Bûldan: Em ê rêyek nû vekin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku ew ê tifaqa demokratîk û siyaseta rêya sêyemîn mezin bikin û got: "An em ê rêyekê bibînin, an jî em ê rêyekê vekin. Ev rê jî wê bibe rêya aştiyê."
 
Hevseroka Giştî ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna Hevserokên Bajaran ên partiya xwe de axivî. Bûldan, bal kişand ser tevlîbûna Hevserokên Bajaran a civînê û wiha xitabî wan kir: "We hêz da hêza me, cesaret da cesareta me. Em di serdemek girîng re  derbas dibin. Em ê bi biryardariyek mezin têkoşîna demokrasiyê hembêz bikin. Ji ber vê me peywirek mezin daye ser milê xwe. Rêvebertiya HDP'ê kirin, ne weke xebatkareke partiyeke ji rêzê ye. Di HDP'ê de rêvebertî kirin, tê wateya xwedî îdîayeke mezin."
 
‘HDP HÊZA AVAKER A JIYANA AZAD E’
 
Bûldan di dewama axaftina xwe de wiha got: "Hemû hevalên li vê derê ruhê Denîz, Mahîr, Îbo û Mazlûman bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê dike yek. Tişta ku HDP’ê dike partiya hêviyê ev tişt e. Hemû hevalên li vir û ên nikarine bên vê derê navê xwe li rûpelê dîroka têkoşînê nivîsandine. Ji ber wêrekiya we û baweriya we ya bi HDP’ê ez we pîroz dikim. HDP rêyek be hûn jî kedkarên vê rêyê ne. We ji niha ve dahatûya partiya me dîtiye.
 
HDP ji bo demokrasiyeke xurt, edaleteke rastîn û aştiyeke adilane, hêza avaker a jiyana azad e. Avakirina demokrasiyeke xurt ji herêm û bajaran dest pê dike. Wê dawiya vê meşê teqez serkeftina mûtlaq û serfirazî be. Ji ber ku li pişt me têkoşîneke xurt û berxwedan heye.
 
Me di 8’ê Adarê û Newrozê de jî dît. Di 8’ê Adarê de jinan îradeya xwe ya xurt nîşan dan. Jinan careke din nîşanî gelên Tirkiyeyê dan ku wê ev welat û civak bi saya têkoşîna jinan azad bibe. Jinan careke din nîşan dan ku wê ev pergala xerab bi saya têkoşîna jinan biguhere. Li ba jinan têkçûn tunebû, berxwedan hebû. Tirs tunebû cesaret hebû.
 
Cesaret û biryardariya 8’ê Adarê di Newrozê de zêdetir bû. Me careke din di Newroza 2021’an de dît ku Newroza 2021’an li hemberî kesên naxwazin îradeya gel bibînin, beyankirina îradeyê ye. Kesên li gorî hişyariya gel tevnegerin wê derbên mezin bixwin.”
 
HDP LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ HÊZ E
 
Bûldan diyar kir ku fikra HDP’ê li ser vê axê bi awayekî mezin kok vedaye û wiha bilêv kir: "Li her derê em dibin şahidên vî tiştî. HDP ji partiyeke siyasî wêdetir teşeya jiyana berxwedêr e. Navê serbilindiyê ye. HDP rêyek e û ev jî meşeke xwedîrûmet e. HDP li hemberî faşîzmê serkeftina demokrasiyê û dengekî xurt ê aştiyê ye. Desthilatdarî çi bike jî HDP li ser pêyan e, wê hêza bloka desthilatdariyê têr neke ku ev keleh bikeve. Herî dawîn xwestin partiya me bigirin. Em armanca dorpêçkirina li ser partiya me baş dizanin. Desthilatdarî bi girtina HDP’ê re dixwaze Tirkiyeyê bigire.
 
EM LI BER XWE BIDIN EM Ê BI SER BIKEVIN
 
Ji ber ku em cesaret û hêza gelan in, me dikin hedef. Ji ber ku hêza me heye em pergala wan a desthilatdariyê biguherînin, me dikin hedef. Ji ber ku em li dijî şeran in, em dibin hedef. Ji ber ku em hevkariya gelê kedkar û hejar dikin, em dibin hedef. Lê ew çi bikin jî em dev ji rêya xwe bernadin. Dibe ku di rojeva desthilatdariyê de girtin heye û dixwazin pêşiya HDP’ê bigirin. Lê di rojeva me de jî demokrasiya xurt û doza edaleteke rastîn heye. Rojeva me gel e û rêya gel e .Hêz û biryardariya me heye ku em van astengiyan derbas bikin. Temenê faşîzma AKP û MHP’ê li ber qedandinê ye. Vê tifaqa qirêj li ber hilweşandinê ye. Êrîşkariya wan ji ber tirsa wan a hilweşandinê ye. Partiya me di şertên herî xerab de berxwedaneke dîrokî nîşan daye û faşîzm daye sekinandin. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê, 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê de em dibînin. Di her hilbijartinê de me wekî peywir daye ber xwe ku em wan têk bibin. Em ê li ser rêya xwe bin.
 
Heta ku bawerî û hêviya me hebe, tu hêz nikare me têk bibe.Li hemberî bloka dewletê em ê siyaseta rêya sêyemîn mezintir bikin û tifaqa demokrasiyê geştir bikin. Heke zilm hebe wê li dijî zilmê têkoşîna mezin a gelên bindest jî wê hebe. Dîrok ne ya tirsonekan e, ya dilên wêrek e. Dem dema HDP’ê ye. Ew roj nêzik in ku em ê bi hev re bi ser bikevin. Bihara demokrasiyê nêz e. Em ê tifaqa demokratîk û siyaseta rêya sêyemîn mezin bikin. An em ê rêyekê bibînin, an jî em ê rêyekê vekin. Ev rê jî wê bibe rêya aştiyê.”
 
Piştî axaftina Bûldan, civîn li çapemeniyê girtî, dewam kir.

Sernavên din

11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
12:03 Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye!
11:58 Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan
11:38 Li Payîzavayê operasyona eskerî
11:30 Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn
11:29 3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin
11:02 Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe
10:47 Di operasyona Kampa Holê de 158 DAIŞ’î hatin girtin
10:43 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin
10:10 Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in
10:03 Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin
09:00 Greva birçîbûnê di roja 135'emîn de ye
09:00 Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê
09:00 Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî
09:00 Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:00 ‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê'
09:00 Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê
09:00 Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks'
09:00 Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!
09:00 Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN
09/04/2021
21:11 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:44 Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
16:55 ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir
16:46 Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye
16:45 Ozturk: Ocalan hêviya gelên Rojhilata Navîne
16:21 Cezayê hefsê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn
15:28 Malbat û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:17 Demîrtaş: Mutala li gorî A Haberê hatiye amadekirin, daxwaza reda dadgerî dikim
15:12 Bayindir: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşî li nelirêtiyan nayê girtin
15:02 Malbatên Roboskî serî li AYM’ê dan: Ev doza hemû kesî ye
14:43 Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin
14:22 Mezûnên Bogazîçiyê serî li Şûreya Dewletê dan
13:55 Bûldan: Fesixkirina Peymana Stenbolê dewama darbayen e
13:27 Cenazeyê jina 10 roj berê winda bû hat dîtin
12:57 TJA’yê ji bo meşa Peymana Stenbolê bang kir
12:41 Di termînala şaredariyê de hilweşîn: 5 karker birîndar bûn
12:11 Malbata Şenyaşar: Ji bo têkoşîna me deng derxînin
12:02 Yerlîkaya: Li heremê pêketiyên şewbê 6 qat zêde bûn
10:43 Serokê Şaredariyê xwest, mûxtar ji peywirê hat dûrxistin
10:33 Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator
10:20 Taşkiran: Divê em destûr nedin ku HDP were girtin
10:15 Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak
09:46 Zilamên sendîkayî: Divê em ji qadên me dagir kirine derkevin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 134'emîn de ye
09:01 Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje
09:00 Karkerê ku bi Kod-29'ê ji kar hat derxistin: Îxaneta herî mezin e
09:00 Li Mêrsînê 'polîtîkaya tepisandinê'
09:00 Di lêpirsîna ewlehiyê de pîvana 'dilsoziyê'
09:00 Ji bo karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistibûn biryara 'binpêkirina mafan'
09:00 Cotkar ditirsin qeşa li mişmişên wan bixe
09:00 Yûnanîstanê rapora otopsiyê ya Ergun nedaye malbatê
09:00 Wê jinên HDP'î li Egeyê guh bidin pirsgirêkên jinan
09:00 ‘Tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan binpêkirina mafan e'
09:00 Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Li Xarpêtê zilamekî jinek qetil kir
08:51 Ji bo Sedat Peker û hevkarên wî operasyona binçavkirinê