Welatiyên qadên Newrozê dagirtin: Em tecrîdê bişikînin

img
WAN - Welatiyên ku qada Newrozê tejî kirin, diyar kirin ku ji bo şikandina tecrîd û yekitiya netewî li qadê ne û wiha gotin: “Em zilm, tecrîd û zextê naxwazin, azadiyê û yekitiyê dixwazin.”
 
Keleha Wanê, duh bû şahidê ji yek pîrozbahiya Newrozê ya herî bihişmet a salên dawî. Bi sed hezaran kes tevlî Newroz ku bi dirûşmeya “Em agirê Newrozê li ber xwe bidin, ser bi kevin” hat lidarxistin bûn. Di pîrozbahiyên ku coşa wê zêde de mijarên sereke tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, yekitiya netewî, ji Peymana Stenbolê paşvekişandin, vekirina doza girtina HDP’ê û xistina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû bûn. Welatiyên ku qad dagirtin hem derbarê pîrozbahiyê de hem jî têkildarî daxwazên xwe axivîn.
 
PEYAMA JI QADÊ HAT DAYÎN
 
Heme Hamûk a bi polara xwe ya bi kesk û sor û zer beşdarî Newrozê bû, xwest ku Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bê rakirin. Mamûk, bertek nîşanî vekirina doza girtina HDP’ê da û wiha got: “Sed caran bigirin em ê sed caran vekin. Çi bikin bila bikin nikarin vî gelî bisekinînin.”
 
Suleyha Demîr, a jê yek jinên ku bertek nîşanî vekirina girtina doza HDP’ê da jî diyar kir ku tehamulî destkeftiyên kurdan nayê kirin û wiha got: “Mirin, binçavkirin, girtin… Çi bibe bila bibe kurd hene. Me îro li vir ev peyam da.”
 
DESTNÎŞANKIRINA YEKITIYÊ
 
Sadiye Dûman jî bang kir ku serkeftin, azadî û aştiyê dixwazin û destnîşan kir ku ji bo kurd destkeftiyên xwe biparêzin û serbikevin pêdivî bi pêkanîna yekitiya netewî heye. Dûman, gotina helbestvanê kurd Seydayê Cegerxwîn a “Heke hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek” bi bîr xist û wiha got: “Kurd bibin yek wê tecrîd jî rabe, Mirin jî çênabin hêsirên çavan jî na herikin wê aştî çêbibe.”
 
Mûstafa Gonen jî bertek nîşanî girtina HDP’ê da û wiha axivî: “Bila hikumet bizane ku HDP’ê ji avahiyekê pêk nayê. HDP’e gel e, HDP milyon in. Gelek caran partiye bigirin jî nagihin qet nagihin armanca xwe. Em ê serbikevin. Newroz pîroz be.”
 
JI ÎDEAYAN RE BERTEK
 
Şevket Abûkan jî qala îdîayên derbarê tenduristî û ewlehiya Ocalan de avêtine holê kir û destnîşan kir ku ev rewş nayê qebûlkirin. Abûkan, xwest tecrîda ser Ocalan bi dawî bibe û wiha axivî: “Divê em bibin yek. Serok Apo ne tenê kesek e. Gel hemû ye. Çar parçeyên Kurdistanê li pişta wî ne. Cihê Ocalan yê li rex gelê kurd gelek taybet e. Divê demekî herî nêzîk de ev tecrîd were şikandin.”
 
Selîm Ozkan, bal kişand ku zextên ser gelê kurd zêde dibin û wiha got: “Tişta ku me bibe serkeftin û azadiyê yekitî ye. Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye. Divê hemû gelê kurd xwedî li vê derkeve. Dixwazin HDP’ê bigirin û ji siyasetmedarên kurd re qedexeyê bînin. AKP û hevkarê wê dizanin ku gelê kurd û HDP’ê wê di hilbijartina nû de bi wan bide winda kirin. Ji ber wê dixwazin HDP’ê bigirin. Beriya niha jî partî hatin girtin û her carê jî gelê kurd bi hêztir û bi zêdetir dengan rabû ser piya. Divê gelê kurd li dijî van rewşan demildest yekitiya xwe ya netewî pêk bînin.”
 
BERSIVA GEL
 
Huseyîn Akdag jî da zanîn ku li gel hemû zextan qad dagirtine û wiha axivî: “Sedemê dagirtina qadan xwestina vî gelî ya yekitiya netewî ye. Ev mirovên ev der dagirtine zilm, zext û tecrîdê naxwazin. Azadî û yekitiyê dixwazin. Bila ev yekitî ji gelê kurd re aştî û azadiyê bîne.”
 
Reşît Gul jî ev tişt got: “Em dixwazin di serî de Apo hemû girtî bigihin azadiya xwe. Riya azadiyê jî di hewldana gelê kurd re derbas dibe.”
 
Halît Orak ê bertek nîşanî vekirina doza girtina HDP’ê da jî wiha axivî: “Qiyamet jî rabe HDP’ê nikare were girtin. Evqas mirov ji bo çi van qadan dagirin. Em ji bo serkeftinê hatine. Dikarin evqas mirovan bikujin?”
 
‘WÊ ZILM BI DAWÎ BIBE’
 
Kerem Işik ê destnîşan kir ku Newroz “serhildane” jî ev tiş got: “Ji bo ku em vê zilmê biqedînin me ev qad dagirtin. Em weke gelê kurd her tim mirovatî parast û li dijî şer sekinin. Lê yên li hemberî me carekê be jî mirovatî ne parast. Her tim kuştin û xiyanet xwestin. Destûr nedan ku parlementerê me nimêjê bike û binçavkirin. Dê çi bi milyonan mirovan bikin? Gelo dikarin pê re serî derxin? Dema em 6 mîlyon bûn bûn 15 milyon. Em ê vê carê zêdetir parlementeran derxînin?”
 

Sernavên din

25/03/2021
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin