25 sal in agahî ji Turkoglu nayê girtin

  • rojane
  • 14:13 3 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê çalakiya xwe di hefteya 836’an de berdewam kirin. Dayikan aqûbeta Talat Turkoglu ê di sala 1996'an de polîsan ew binçav kirin û winda kirin pirsîn û diyar kirin ku 25 salîn agahi ji Turkoglu nayê girtin. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 836’an de li ser înternetê bi rêya online pêk anîn. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Talat Turkoglu yê di 1'ê Nîsana 1996’an de ji bo dayika xwe bibine çûbû Edîrne û dema vegeriya Stenbolê polîsan ew binçav kirin û winda kirin pirsîn. Dayikan xwest qujer û faîlên Talat Turkoglu bên dîtin û darizandin. 
 
 
Xwişka Turkoglu Munube Turkoglu, diyar kir ku wekî malbat ji bo birayê xwe bibinin li her derê geriyan û çûn her derîyî û wiha got: "Wê demê gelek mirov di bin çavan de hatin windakirin. Windakirina di bin çavan de sucê mirovahiyê ye. Heta ku emrê me têrê bike emê lêgerin û têkoşîna we berdewam bikin." 
 
Birayê Turkoglu Hasan Turkoglu jî anî ziman ku ji sala 1996’an heta niha 25 salin li birayê xwe digerin û wiha got: "Tevî hemû lêgerîn û hewldanên me, heta niha me tu agahi bi dest nexistiye. Emê lêgerîna edaletê berdewam bikin." 
 
Xwişka Turkoglu Ayşe Baş jî anî ziman ku ji sala 1996'an heta niha lêgerîna wan didome û wiha got: “Rayedar hem kor in û hem jî ker in. Heta niha tu kesî deng û hawara me nebihist. Bersiv nedan hawara me. heta ku hemû winda bên dîtin lêgerîna me dê bidome. Divê kujer û faîl bên darizandin û cezakirin. Tenê daxwazek me heye. Em dixwazin winda bên dîtin û faîl bên cezakirin." 
 
Xwişka Turkoglu Fatma Turkoglu jî anî ziman ku heta hemû winda bên dîtin û faîl bên cezakirin wê têkoşîna xwe berdewam bikin.
 
WINDAKIRIN POLÎTÎKA DEWLETÊ YE
 
Parêzera malbatê Gulizar Tuncer ji anî ziman ku dozgerê ku lêpirsina windayan dike tu caran bi rêk û pêk û bi berfirehi lêpirsîn nekiriye û wiha got: “Dosya Talat Turkoglu ji dosyayên windayên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne cudatir e. Em kesên bi zorê tên revandin û windakirin wekî sûcê li dijî mirovahiyê pênase dikin. Ji bo windakirina van mirovan wekî sucê mirovahiyê bê naskirin, em têdikoşin. Em naxwazin dem di ser lêpirsîna van dosyayan re derbas bibe. Windakirina bi zorê polîtîkaya dewletê ye. Kesên fermi an jî ne fermi li ser navê dewletê vî sûcî dikin. Ji ber vê yekê bi berpirsiyariya dewletê ev lêpirsin encam nagire." 
 
Mirova Şemiyê Tuba Zehra Saglam, jî ani ziman ku hemû îqtîdar windayan li dervê hiqûqa xwe digirin û wiha got: “Maqamê darazê li diji hêza dewletê ya bê dawî hezkirin û xizmên me ne parastin. Dewletê ji bo mirov neyên windakirin û kujer mirova nekujin tu tişt nekir. Li diji ve yekê malbat û dayiken ku gotin "Windakirin sucê mirovahiyê ye" ceza kirin û tawanbar kirin. 
 
Talat Turkoglu yê 45 salî 25 salin winda ye. Li navçeya Avcilar a Stenbolê ji ber nasnameya xwe ya siyasi 4 caran hatibû binçavkirin. Îşkenceyek pir zêde lê kirin. Bi salan li nexweşxaneyê hat dermankirin. Herî dawî di 5'ê Cotmeha 1994'an de hat girtin û pişti demekê hat berdan. Di 29'ê Adara 1996'an de çû li Edîrneyê dayika xwe ziyaret bike. Dema ji Edîrneyê hat Stenbolê di 1'e Nîsana 1996'an de dema dihat mala xwe winda kirin. 
 
Malbata Turkoglu, serî li ÎHD'ê dan. serî li hemû rêxistinên Efûya Navneteweyî dan. Mijar birin rojeva miclisê. Lê rayedarên fermi diyar kirin ku agahiya wan tune ye. Di 1997'an de Endamê JİTEM'ê Kasım Açik îtiraf kir. Açik di îtîrafa xwe de got 'Talat Turkoglu li Çadirkent a Nêzî Edîrneyê polîs û eskeran ew xistin lêpirsinê û bi işkenceyê ew kuştine. Piştre ji bedena wî avêtin Çemê Meriçê. Piştî vê îtîratê serî li Dozgeriya Komarê dan. Lê dozer bêyî lêpirsînek berfireh bide biryara hewce bi lêpirsinê tuneye da. 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a EWropa (DMME) ji ber Tirkiyeyê lêpirsînek baş nekiriye û dosya girtye Tirkiye mahkûm kir. 
 

Sernavên din

03/04/2021
15:14 ÎHD: Akinci yê tê gotin ku sal û nîv temenê wî maye berdin
15:04 Ciwan di şahiya biharê de, hatin gelhev
14:36 Togrûl: Em nizanin Gergerlîoglû li ku ye
14:34 Li navçeyên Şirnexê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
14:18 Polisan li Îzmîrê 7 kesan binçav kir
14:13 25 sal in agahî ji Turkoglu nayê girtin
14:12 Aqûbeta kesên ku li Alaçatiyê hatibûn windakirin hat pirsîn
13:59 Li 35 welatiyên di Newrozê de govend gerandin, cezayê pere hat birîn
13:38 Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kiri
13:30 Nexweşê penceşêrê Şemsettîn Ozer berdin
13:17 ÎSÎG: Di 8 salan de ji ber şertên kargehan 502 karkeran întîhar kiriye
13:07 Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin
12:59 HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê
12:55 Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê!
12:45 Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin
12:44 Aqûbeta Adiguzel ê dibin çavan de wihda bû pirsîn
11:37 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
11:29 Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir
11:07 Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan
10:17 Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek
09:57 Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket
09:34 Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne
09:19 Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye
09:14 Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin
09:14 Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 128'emîn de ye
09:10 Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin
09:08 12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye
09:06 Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim?
09:04 'Hevdîtineke mezin a jinan şert e'
09:01 Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN
02/04/2021
20:53 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:49 Gergerlîoglû hat binçavkirin
20:42 Rojnamevanên ji girtîgehê derketin: Piştevanî bi ser ket
17:12 Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne
16:58 Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir
16:54 Di doza Şenyaşaran de ji bo biryarê navber hat dayîn
16:20 Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:10 Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan
15:33 Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin
15:12 ‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’
15:12 SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê
14:19 Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan
14:18 Wezaret: Veguherîna bajar a Rezan hê nebûye proje
14:05 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtine: Dawî li vê reziltiyê bînin!
14:05 ‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’
13:28 Parêzerên rojnamevanên girtî: Dozger li benda belgefîlma penguenê ye?
12:21 Uca: Li gorî kîjan xala qanûnê tecrid tê sepandin?
12:21 Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me
12:08 Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin
12:08 Doza malbata Şenyaşar dest pê kir
11:52 Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin
11:43 Lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin dest pê kir
11:18 Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin
11:04 Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin
10:22 Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir
10:11 Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin
10:04 Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e
09:03 Gurkan: Girtina partiyan encam nagire
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 127'emîn de ye
09:03 Li dijî kanên mermeran bang kirin
09:02 Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne