Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e

img

MÊRDÎN - Bi rasthatina Newrozê re Newroza sala 1992’yan a Nisêbînê ku komkujî pêk hatibû tê bîra meriv. Şahidê komkujiyê Salîh Falay dibêje “Jinek ku xwe avêt avê jî gulebaran kirin. Panzêrê pê li hevalên me kir. Hêj ew kêlî tê xewna min.” 

Sala par ji ber pandemiyê pîrozbahiyên Newrozê bi girseyî nehatibûn kirin. Partî û rêxistinên kurdan biryar dan ku wê îsal Newrozê pîroz bikin û bername eşkere kirin. Bi vê daxuyaniyê re li navçeya Nisêbînê û Qoserê yên Mêrdînê amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir. 
 
Lê dema dibe hefteya pîrozbahiyên Newrozê berxwedan, serhildan û dîmenên Newrozên sala 1992’yan a Nisêbînê û Cizîrê tên bîra meriv. Newroza wê salê wek Newroza “berxwedan” û “Newroza bi xwîn” di hişê xelkê de cih girtiye. Di sala 1992’yan li Nisêbînê û gundan Newroz hatibû pîrozkirin û qet bûyerek derneketibû. Lê li Şirnexê û navçeya wê Cizîrê hêzên dewletê êrişî pîrozbahiyên Newrozê kiribûn û komkujî qewimîbûn. Li ser vê yekê xelkê Nisêbînê cara duyemîn daket meydanan û xwest Newrozê pîroz bike. Welatiyên Nisêbînê yên li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya berê û Pira Şehîdan kom dibûn lê hêzên dewletê bi sîleh û maşîneyên zirxî êrişî xelkê kirin. Di encama êrişê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da. 
 
Hêzên dewletê her çiqas anaonsa “belav bibin” dike jî lê xelkê Nisêbînê dest bi çalakiya rûniştinê dike. Hêzên dewletê berê maşîneyên zirxî didin ser welatiyan û wan gulebaran dikin. Bi dehan welatî birîndar dibin. Hin welatî tirsa û bo xwe biparêz in xwe diavêjin Çemê Çaxçaxê yê di nava Nisêbînê de derbas dibe. Hin welatî di avê de difetisin. Cenazeyê kesek bi avê re derbasî aliyê Qamişlo dibe û ji wir tînin. 
 
BÎRDARIYA NEWROZÊ HAT HILWEŞANDIN 
 
Piştî sala 92’yan cangoriyên li Pira Şehîdan jiyana xwe ji dest dan her sal hatin bibîranîn. Di sala 2013’an de Şaredariya Nisêbînê li Meydana Newrozê bîrdariya komkujiyê çêkir û bi hezaran kes li derdora vê bîrdariyê bi ruhê Newroza sala 92’yan pîrozbahiyê li dar xist. Di qedexeya derketina derve sala 2016’an a de di şerê li Nisêbînê de Pira Şehîdan hat rûxandin. Qeyûmê tayînî şaredariya Nisêbînê hat kirin jî bîrdariya Newrozê hilweşand. 
 
‘HÊJ TÊ XENÊN MIN’ 
 
Yek ji şahidên komkujiya di Newroza 1992’yan de pêk hat Salîh Falay (65) bi bîr xist xelkê Nisêbînê ji bo piştevaniya xelkê Cizîrê bike xwestiye li ber Pira Şehîdan kom bibe û meşek girseyî li dar bixe. Falay destnîşan kir ku hêzên dewletê destûr nedan meşê, êrişî xelkê kirin û hêj ew şikandina hestiyên mirovan ên di bin maşîneyên zirxî de di kerika guhê wî de ye û ji bîra wî naçe. Falay anî ziman ku vegotina wê kêliya komkujiyê pir bi zehmet e û got: “Komkujiyek wilo bû ku, hêj tê ber çavê min û tê xewnên min. Panzêr di ser hevalên me de diçû û dihat. Nikarim qala wê bikim…” 
 
ÎNSANAN XWE AVÊTIYE AVÊ 
 
Falay anî ziman ku pîrozbahiya li Nisêbînê xweş derbas bûbû û wiha got: “Newroza me roja 21’ê Adarê bû. Roja din ji bo piştevaniya gelê Cizîrê xelk herikî ser Pira Şehîdan. Hêzên dewletê me dorpêç kirin û dest bi êrişan kirin. Panzêran însanan perçiqandin. Dilê me dişewitî. Her du aliyê pirê jî hatibûn girtin. Însan nikaribûn bi tu aliyî ve biçin. Çem tije diherikî. Însan ji bo xwe xelas bikin diavêtin ava çem. Jinek di nava avê de hat gulebarankirin. Însanan tenê tenê dixwest meş li dar bixe. Komkujiyek wiha hêj nehatiye dîtin. Hêj li ber çavê min e. Yên wê hovîtiyê kirin ne mirov in. Me hêj êşa wan rojan ji bîra nekiriye.” 
 
‘NEWROZ XWEŞÎ YE’ 
 
Falay diyar kir ku ew dixwazin Newroza îsal bi coşek mezin pîroz bikin û got: “Newroz xêr û xweşî ye. Roja gelan û mezlûman e. Cejna mezlûman e. Em dixwazin her kes beşdarî Newrozê bibe. Çend sal in nahêlin em li Meydana Newrozê pîroz bikin. Em dixwazin li wê Meydanê pîroz bikin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

17/03/2021
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir