HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir

  • rojane
  • 11:00 22 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî bi peyamekê pîroz kir û wiha got: "Rojnamegerên Kurd wek doh îro jî berxwedana xwe didomînin; li dijî qedexe, sansûr, tirsandin û gefan rojnameger tu carî ji riya heqîqetê venegerin û têkoşîna xwe berdewam dikin." 

 
Îro Roja Rojnamevaniya Kurdî ye. 123 sal berê di 22'yê Nîsana 1898'an cara yekem Mîqdad Mîdhed Bedirxan li paytexta Misrê Qahîreyê Rojnameya Kurdistan çap kir. Roja çapkirina ewil a Rojnameya Kurdistan wek Roja Rojnamevaniya Kurdî tê qebûlkirin. Ev roj ji sala 1973'yan ve tê pîrozkirin. 
 
Bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Kurdî HDP'ê peyamek belav kir û vê rojê li rojnamevanên kurd pîroz kir. 
 
Peyama HDP'ê ya ku bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayîp Temel hatiye belavkirin wiha ye: 
 
"Di 22’yê Nîsana 1898’an de Mîqdat Mîdhed Bedirxan li Qahîreyê, di nav şertên mişextiyê de, rojnameyeke bi navê Kurdistanê derxist û mohra xwe li dîroka çapemenî û rewşenbiriya Kurdî ya sedsala 20’an xist. 5 hejmarên pêşîn ên rojnameyê di şert û mercên dijwar de li Qahîreya paytexta Misrê hatin derxistin, lê piştî zext û zordariyên Dewleta Osmaniyan hêjmarên wê yên 6-31’an ji aliyê Ebdurrehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Inglistanê hatin derxistin. Di rojnameyê de piştî demekê nivîs û nûçeyên bi Tirkî yên zêdetir behsa despotiya Siltan Abdulhemîd dikir jî hatin weşandin. Bêguman ev rojname di hişyarbûna neteweyî ya Kurdan de bandoreke mezin li rewşenbîriya Kurdî û tevgerên Kurdan kiriye. Herwiha Rojnameya Kurdistanê dergeheke nû li qonaxa modern a Kurdan vekir û ji bo gelek rêxistin, sazî û dezgehan bû îlhameke mezin. 22’yê Nîsanê û Rojnameya Kurdistanê ji ber vê karekterê xwe yê dîrokî û damezirîner, ji sala 1973’yan heta niha wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin. Ev 123 sal in bi hezaran rojnamegerên Kurd di riya ku Mîqdat Mîdhed û Ebdurrehman Bedirxan vekirine de bi biryar dimeşin û vê mîrateya wan, ligel hemû zext, zordarî û sansûrê roj bi roj bi pêş ve dibin.
 
KAREKTERÊ HEQÎQET Û WÊREKIYÊ YE 
 
Li ser rêça Rojnameya Kurdistanê, heta îro bi hezaran kovar û rojnameyên Kurdî hatin derxistin. Gelek nivîskar û rewşenbîr di bin ronahiya vê tradîsyonê de, fikr û ramanên xwe bi gelê xwe re parve kirin. Ji Rojnameya Kurdistanê heta îro, rojnamegerî di heman demê de bûye xeteke têkoşîn û berxwedanê. Li dijî rûreşiya desthilatdarên faşîst, Rojnamegeriya Kurdî şopa li ser heqîqetê bi bawerî û dilsozî didomîne. Ji ber vê taybetmendiya xwe, îro karakterekî xweser ê Rojnamegeriya Kurdî çêbûye: ev karakter li ser welatparêzî, heqîqet û wêrekiyê berz û bilind dibe.
 
ROJNAMEVANÊN BI XÎRETÎ LI BER XWE DIDIN 
 
Rojnamegerên Kurd wek doh îro jî berxwedana xwe didomînin; li dijî qedexe, sansûr, tirsandin û gefan rojnameger tu carî ji riya heqîqetê venegerin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Rojnamegerên Kurd bi xebat û xîreta xwe nehiştin êriş, kuştin û zext bên veşartin, bi fedakarî xizmeta gelê xwe kirin. Lewre ew her dem bûn hedefa gefên desthilatdaran; hatin kuştin, girtin, sirgûnkirin. Bi taybetî, li Tirkiyeyê, di tarîtiya salên 90’an de gelek rojnamegerên Kurd rastî êrişan hatin, bi dehan rojnemegerên Kurd hatin qetilkirin û girtin. Xwestin ku bawerî û vîna rojnamegerên Kurd bişikînin û wan ji şopa heqîqetê vegerînin, lê wan tu carî serî netewand û çok venedan.
 
Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din dîroka rewşenbîrî û berxwedana gelê Kurd e jî. Ev berxwedan ji serê sedsalê heta salên 90’an, ji 90’an heta 2021’an didome. Di 20 salên AKP’ê de jî rojnamegeriya Kurdî her tim rastî astengkirin, sansûr û êrişan hat. Bi taybetî piştî 2016’an bi îlankirina OHAL’ê û bi KHK’yan, AKP-MHP’ê hemû saziyên çapemeniya azad girtin. Dijminahiyeke mezin li hemberî çapemeniya Kurdî û zimanê Kurdî hat meşandin. Xwestin ku di serî de gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê bi derew û reşkirin û xapandinê bifetisînin, lê rojnamegerên Kurd, li her derê sînorên vê faşîzmê nas nekirin û îro jî bi serfirazî têkoşîna xwe didomînin.
 
22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî di serî de li danerê çapemeniya Kurdî Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkarên çapemeniya Kurdî pîroz be. Di vê rojê de em di serî de Apê Mûsa, Hafiz Akdemîr Huseyîn Denîz û hemû şehîdên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber bîreweriya wan û mîrateya wan a berxwedanê bejna xwe ditewînin."

Sernavên din

25/04/2021
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt