Rojnameyên Tirkiyeyê Newroz nedîtin

img

AMED - Gelê Kurd, di 20-21'ê Adarê de li 60 navendan bi tevlêbûna milyonan cejna Newrozê bi coşek mezin pîroz kir. Lê îro rojnameyên Tirkiyeyê yên girêdayî hikûmet û îqtîdarê ne, coş û girseya ku duh daket qadan û daxwazên xwe anîn ziman nedîtin. Rojnameya Welat bi sernavê "Hemû Newroz ji bo Ocalan" û Yenî Yaşam jî bi manşeta "Newroza  Azadiyê (Özgürlük Newrozu)" derket. 

 
Gelê Kurd di 20-21'ê Adarê de di serî de li Amed, Wan, Stenbol, Nisêbîn, Cizîr û Êlihê bi giştî li 60 navendan bi tevlêbûna milyonan kesan agir geş kirin û Cejna Newrozê pîroz kirin. Li Stenbol, Îzmir, Amed, Wan û Êlihê bi sed hezaran kurd herikîn qadan û Newroz pîroz kirin. Dîsa li Nisêbîn, Cizîr, Gever, Bazîd, Sêrtê û bajarên din bi tevlêbûna deh hezaran Kurd daketin qadan û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li dijî zextên li ser HDP'ê û li dijî vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbole bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman. Bi milyonan gelê Kurd li 60 navendan daketin qadan û bertekên xwe yên li dijî polîtîkayên înkar, îmha û tunekirinê anîn ziman. Li gel rewşa şewba vîrûsa corona dîsa gel tedbirên xwe girtin û daketin qadan. Di hemû pîrozbahiyên Newrozê de milyonên ku daketin qadê ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirin û azadiya Ocalan xwestin. Lê rojnameyên girêdayî hikûmet û îqtîdarê ku bi dehan salin li Tirkiye weşanê dikin, cejna Newrozê ku bi milyonan kes beşdar bûn nedîtin. Yên dîtin jî bi awayekî rexneyî û tawanbar dîtin. Yek rojnameyê jî daxwazên milyonan ên li qadê neditin. 
 
AN NEDÎTIN AN JÎ WEKÎ 'NEVRUZ' DÎTIN
 
Rojnameya Hurriyetê rewşa Vîrûsa Corona (Covît-19) derxist pêş û bi manşeta "Tenê cihê şîn Şirnex ma (Tek mavî yer Şirnak kaldı) û belavbûna şewba vîrûsê derxist pêş. Rojnameyê cihekî pir biçûk da  pîrozbahiyê û wekî îlegal nîşan da. Rojnameyê bi sernavekî biçûk li jêra rûpelê bi sernavê "Di Nevrûzê de posterê Ocalan (Nevruzda Ocalan posterî)" nûçe da. Rojnameyê Newroz wekî "Nevruz" da û posterê Ocalan jî wekî "Qedexe" nîşan da. 
 
Rojnameya Sabahê, qet pîrozbahiya Newrozê nedît. Rojnameya Sabahê bi manşeta "Dewletê mezin kir da xwendin û kir bûk (Devlet büyüttü, okuttu, gelin etti)" derket û pesnê dewlete da. Rojnameyê cih da binçavkirina Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu û helwesta wî ya li dijî binçavkirinê jî wekî "Şova terorê" pênase kir. 
 
Rojnameya Sozcu pîrozbahiya Newrozê nedît. Sozcu jî reformên AKP'ê û helwesta Rektorê qeyûm rexne kir û bi sernavê "Ji Rektor ji bo Serokê YOK'ê Jesta Mizgeftê (Rektorden YOK Başkanına Camî Jestî)" derket. 
 
Rojnameya Cumhuriyetê jî qet cih neda pîrozbahiya Newrozê. Rojnameya Cumhuriyetê binçavkirina Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu derxist pêş û bi sernavê "Wekî Îspanyaya Franco ye (Franco İspanyası gibi)" helwesta binçavkirinê rexne kir. 
 
Rojnameya Yenî Şafakê jî qet pîrozbahiya Newrozê nedît. Rojnameya Yenî Şafakê helwesta Banka  Navendî rexne kir û bi manşeta "Erkek mezin dikeve ser milê Wezîrên Cemaweriyê (Kamu Bakanlarına Büyük Görev)" derket. Rojnameyê helwesta  Bankê rexne kir. 
 
Rojnameya Karar tenê bi sernavekî biçûk pirozbahiya Newrozê dît. Rojname bi sernavê "Wê demê lezgîniya we çi bû (O zaman aceleniz neydi)" helwesta mudaxaleya Banka Navendî rexne kir. Rojnameyê Newroz wekî "Nevruz" nivîsand. Dîsa beşdarbûna milyonan û daxwazê milyonan nedît. 
 
Rojnameya  Milliyet jî bi sernavê "Çeteyên hov (Vahşet Cetesi)" derket û bal kişand ser çeteyek ku zarokan ji Sûriye tîne Stenbolê û bi pereyan dide xebitandin. Rojnameyê bi sernavekî biçûk cih da pîrozbahiya Newrozê û wekî "Nevruz" nivîsand. 
 
NEWROZA AZADIYÊ 
 
Rojnameya Welat bi sernavê "Hemû Newroz ji bo Ocalan" derket. Rojnameya Welat di rûpela manşetê de tenê wêneyê qada Newroza Amedê da û Newroza Amedê derxist pêş. Rojnameya Yenî Yaşam jî bi manşeta "Newroza  Azadiyê (Özgürlük Newrozu)" derket. Rojnameyê di rûpelê de diyar kir ku bi milyonan bersîv da tecrîd, daxwaza girtina HDP'ê û vekişandina Peymana Stenbolê. 
 
 
 
 

Sernavên din

25/03/2021
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin