Peyama amediyan a Newrozê: Nikarin ava ku diherike qut bikin

img
AMED – Welatiyên ku tevlî Newroza Amedê bûn, piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê anîn ziman û bertek nîşanî girtina HDP’ê dane û gotin ku nikarin ava ku diherike qut bikin. 
 
Newroza Amedê careke din bi tevlîbûna bi hezaran kesî bi çoşeke mezin hat pîrozkirin. Li gel hemû zext û astengiyan jî Newrozê Amedê ya îsal Newroza sala 2013’an de ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Deklerasyona Aştiyê” lê hat xwendin bi bi bîr xist. Di saetên serê sibehê de bi ji çar aliyê bajar bi hezaran kes herikîn Parqa Newrozê û di saetên nîvro de qad bi sed hezaran têje bû. 
 
Di Newrozên Amedê her sal girîngî û peyamake cuda dertê pêş. Sala borî ji ber pandemiyê Newroz bi awayekî girseyî nehatibÛ pîrozkirin, lê pîrozahiya Newrozê ya îsal cuda bû. Di pêvajoya Newroz hat pêşwazîkirin de têkildarî tenduristî û ewlehiya jiyana Ocalan de li ser medya civakî angaştên balkêş hatin kirin, çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan berdewam kir, doza girtinê li HDP’ê hat vekirin, parlamenteriya Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû hat xistin û li meclisê bi zorê hat binçavkirin. Ji ber van rojevên girîng peyama Newroza Amedê gelek dihat meraqkirin lê ewqas jî beşdarîbûna wê. Li gel her tiştî jî Amedê di Newrozê de gotina xwe got û hêza xwe careke din nîşan da. 
 
Kesên hatibûn qada Newrozê ji her tiştî agahdar bûn û li gorî armanca û rihê Newrozê hatibû pîrozbahiyê. Kesên ku me girtina HDP’ê ji wan pirsî, diyar kirin ku wê hesab şaş ne ji Bexdayê dê ji Amedê vela derkevin. 
 
Li qada Newrozê ciwan, jin û extiyarên ku me mîqrefon dirêjî wan kir peyamên girîng dan. 
 
‘EM GELEK BI HÊRS IN’ 
 
Ramazan Ertekîn (28) ku bi salan e tê Newrozê, diyar kir ku zextên li dijî HDP’ê zilm e û wiha got: “Divê em li dijî vê zilmê derkevin, heke em dernekevin wê me bipelçiqînin. Em gelek bi hêrs in. Ji ber ku em kurd in vê dikin. Ji ber ku AKP tiştekî nake dixwaze zextê li me bike, me bike zindanan û vîna me xesp bike.”
 
‘EM Ê DÎSA VEBIKIN’
 
Ezba Dûran (40) jî bi lêv kir ku ew çiqas HDP’ê digirin bila bigirin ew ê dîsa vebikin û ev tişt got: “Weke ku ew difikirin wê wisa bi hêsanî HDP’ê neqedînin. Kurekî min girtî ye û niha di greva birçîbûnê de ye. Sed hezarên li qada Newrozê li dijî girtina HDP’ê ne û bersiv dane tecrîdê.”
 
‘WÊ EV ŞER BIDOME’
 
Deylem Fatime Dolat (31), got ku hewldanên girtina HDP’ê nehiqûqî ne û nêrina xwe ya derbarê mijarê de bi van gotinan parve kir: “Ji 6 milyonan zêdetir kes dengê xwe dan vê partiye. We partiye girt gelo hûn ji vî gelî çi bikin? We berê jî DEHAP, DEP, DTP’ê girt, çi bû? Niha jî dixwazin HDP’ê bigirin. Ew çiqas dixwazin bigirin bila bigirin sed hezarên li qada Newrozê nîşan didin ku em çiqas mafdar in. Berxwedan jiyan e. Wê gelê kurd tiştên pêk hatine qet ji bîr neke. Dema ku dema wê bê wê tiştên pêwîst bike. Çi dikin bila bikin wê nikarin rastiyê tune bikin. Wê ev şer bidome.”
 
‘EM KURD BUNE EM Ê KURD BIMIRIN’ 
 
Galîp Yilmaz (72) ku ji Erdexanê hatiye Newrozê, diyar kir ku gelê kurd careke din sîleke mezin li dethilatê daye û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê çoşeke mîna ya Newrozê ya tu partiyê tuneye. Desthilat rabûye dibêje em ê HDP’ê bigirin. Ji berê ve ji kurdan ditirsin. Kurd fîkî, dîrek û bingeha vî welatî ne. Ne kurd kesên ku HDP’ê digirin vî welatî dabeş dikin. Em weke kurd li xaka Mezopotamyayê ji dayik bûne û em ê kurd bimirin.”
 
‘EM Ê BÊDENG NEBIN’
 
Ronahî Îpek (20) jî got ku ew ê li dijî daxwaza girtina HDP’ê bêdeng nebin û wiha got: “Heke bê girtin bê avahiya bajar bê girtin. Tişta neyê girtin jî sed hezarên li Newroza Amedê ne. Berxwedanan desthilatê tirsandiye. Em ê hê bêtir li ber xwe bidin û wan bitirsînin. Em hê pir şer bikin. Wê hê me pirs bibînin û bitirsin. Em hene û em ê hebin. Çi dibe bila bibe em bi pêş ve biçin û paşde gav navêjin.”
 
‘DITIRSIN’ 
 
Beşdareke din Newrozê Halîse Aksoy (53) jî anî ziman ku neheqiyeke mezin li HDP’ê û gelê kurd tê kirin û derbarê zextên li ser kurdan wiha axivî: “Ditirsin. Bi mezinbûna HDP’ê re AKP matmayî dimîne û nizane ku çi bike. Heke dixwazin bila HDP’ê bigirin lê wê serkeftin a kurdan be. Ji ber ku HDP mirovahî, hiqûqê diparê wê digirin. HDP partiya gelan e. Çareserî di tekparêziyê de nîne. Çareserî piranîparêzî ye.”
 
‘CIHÊ VALA MIJÛL DIBIN’
 
Yuksel May (66) ku ji bo Newrozê ji Xarpêtê hatiye jî nêrînên xwe wiha parve kir: “HDP dengê 6 milyon kesî girtiye. Armanca girtina wan pêşî girtin û tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Ji ber ku HDP azadî û demokrasiyê diparêze dixwazin wê bigirin. Di salên 1990’î de jî vê ceribandin lê nebû. Nikarin ava ku diherike qut bikin. Cihê vala mijûl dibin.”
 
‘ÊDÎ AKP DENG NAGIRE’
 
Welatiyê bi navê Muhterem Yaşa (45) jî destnîşan kir ku bêyî MHP’ê AKP nikare bibe desthilat û ji neçarî êrişî HDP’ê dike û wiha got: “AKP û MHP timik xwe dikine rengên cuda û dixwazin hinekan tasfiye bikin. Dixwazin HDP’ê jî tasfiye bikin û dengê wê bigirin. Lê wê gelê kurd tu carî dengek jî nede AKP’ê. Êdî AKP nikare ji kurdan deng bigire. Heta niha çiqas partiyên kurdan girtine nebûye çareserî.  Her ku çûye HDP’ê dengê xwe zêde kiriye. Heke HDP’ê bigirin jî wê partiyeke nû bê. Wê hê bihêztir be. Wê gel dîsa dengê xwe bidin partiya xwe.”
 
‘DIVÊ NEYÊ GIRTIN’ 
 
Ziya Guler (60) jî ev tişt gotin: “Girtina HDP’ê neçareserî ye. Encamgirtina bi zextan ne çareserî ye. Em dixwazin aliyê aştî û xiwşk û biratiyê bin. Divê HDP neyê girtin û pêşiya siyasetê bê vekirin. Heke girtina partiye çareserî bûna dema girtina Orhan Dogan wan a wê çareserî çêbûna. Çareserî xwedî derketine li vîna gel û pêşî vekirina li aştiyê ye.”
 
MA / Azîz Orûç / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

25/03/2021
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin