Agiriyê xistine çi halî!

img
AGIRÎ - Li Agiriyê piştî berf û baranê kuçe û kolan dibin gola heriyê. Welatiyan diyar kirin ku serî li rêvebiriya AKP'î ya şaredariyê didin lê belê şaredarî paxav bi wan nake û gotin: "Em hatin xapandin." 
 
Piştî ku di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de rêvebiriya Şaredariya Agiriyê ket destê AKP'ê, hema bibêje bajar bi tenê hatiye hiştin. Şaredarê AKP'î Savci Sayan û rêvebiriya wî, beriya hilbijartinê soz dabûn ku dê pêşî pirsgirêkên di warê rê, av û otoparkê de çareser bikin, bi hezaran kesî bikin xwedî kar û derdora Çemê Mûradê sererast bikin. 2 sal di ser hilbijartinê re derbas bûne, lê belê heya niha sozek jî bi cî nehatiye. Berevajî, pirsgirêkên bajêr girantir û zêdetir bûne. 
 
RÊ BÛNE GOLA HERIYÊ 
 
Rêvebira AKP'î ku tim bi pakêtên alîkariyê xwe di çapemeniya nêzî hikûmetê de dide der, ji ber ku li bajêr tu tişt nekiriye, kuçe û kolanên bajêr ji kort û koncalan xalî nabin. Nexasim jî gava baran an jî berf dibare, kuçe û kolan dibin gola heriyê. 
 
Her wiha çopên li kuçe û kolanan jî car heye demeke dirêj nayên berhevkirin. Ji ber vê li gelek deveran lodên çopan çêdibin. Ev yek jî dibe sedem ku bêhneke nexweş ji bajêr bê û gelek kes jî ji bêgavî çopên xwe davêjin Çemê Mûradê. 
 
Her wiha pirsgirêkeke bajêr jî otopark e. Hîn jî rêvebiriya AKP'î pirsgirêka otoparkê çareser nekiriye û pêşî li ber qirêjkirina Çemê Mûradê negirtiye. 
 
ESNAF NE RAZÎ YE 
 
Esnaf Erîm Beyazit ku 15 sal in traktoran difiroşe, destnîşan kir ku gava baran dibare kolanên bi toz û tebar dibin herî. Beyazit, bilêv kir ku mirov di nav heriyê de dimînin û got: "Vî halê me dibînin û tu tiştî nakin. Em li navendê ne, lê tu dibê qey rêyên me yên gunda ne. Tew rêyên gundan çêtir in. Tu esnaf ji wan ne razî ye." 
 
Esnaf Îsal Çelîk jî diyar kir ku ji ber halê rêyan mişterî nayên dikana wî û heger wisa dewam bike dê cihê dikana xwe biguherîne. Çelîk, bilêv kir ku ji bo çêkirina rêyê serî li şaredariyê dane, lê belê şaredariyê paxav bi wan nekiriye û got: "Di dema hilbijartinê de soz didin, lê piştî rayan digirin, çi dibe bi me dibe. Em dixwazin rê û peyarê bên çêkirin. Bila pirsgirêka pergala binerdî bê çareserkirin." 
 
POŞMAN BÛYE JI BER KU RAYA XWE DAYE AKP'Ê 
 
Ahmet Beyazit jî diyar kir ku di hilbijartinê de raya xwe daye AKP'ê, lê belê niha poşman e. Beyazit, rêyên bi kort û koncal nîşan da û got: "Halê wê yê çêkirî bi vî awayî ye. Tên dibînin û diçin. Min raya xwe da, lê ne razî me. Me ji bo ku xizmetê bikin raya xwe da wan. Min zanibûya min nedida. Tu sozek xwe jî bi cî neanîn." 
 
'EM HATIN XAPANDIN' 
 
Esnafê 25 salan Tercan Aydin, anî ziman ku tenê ne rê, di warê çopê de jî pirsgirêk hene. Aydin, destnîşan kir ku tu xizmeta şaredariyê nedîtine  û got: "Her der herî ye. Em nizanin em ê çi bikin. Em ji şaredariyê qet ne razî ne. Sed soz dan, qet nebe bila pênc heb bihatana kirin. Gel xapandin. Em hatin xapandin. Mêrik golek xweş avêt me." 
 
Keyayê Taxa 100. Yilê Erkan Aydemîr jî rêyên bi kort û koncal nîşan dan û got taxa wan ji xizmeta şaredariyê ne razî ye. Aydemîr, diyar kir ku gelek caran daxwazname dane şaredariyê, lê belê dîsa jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. 
 
Şêniyê Taxa 100. Yilê Cesîm Demîş ê 58 salî jî anî ziman ku qofeyên çopê kêm in û ji ber kort û koncalên rêyan tim tekerê duçerxeya wî diteqin. 

Sernavên din

30/03/2021
09:16 Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye
09:08 Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê
09:05 Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
09:03 Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN
29/03/2021
21:55 32 hezar û 404 kes bi Covîd-19'ê ketin, 154 kes jî mirin
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in
13:58 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:41 Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon
13:06 Faîlên cînayeta Mûhammedê 8 salî tehliye bûn
12:41 Dozger xwest berpirsên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê werin beraetkirin
11:57 Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir!
11:06 Gundên Geliyê Tiyarê hefteyeke bê ceyran in
10:53 Malbata 10’ê Cotmehê li ser medya civakî çalakî pêk anî
09:37 Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 123'yemîn de dewam dike
09:00 Ferit Şenyaşar: ‘Bêedaletî’ me areste dike
09:00 Hunermed Çat ku derket ser dika Newroza Amedê: Bandorker bû
09:00 Keyatî veguherîne buroyên îcrayê!
09:00 Gelo vekişandina ji Peymana Stenbolê soza hilbijartinê ye?
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'AN
28/03/2021
21:29 153 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
21:22 Demîrtaş ji malbata Kadrî Yildirim re sersaxî xwest
20:32 Şik balyeyên pereyên ku tê angaştkirin ên şewirmendê AKP’î ye parve kir
19:31 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
19:17 Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogê vegerin
17:07 Bi hezaran şengalî meşiyan: Ji rewşeke rû bide hikûmet berpirsyar e
16:40 Ji Dayikên Aştiyê piştgiriya Malbata Şenyaşar: Bila dayik negirîn
16:07 MED-DER’ê kongreya xwe pêk anî
15:26 Kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
14:25 Li Perava Yenîkapiyê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:25 Pira Gelan: Qîrîna malbata Şenyeşar bibihîsin
13:46 Ayvatoglû yê AKP’î cardin hat binçavkirin
13:27 Civîna Meclîsa HDP’ê: Li dijî girtinê dê nexşerê bê diyarkirin
13:23 Faîl Diyar e: Bila Engîn Ceylan bê girtin
12:43 Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da
12:43 Penaberê Kurd ê girtin şermezar kir dawî li jiyana xwe anî
12:16 Malbata Şenyaşar: Sûcdar wekîl û malbata wî ye
11:25 Ji 10 kolberên dibin çavan de agahî nayê girtin
11:05 PDK’ê rêya 53 gundên Biradost girt
10:39 Cara 4’emîn depoya avê teqiya: Mal dibin avê de man
10:37 ‘Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike'
10:37 Gef li dayika zaroka wê hat îstîsmarkirin tên xwarin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 122'emîn de dewam dike
09:11 Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tiştên tên meraqkirin
09:09 Lojmanên edliyeyê bûne lojmanên tiryakkêşan
09:08 Destê qeyûman ji vê pirê nabe: Di 4 salan de du caran dan ber îhaleyê
09:06 Ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be!
09:04 Agiriyê xistine çi halî!
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e
09:00 Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike
09:00 Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn
09:00 Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe