Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!

  • rojane
  • 09:14 20 Nîsan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Ebubekîr Yagarcîk ê 90 salî destnîşan kir ku polîsan heta niha 111 caran bi ser mala wî de girtiye û heta vî temenê xwe jî xweşî bi çavên xwe nedîtiye û got: "Ez tu caran heqê xwe li dewletê helal nakim."

Ji salên 90'î û vir ve li bajarên bakurê Kurdistanê polîs, leşker û tîmên taybet bi awayên kêfî bi ser malan de digirin û xelk bi tundî û muameleyên xerab re rûbirû dimîne. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Ebubekîr Yagarcîk ê 90 salî ji  ber ku gundê wan yê Rûbar, di salên 1990'an de ji hêla dewletê ve tê valakirin li Cizîrê bi cih dibe. Piştî ku li Cizîrê bi cih dibe û li vir jî carek din bi îşkence û muameleyên xerab re rûbirû dimîne. Li navçeyê jî roj tune ku polîs bi ser mala Yagarcî de nagirin. Di her serdegirtina mala wî de zarokên wî yên 8 salî û heta ku yê 20 salî hatine binçavkirin û bi tundiyê re rûbirû mane. Li gorî salixdayinên Yagarcî heta niha polîsan 111 caran bi ser mala wî de girtine û di her serdegirtinê de derî û paceyên wan hatine şikandin û bi muameleyên xerab li wan hatiye kirin. Ebubekîr Yagarcîk qala serdegirtinên mala xwe kir û got: "Ez ê tu caran heqê xwe li dewletê helal nekim." 
 
8 ROJAN BÊNAVBER ÎŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN 
 
Yagarcîk diyar kir ku di her binçavkirinekî de ew bi îşkenceyê re rûbirû maye û wiha qala zextên li ser xwe kir: "Di salên 90'î de êrişên dewletê yên li dijî kurdan pir zêde bûn. Di sala 1993'yan de biraziyê min li ser min gilî kir. Pişt re ez bi îdiaya 'Ji rêxistinê re alîkarî' hatim girtin. Di binçavan de bi saetan îşkenceya ceyranê li min kirin. Ez 8 rojan bi îşkenceyê re rûbirû mama. Tu sucê me nebû jî lê ev îşkence li ser me dihat kirin. Heta 8 rojan şûn ve ez birim Şirnex û li wir ez sewqî dadgehê kirim û ez hatim girtim. Piştî ku ez hatim girtin min sewqî girtîgeha Amedê kirin. Girtina min keyfî bû. Em bi kuştinê re rûbirû hiştibûn. 8 rojan xwarin nedan me. Nan şil dikirin û didan me. Ji wê rojê heta niha di qirika min de xwîn tê û dengê min xerabû ye. Piştî 3 mehan şûn de ez hatim berdan."
 
111 CARAN BI SER MALÊ DE GIRTIN E!
 
Yagarcîk anî ziman ku di her serdegirtina mala wan de ew û ferdên malbata xwe bi îşkenceyê re rûbirû man û wiha got: "Beriya ez 3 mehan di girtîgehê de bimînim, beriya wê jî 13 mehan mabûm. Ji wan salan vir ve 111 caran bi ser mala min de girtine. Dewletê tu derî ji min re nehişt. Yek zarokê min nema ye ku nehatiye binçavkirin. Di her serdegirtina malê de jî zarokên min bi erdê re kaş dikirin û tundî li wan dihat kirin. Lê çiqas bi ser mala min de girtibîn jî min tu caran li dijî zilma wan çokên xwe nedaniye û serê xwe netewandiye. Min çi kiriye ku ez serê xwe bitewînim? Di her serdegirtinekî de heqeret li me dikirin. Xwedê ji wan re nehêle. Di serdegirtina herî dawî de min ji midûrê polîsan re got, 'Ev 111 carin hûn bi ser mala min de digirin, heta niha we di malê de tiştek neditiye çima hûn wisa dikin?' Min jê re got, 'Ev şerma Tirkiyeyê ye'. Bêdeng bû û tiştek negot. Careke din dîsa bi ser mala min de girtin. Kurê min li kolanê li ber baranê tazî kirin. Ez pir qehirîm û min ji polîs re got, 'Bikuje lê vê zilmê lê neke'. Zilma dewletê nayê jibîrkirin. Ji xwe tu caran xwe neda jibîrkirin. Ez tu caran heqê xwe li dewletê helal nakim."
 
'XWÎNA DEWLETÊ LI ME ŞÎRÎN NAYÊ' 
 
Yagarcîk, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tiştên ku hatine serê wî ew ê tu caran ji bîr neke û got: "Kurdê ku ji dewletê re dixebite bila kurdî neaxive. Ez hatime vî emrê xwe heta niha em bi van tiştan re rûbirû man. Niha emrê min 90 e. Em dixwazin ku êdî aştî û aramiyê bibînin. Daxwaziya min ji kurdan ew e ku li ser kurdbûna xwe bin. Kurdî biaxivin û doza kurditiyê bikin. Piştî ewqas zilm, zordarî û komkujiyan li ser rûyê erdê xwîna dewletê li me şirîn nayê. Ji ber ku ew zilma dewletê li ser me kiriye Nemrûd nekiriye. "
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

22/04/2021
09:01 Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e
09:01 Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN
21/04/2021
17:05 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:04 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin
14:54 Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin!
14:20 Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
14:08 Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
13:47 Li Amedê şermezarkirina tecrîdê
13:42 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:37 Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê
12:57 Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne
12:57 Li Farqînê angaşta întiharê
12:47 Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû
12:02 Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir
12:02 Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir
11:34 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e
11:09 Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin
11:08 Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan
11:04 Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?
10:38 Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe
10:26 Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe
10:15 Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît