‘Em ê bi hev re têbikoşin’

  • jin
  • 09:00 24 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Hevalên 11 jinên TJA’yî yên li Amedê hatibûn binçavkirin û girtin, wiha gotin: “Ger bedena me jinan bê dîlgirtin jî, wê têkoşîna me tu carî ne qede. Hevalên me di hûndir de, em ê jî li derve têkoşîna parastina mafê xwe her daîm dewam bikin.”

Desthilatdariya ku ji bo bersûcên jinan tiştekê nake, jinên parastina mafê jiyana xwe dikin û têkoşîna vîna jinan didin, binçav dike û digire. Binçav kirin û girtinên jinên xwedî mafên xwe derdikevin bûye yek ji konseptên desthilatdariya AKP’ê. Jinên ku herî zêde para xwe ji vê konseptê digirin, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ne. Herî dawî, li Amedê, di serdegirtinên malan ên 5’ê Nîsanê de, ji 26 jinên hatibûn binçavkirin, 11 jê hatin girtin. Heval û rêhevalên jin ên aktivîstên TJA’yê, soza ku “Ew di hûndir de, em ê jî li derve têkoşîna parastina mafê xwe dewam bikin” dan. 
 
BÊ TEHEMÛLÎ
 
Ji aktivîstên TJA’yê Remziye Sizici, diyar kir ku ji ber ku jin mafên xwe diparêzin her tim di hedefa desthilatdariyê de ne û wiha axivî: “Desthilatdar, jinan weke bireser, tenê zarokan diwelidîne, li zarokan mêze dike û karê malê dike dibîne. Ji bo ku jin nebin kirde, bê navber êrişî destkeftiyên jinan dike. Destûr nade ku jin ji rola di nava malê de derbikeve.”
 
JI JINAN DITIRSIN
 
Sizici, da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman re ewil komeleyên jinan hatin girtin û wiha pê de çû: “Gelek saziyên me jinan hebûn. Li van saziyan, me piştevaniya jinan dikir, me alîkariya jinan dikir û me jin pêş dixistin. Lê qeyûm ewil em û destkeftiyên me kirin hedefa xwe. Niha jî êrişî nûnertiya wekhev a di siyasetê de dikin. Li ku derê, serkeftinek jinan hebe, desthilatdarî çav berdide wê derê. Îro bersûcên jinan li derve bi rehetî digerin, lê ew her tim êrişî jinan dikin û herî dawî 11 jinên têkoşîna parastina jinan didan hatin girtin. Sedema vê pir zelale. Ji jinên li ber xwe didin ditirsin. Lê tu girîngiya van êrişan li gel jinan tuneye. Ev dide nîşan dan ku em jin bi têkoşîna xwe serdikevin. Heya ku em di jiyanê de, di siyasetê de û li her qadê jinan bikin kirde, em ê berxwedana xwe dewam bikin. Têkoşîna me wê tu carî ne qede. Hevalên me di hûndir de, emê jî li derve parastina mafên xwe bikin.”
 
CÎNAYET NE RAWESTIYANE!
 
Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Ûygûn jî, dest nîşan kir ku, her ku desthilatdarî teng dibe, êrişî destkeftiyên jinan dike û wiha bilêv kir: “Hevserokên me, hevşaredarên me û aktivîstên jinan, her roj bi hincetên cuda tên binçavkirin, derb kirin û dîl girtin. Desthilatdariyê herî dawî êrişî Peymana Stenbolê kir. Desthilatdarî dibêje, cînayetên jinan kêm bûne. Lê ev daxuyaniyên wan nerastin. Her roj jin tên qetilkirin. Kuştina jinan dewam dike. Di meha Adarê de, tenê li Bismilê 2 jin hatin qetilkirin û 3 jin jî bi awayekê biguman jiyana xwe ji dest dan. Ger tenê li navçeyekê rewş wiha be, wê demê rewşa li tevahiya Tirkiyeyê çiye mijara nîqaşê ye. Bi gotinên êrişên li dijî jinan kêm bûye, dixwazin ku dengê jinan qût bikin. Bloka faşîst a AKP û MHP’ê, bi qirkirinên jinan, dixwaze civakê bişkîne.”
 
Ûygûn, da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û ev peyam da: “Emê tu carî bi girtinan, bi darbeyên qeyûman û hişmendiya desthilatdariyê gav paşve neavêjin. Heya ku em hemû destkeftiyên xwe paşve bigirin emê her tim li qadan bin.”
 
DIXWAZIN JINAN TESLÎM BIGIRIN 
 
Aktivîsta TJA’yê û Endama Meclîsa Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bîsmîlê Şukran Bûlût jî, bi bîr xist ku desthilatdarî bi van êrişên xwe dixwaze jinan ji civakê dûr bixe û wiha axivî: “Bi vî awayî dixwazin jinan teslîm bigirin.  Piştî feskirina Peymana Stenbolê di meha Adarê de 83 jin hatin qetilkirin. Em bi nûnertiya wekhev û yekitiya jiyana jinan diparêzin. Lê desthilatdarî, hişmendiya xwe ya serdest a tetîkkêş ferzî me dike. Ji ber ku jin li dijî vê yekê derdikevin, di hedefê de ne. Ger bedena me jinan jî bê dîlgirtin, wê têkoşîna me tu carî ne qede. Emê her tim parastina xwe ya c4ewherî xurt bikin û bi dengekê bilind qîr bikin. Heya ku jiyanek wekhev û azad bê avakirin, emê têkoşîna xwe li her qadên jiyanê dewam bikin. Emê tu carî paşve gav ne avêjin.”
 

Sernavên din

24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt
12:37 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:55 Dadger xwest dosyeya doza Ozgur Gundemê ji hev were cudakirin
11:54 Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin
11:35 Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan
11:00 HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir
09:31 Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin
09:31 Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 147'emîn de didome
09:01 Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’
09:01 ‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
09:01 Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin
09:01 Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye
09:01 Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin
09:01 Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin