Turkdogan: Divê daxwaza aştiyê ya ji qadên Newrozê bê dîtin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku polîtîkayên ewlehiyê di qadên Newrozê de bê encam man e û xwest ku desthilat û mûxalefet daxwaza aştiyê ya li qadên Newrozê bilind bû bibînin.
 
Di pêvajoya xistina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î, vekirina doza girtina HDP’ê, feskirina Peymana Stenbolê de Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî hat binçavkirin. Turkdogan ku şeva 19’ê adara hat binçavkirin piştre hat berdan, pêvajoya binçavkirina xwe, daxwaza aştiyê ya li qadên Newrozê derket holê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
‘DERVEYÎ HIQÛQÊ YE’
 
Turkdogan, bi bîr xist ku Wezîrê Karên Hundir di meha sibatê de ÎHD û hin bernameyan de ew bi xwe hedef nîşanda ye û wiha axivî: “Piştî ku kesekî ser serê hêzên ewlehiyê ev axaftin kirin ez li bendê bûm ku bêm binçavkirin. Li Tirkiyeyê her tim wisa dibe. Di saetên serê sibê şeşan de polîs di destê wî de evraqek li mala we lêgerînê dikin û bi awayekî standart tên binçavkirin. Lê ev derveyî hiqûqê ye. Ji ber parêzer im divê agahî dabûna Navênda Heq a Parêzeran. Divê di lêgerînan de parêzerek hebûya. Ji xwe serdegirtinên malan ên saetên serê sibê mijareke rexneyê ye.”
 
JI PARÊZVANÊN MAFÊ MIROVAN RE ÇAVTIRSANDIN
 
Turkdogan, anî ziman ku sûcdariya îfadeya ku li ser bangê bikare biçe bi serdegirtina malê de hat binçavkirin û wiha got: “Ez dikarim bi rehetî bêjim ku ji bo çavê parazvanên mafê mirovan bên tirsandin ez binçavkirim. Sucdariyên derbarê min de hemû jî axaftinên min in, ji ber mirovek axivî hûn nikarin ser mala wî de bigirin. 
 
‘HEVKARÊ WÎ YÊ BIÇÛK SERDEST E’
 
Turkdogan, da zanîn ku divê li Tirkiyeyê mejiyê ewlekariyê êdî bê guhertin û anî ziman ku kî çi dibêje bila bêje wê di çarçoveya rêgezên xwe de bixebitin.
 
Turkdogan, bi lêv kir ku 6 sal in ji ber polîtîkayên ewlekariyê binpêkirinên mafan ên giran pêk tên û wiha axivî: “Em dibînin ku hişmendiyên cuda yên di nava dewletê de pev diçin. Ji aliyekî li gor daxwazên MHP’ê tevdigerin ji aliyê din Wezareta Dadê di bin navê reformê de dikeve bin taahhutê. Ji ber hevkarê Tifaqa Komarê yê biçûk serdest e gotina dibêje pêk tê. Îdeanameya girtina HDP’ê ku rojekê beriya Kongreya MHP’ê hat vekirin, di nîvî de maye. Ne gengaz e ku îdeaname be. Ev jî dide nişandan ku çiqas ecele kirine.”
 
‘DI BÊÇARESERIYÊ DE DEWLET BÛ YEK’
 
Turkdogan, diyar kir ku Tifaqa Komarê ne tenê ji AKP’ê û MHP’ê pêk tê, hin beşên din jî di nav de hene û wiha berdewam kir: “Di vê tifaqê de kes jî cih digirin. Dewleta tê dîtin û nayê dîtin, di vê tifaqê de bûye yek. Ev tifak li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd hatiye avakirin, tifaqeke ku xwe spartiya tundiyê û polîtîkayên ewlehiyê pêk tîne ye. Em li rex komên tên binpêkirin û zext li wan tên kirinin. Ji ber wê yekê em li rex gelê kurd in. Ji ber em kes û civakên mafên wan tên binpêkirin diparêzin dibin hedef. Tişta ecêp ev e, Tirkiyeyê ev jiya, tecrube kir. Divê salên 80’ê careke din neyên jiyîn. Tiştek ji van polîtîkayan dernakeve. Hûn çima bi heman tiştan mirovan mexdûr dikin. Divê êdî van pirsan bi dengekî bilind bîne ziman.”
 
MECLÎS BI NAKOK E
 
Turkdogan, da zanîn ku roja ku hatiye binçavkirin plan kiribûye ku biçe seredana Nobeta Edaletê ya Gergerlîoglû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu şertên ku serokê Meclîsê wê biryarê bixwîne tune bû. Ji bo biryarên ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dibêjin em Meclîs in, çawa AYM nivîseke wisa ji me re dişîne. Di vê rewşê de ne mecbûre fezlekeya ji dozgeriya Enqereyê hatî bixwîne. Ji aliyekî nivîsa AYM’ê weke mudaxale bibînin, ji aliyê din jî hûn ê bejin ‘ez Meclîs im mecbûr im biryara dadgehê bixwînim’ û li aliyekî jî hûn ê bikevin nav nakokiyeke mezin.”
 
PEYAMA NEWROZÊ
 
Turkdogan, xwest ku daxwaza gelê kurd a aştiyê ya ji qadên Newrozê bilind bû bê dîtin û ev tişt lê zêde kir: “Newrozê nîşan da ku polîtîkayên ewlehiyê yên ku 6 sal in desthilat li Tirkiyeyê pêk tîne bê encam maye û daxwaza gel a aştiyê zindî ye. Divê teqez ev berçav were girtin. Ev daxwaza aştiyê nîşan dide ku pirsgirêka kurd bi tundiyê nayê çareserkirin, divê bi rêkên aştîxwaz û demokratîk bê çareser kirin. Lê berovajiyê vê gav tên avêtin. Weke vekirina doza girtina HDP’ê, girtina parlementeran, pêkneanîna biryara Demîrtaş û gelek tiştên din em dikarin rêz bikin. Divê dest ji van bê berdan.”
 
DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN
 
Turkdogan, axaftina xwe wiha domand: “Gel li rex daxwaza aştiyê di heman demê de helwesta xwe ya li dijî tecrîdê jî danî holê. Ji ber ku dema behsa pirsgirêka kurd hat kirin herkes dizane ku bi taybetî helwesta Abdullah Ocalan a li vir girîng e. Desthilat dikare derbarê tecrîda ser wî gavekê biavêje. Dibe ku ev rê li ber pêvajoyeke nû ya aştiyê jî veke. Li gorî min divê desthilat vê peyamê bi nirxîne ji ber ku vîna gel gelekî girîng e. Gelê kurd jî careke din vîna xwe ji aliyê aştî û siyaseta demokratik danî holê.”
 
‘DIVÊ MUXALEFET CIHÊ GELÊ KURD LÊ DISEKINE BIBÎNE’
 
Tukdogan, destnîşan kir ku daxwaza ku li qadên Newrozê bilind bû ne tenê desthilat divê muxalefet jî bibîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê muxalefet cihê gelê kurd lê disekine bibîne. Gelê kurd di salên 90’î de jî di sala 2013’an jî niha jî li heman cihî disekine. Dîsa daxwaza wan a aştiyê heye. Ji ber wê yekê divê muxalefet prîmê nede siyaseta desthilatê û bi HDP’ê re ji aliyê demokrasiyê ve helwestê bigire. Ev bang di heman demê de ji aliyê muxalefeta siyasî ya Tirkiyeyê jî girîng e. Bi milyonan mirov heman tiştî dibêjin. Nûnera wan a li meclîsê jî HDP ye. Wê demê dikarin bi awayekî rehet bên ba HDP’ê. Li gorî min divê peyama gel bi vî şiklî bê dîtin.”
 

Sernavên din

25/03/2021
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin