‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'

  • rojane
  • 09:00 8 Nîsan 2021
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, anî ziman ku armanca hevdîtina bi rêya telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re rewakirina tecrîdê ye, lewma Ocalan bal kişandiye ser hiqûqê û destnîşan kiriye ku zemîneke wisa neyê afirandin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Li dijî vê tecrîdê li girtîgehên Tirkiyeyê girtî 133 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger li dar dixin. 
 
Her wiha herî dawî li ser medyaya sosyal derbarê jiyan û ewlehiya Ocalan de hin îdia hatibûn bilêvkirin. Ji ber van îdiayan fikarên raya giştî zêde bûbûn û malbata Ocalan û parêzerên wî jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Piştî vê di 25'ê Adarê de malbatê bi rêya telefonê bi Ocalan re axivîbû, lê belê hevdîtin tenê 4 deqe û nîv dewam kiribû û telefon qut bûbû. Ocalan, di hevdîtinê de helwesta xwe ya ji bo hevdîtina telefonê anîbû ziman. 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker, diyar kir kku tecrîd helwesta polîtîk a dewletê ye û di warê hiqûqî de tu îzahiyateke wê tune ye. Şeker got: "Bêhiqûqîtiyek heye. Piştî bertekên raya giştî dewlet destûr ahin hevdîtinan dide û bi vî awayî dixwaze bêhiqûqîtiya xwe rewa bike." 
 
HELWESTA POLÎTÎK A DEWLETÊ 
 
Şeker, bal kişand ser awayê polîtîk û civakî yê tecrîdê û got: "Çareserkirina pirsgirêka kurdî, meseleyeke têkildarî demokratkbûyîna Tirkiyeyê ye. Ji ber ku dewlet naxwaze meseleya kurdî bi rêyên demokratîk çareser bike, tecrîdê kûrtir dike. Tecrîd, helwesta dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurdî ye." 
 
REWAKIRINA TECRÎDÊ 
 
Şeker, bal kişand ser hevdîtina bi rêya telefonê ku Ocalan di 25'ê Adarê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re çêkiribû û got: "Hevdîtina bi rêya telefonê ya bi Birêz Ocalan re, di nezareta serdozgerê komarê de tê kirin. A rast ev ne bikaranîna mafê telefonê ye. Dewlet dibêje, 'Wa we xeber jê girt, min hişt mafê telefonê bê bikaranîn.' Tecrîdê bi awayekî bêhiqûqî, bi hevdîtina telefonê rewa dike. Lewma helweta Birêz Ocalan a di dema hevdîtinê de ku bal kişandibû ser hiqûqê, helwesteke ku nahêle zemîna rewakirina tecrîdê bê afirandin. Em vê yekê wisa dinirxînin. Ji lew re mafê telefonê, mafê her girtiyî ye. Polîtîkaya dewletê ya 'ez çawa bixwazim ê wisa bê bikaranîn, ez kengî bixwazim ê hevdîtin çêbibe', ne tiştekî ku bi hiqûqê bê îzahkirin. A tê kirin rewakirina tecrîdê ye." 
 
Şeker, destnîşan kir ku helwesta dewletê ya ji bo Ocalan, bandorê li hiqûq, demokrasî û meseleya kurdî jî dike û got: "Em behsa pêvajoyeke ku bandorên wê yên siyasî, polîtîk û civakî hene dikin. Em behsa kesekî ku cîhan wî nas dike, dikin. Helwestên nêzî wî, divê derî civakê neyên nirxandin. Helwesta dewletê, bandorê li gelên Tirkiyeyê jî dike. Pêvajoya niha, pêvajoyeke ku azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin. Ne mimkun e ku bêyî Îmraliyê ev pêvajo bi awayekî serbixwe bên nirxandin." 
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Şeker bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan jî û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo çareserkirina xitimandinekê, rêbazek e. Yanî divê bê qebûlkirin ku bandoreke nebaş li jiyana kes dike. Lê belê heya niha dewlet û rayedaran ji bo vê gavek neavêtine. Dewlet divê bi berpirsiyarî nêzî sozên xwe bibe, lê belê pir aşkere ye ku bi awayekî berpirsiyarî tevnagere. Hema bibêje pêvajoyeke ku tu siyasetmedarên kurd û muxalif nehatibin girtin tune ne. Lewma tişta dawî ya ku girtî bikin grevên birçîbûnê ne. Heger mafên te hemû hatibin binpêkirin û giliyên te esas neyên girtin, ê ancax xwe bi grevên birçîbûnê bînin ziman. Ji ber vê ye, em çalakiyên greva birçîbûnê wekî encama xitimandineke civakiyî dinirxînin." 
 
‘DIVÊ PÊVAJO RAST BÊ XWENDIN' 
 
Şeker, destnîşan kir ku tecrîd û binpêkirinên mafan ên din tenê bi "Qanûna Înfazê" ê ji holê bên rakirin. Şeker, anî ziman ku saziyên civaka sivîl û ehlên demokrasiyê hemû divê xwedî li van daxwazan derkevin û bînin ziman û got: "Em wisa bawer dikin, em ê bi vî awayî encamekê bi dest bixin û wê rêgeza dewleta hiqûqê cardin ber bi pêvajoya xweavakirinê ve biçe. Lewma em bang li raya giştî dikin; bila pêvajo rast bê xwendin û ji bo qebûlkirina daxwazan çi dikeve ser milê kê divê bike." 
 
MA / Cengîz Ozbasar - Mehmet Erol 

Sernavên din

08/04/2021
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî
12:40 Derbarê Aydenîz û 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin
12:39 Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin
12:15 Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît!
12:08 3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin
12:08 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:54 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî
11:43 Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye
11:17 Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn
11:09 Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne
10:43 Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin
10:04 Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin
09:58 Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin.
09:01 Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne
09:01 Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'emîn de berdewam dike
09:01 Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
09:01 Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan
09:01 Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir?
09:01 Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?
09:01 ‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
09:01 Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye
09:01 Parêzer Kaya: Fesixkirina Peymanê bêcezatî kir tiştekî qanûnî
09:01 Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN
06/04/2021
23:28 Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan
20:36 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin
16:40 Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
16:35 ‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’
16:30 Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya!
16:17 Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê
16:01 Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike
15:32 Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne
15:30 Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin
15:17 Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît
14:54 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
14:49 Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin
13:25 Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin
13:18 Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn
13:13 KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir
13:04 22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin
12:53 Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne
12:30 Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin
12:18 MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e
11:01 Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:00 Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan
10:58 Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin
10:47 Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne
10:38 Qeymeqemiya Nisêbînê daxuyaniya ku wê mamosteya nijadperest diparast rakir
10:17 Li Şaredariya Amedê mobînga ‘guhertina sendikayê’
10:13 3 jinên bi sedema 8’ê Adarê ji kar hatin avêtin serî li dadgehê didin
09:24 Polisan li Stenbolê 8 kes binçav kirin
09:14 Dewletê av berda, li Deşta Pirsûsê erd nema!
09:01 Li Botanê koçeran dest bi amadekariyên zozanan kirin
09:01 Koma 27'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Li Wanê meşa ji bo Peymana Stenbolê di 10'ê nîsanê de ye
09:01 'Hevdîtin têr nake, divê azad be'
09:01 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir
09:01 'HDP xwedî mîrateyeke xurt e, nayê girtin'