Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn

img
ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê, ji ber astenkirina polisan starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê bi pêxistina agir û gerandina govendê da. 
 
Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê, xwest tekildarî Newroza ku dê bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” bê pîrozkirin li ber avahiya HDP'ê daxuyanî bide. Lê polîsan destûr neda daxuyaniyê. Li ser vê Komîteya Amadekar a Newrozê, li ser baniyê avahiya HDP'ê agirê newrozê pêxist û daxuyanî da. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozgûneş û rêveberên HDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Jin bi kiras û fîstanên xwe tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
'DIVÊ GAVÊN ŞENBER BÊN AVÊTIN' 
 
Hevseroka Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê Sabûha Akdag, daxuyanî da û diyar kir ku li welat daxwaziya aşitiyê vîn û cesaret dixwaze û wiha axivi: “Ji bo aşitiyê têkoşîn dayîn bedel dixwaze. Heger em bixwazin aşitiyeke mayînde pêk binîn navnîşana vê gel û civak bixwe ye. Pêwîste ku îktîdar û hêzên demokrasiyê ji bo aşitiyeke mayîn de plansaziyek bidin pêşiya xwe. Heger bixwazin ku çek bên bêdengkirin divê gavên şenber bên avêtin.” 
 
BANGAWAZΠ
 
Akdag, di berdewamê de gelê Şirnexê vexwend pîrozbahiya Newrozê û wiha got:" Em bi coş û kelecan amadekariyên Newrozê dikin. Newroz bi hêviyê re hevdîtin e. Li dijî vê bêmafî û zilmê baweriya berxwedanê ye. Em Newrozê baş dizanin, çimkî em gelê newrozê ne. Newroz riya ku ber bi demokrasi û edeletê ve diçe ronî dike. Em ê newrozê di 21'ê Adarê de li ber otela Şehrînuh pîroz bikin. Em hemû gelê xwe, sazî û dezgehên demokratîk vedixwînin pîrozbahiya newrozê. Newroz pîroz be." 
 
Piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên "Bijî newroz" li dora agir govend hat gerandin.  
 
MÊRDÎN 
 
Li aliyê din Komîteya Amedekar a Newroza Qoserê ku wê di 21'ê Adarê de li Qada Otogarê bê pîrozkirin jî li avahiya HDP'ê ya Qoserê daxuyaniyek da. Endamê Komîteya Amedekar Kadîr Işik, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Newroz cejna gelan e û mizginiya aştiyê ye. Herî dawî Işik gelê Qoserê vexwendin Newrozê. 
 
WAN 
 
Li Wanê jî amadekariyên Newroza ku dê di 21'ê Adarê de bê pîrzokirin didomin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî û rêveberên BDP'ê jî di nav komek partiyî, li gel baranî berfê jî li navçeya Ebexê bi gel re hatin gel hev. Beriya serdanê li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê betalkirina parlamenteriya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû û vekirina doza girtina HDP'ê hat şermezarkirin. 
 
'WÊ DI NEWROZÊ DE BERSIV BÊ DAYÎN'
 
Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku tiştên pêk tên faşîzm e û wiha got: "Wê li qadên Newrozê bersiva vê bê dayîn. Desthilat hewl dide bi polîtîkayên şer û tundiyê hebûna xwe bidomîne. Desthilata AKP'ê di hêla siyasî de têk çûye. Ji ber vê têkçûna xwe zext û tundiyê li gel dike û dixwaze xwe xelas bike. Ev ne pêkan e. Bi xistina parlamenteriya Gergerlîoglû sûc hatiye kirin. Ev tiştekî şerm e. Daraza ku bi fermana desthilatê tevdigere, bi zexta hevparê biçûk ê desthilatê vê biryarê girt. HDP fikreke û bi gel mezin û bi hêz bûye. Hûn nikarin li ber vê fikrê rabin. Bi êrişkirina we re em mezin dibin. Îrao roja mezinkirina têkoşîna bi hev re ye."
 
Piştî daxuyaniyê partiyî li esnafên navçeyê geriyan û wan vexwendin Newrozê.
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/03/2021
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok