciheke xweşe û ne ciheke bav û kalên mene. Li Ewropayê em weke çûkên li ser hejikin. Me tu jiyanake xweş derbas nekir. Min 37 salên xwe li Ewropa derbas kir, lê dema ku ji bo rojekî tenê jî ez têm vir 37 sal berçavên min nabin tiştek. Heger ne ji zarokên min bûya, min dikarî ku şev û roj li ser vê axa pîroz razim.  Mirov li ser xaka xwe dikare bi her awayî debara xwe bike, lê ji derve gelek zehmete.  Xaka welatê me gelek pîroze û bi nirxe. Ez tim û tim bêriya vê derê dikim. Dema ku ez têm Kurdistanê weke ku ez nû hatim ser rûyê erdê ez kêfxweş dibim. Pir dixwazim ku em vegerîn gundê xwe û li ser xaka xwe bijîn. Dema ku derfetên me çêdibin em salê 2 caran tên gund. Daxwaziya min ew e ku gelê me xwedî li xak, cih û warê xwe derbikeve."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

27/04/2021
14:45 Bûldan: Doza Kobanê doza AKP’ê ye ku hikmê wê daye
14:23 MED-DER: Dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe
14:16 Li Bazara Sewalan a Amedê şer derket: Kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn
14:03 MEBYA-DER û KESK serdana Malbata Şenyaşar kirin
12:36 Li GGM’a Aydinê penaberek hewl da întihar bike
12:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 David Adler: HDP’iyan di Doza Kobanê de darizandin pek anîn
11:49 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar ket roja 50’î
11:36 Dadgeha Iraqê li 4 ciwanên êzidî cezayê darvekirinê birî
11:24 Li Silêmaniyê 55 kes hatin binçavkirin
11:09 Rêveberên HDP’ê: Wê Kobanê li eywanên dadgehan jî nekeve
10:59 Umît Ozdag gef li Garo Paylan xwar
10:34 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan
10:23 Aktar: Wê ev darizandin bi zorê nebe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 152'yemîn de ye
09:06 Dozger ji ber rojnameyê 15 sal ceza ji dayika 71 salî re xwest
09:05 Biryara qeyûm ji dadgehê zivirî
09:03 Girtiyê nexweş beriya bimire bi kelemçeyê birine nexweşxaneyê!
09:01 Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Êdî bila ev zilm bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'AN
26/04/2021
23:27 Serdozgeriya Komarê derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin
21:14 MSB: Hejmara leşkerên mirin gihîştiye 2’yan
21:04 353 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:26 Ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê ji binî de qedexe
19:43 Dadgehê hefteyek navber da Doza Kobanê
18:46 Rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 Di Doza Kobanê de daxwaza redda dadger hat kirin
16:46 Li Aydinê pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
16:09 Agahî ji nûçegihanê ANF'ê yê li Silêmaniyeyê hat binçavkirin nayê girtin
16:07 Ji Ocalan ji bo Malbata Şenyaşar: Kesên vê zilmê kirine wê sibê bên darizandin
15:52 Demîrtaş pirsa ‘128 milyar dolarî’ kir
15:29 Ji Şivan Perwer berteka li dijî operasyona TSK’ê: Armanc ne PKK gelê kurd e
15:18 Li Wanê ji bo 1’ê Gulanê bang
14:56 Li kargehan amadekariyên 1’ê Gulanê
14:50 Ahmet Kaçmaz jiyana xwe ji dest da
14:45 7 cenaze 16 roj in li morgê tên rawestandin
14:19 Berteka hevpar a li dijî Doza Kobanê: Doza kumpasê ye
14:08 Raportorê PE’yê: Krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîne
14:06 Ji PE’yê banga berdana girtiyên siyasî
13:41 Li Colemêrgê maşîneya zirxî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
13:41 Parêzeran astengiyên polîsan derbas kirin û ketin salona danişînê
13:36 Oz ê di çalakiya greva birçîbûnê de bû jiyana xwe ji dest da
13:21 Jinnewsê dîsa asteng kirin
13:14 Polisan li Stenbolê êrîşî daxuyaniya Doza Kobanê kir: Gelek kesî binçav kirin
13:00 Tevgera Azadî xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan
12:55 'Heya ku mercên parastina serbixwe neyin avakirin, em ê parastin nekin’
12:24 Malbata Şenyaşar li benda piştevaniyê ye
12:00 Tanrikûlû: Doza Kobanê ji ber fikarên siyasî yên desthilatê hat vekirin
11:59 Doza Kobanê: Parêzer ji eywana danişînê derdikevin
11:54 Di Doza Kobanê de, li cihê parêzeran polîs dan rûniştandin
11:32 Girtiyê bi îşkenceyê seqet hiştin, 26 sal in li benda tedawiyê ye
11:27 Ji HDP’ê re qedexe ye ji dijberên wê re serbest e
11:24 Danişîna rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:10 Di Doza Kobanê de li dijî nûçegihanên me pêkanîna taybet
11:04 ji ber hedefnîşandanê sînorên Soylû bi bîra wî xist
10:42 Sancar: Doza tolhildanê ya Kobanê em ê bi hev re vala derxînin
10:24 Polîsan li Amedê gelek kes binçavkirin
10:20 Li Qamişloyê hêzên ewlehiya hundirîn taxa Tay kirin bin kontrola xwe
10:11 Wê HDP bi tevahî li Sîncanê be
09:48 Dîfa El Wetenî biryara agirbesta daîmî bin pê kir
09:19 Koma 31'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Prof. Dr. Uzgel: Paradîgmaya polîtîkaya Tirkiye ya derve têk çû
09:00 Maliyet zêde bû, cotkar bêhêvî bûn
09:00 Cizirî: Divê kampanyeya îmzeyê di rojeva gelê Kurd de be
09:00 Li dijî pişaftinê komele vekirin
09:00 Serokên baroyan: Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?
09:00 Dayika Devrîm Ayik: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 'Hemû cihên karker lê hene, ew der qadên 1’ê Gulanê ne’
09:00 Xebata çîlekan a karkerên jin: Perê bazarê jî dernakeve
09:00 Ji qeyûm projeya xirabkirina tevna dîrokî: Silûetê Mêrdînê xirab bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'AN
25/04/2021
20:22 Li Girtîgeha Bandirmayê zextê li girtiyan dikin
17:45 Zarokê ji qata 5'emîn ket xwarê jiyana xwe ji dest da
16:31 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Doza Kobanê
16:08 Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:41 Li Farqînê şerê araziyê derket
15:00 Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarê me hene
13:27 Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da
13:12 Li Geverê mirina bi guman a leşkerekî
13:07 Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê
13:00 'Tu dê bi ser bikeve'
12:19 Mihafizên Îranê 5 kolberî birîndar kirin
12:08 13 sal şûnde dîsa Zap
11:47 Paşînyan îstifaya xwe ragihand
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN