Komisyona Ziman a HDP bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re civîya

img

AMED - Komîsyona Ziman ya HDP'ê bi nivîskar û rojnamgerên Kurd re kom bû. Rojnameger û nivîskaran li ser polîtîkayên bişaftin û qedexeyên li dijî Kurdî axivîn. Parlamenterê HDP'ê Tayîp Temel, anî ziman ku bi armanca pirsa "Li dijî gefên li ser Kurdî em dikarin çi bikin" bi bersivînin kom bûne û wiha got: "Me xwest em ji bo pirsa "Em dikarin çi bikin?" berîvan pêş bixin û em kom bûn. " 

 
Komîsyona  Ziman a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî li Wanê bi rojnameger û nivîskaran re civîn çêkir, niha jî li Amedê civîn li dar xist. Komîsyona Ziman ya HDP'ê li Otelek li Navçeya Sûrê ya Amedê bi nivîskar û rojnamgerên Kurd re kom bû. Rojnameger û nivîskaran li ser polîtîkayên bişaftin û qedexeyên li dijî Kurdî axivîn. Komîsyona Ziman a HDP’ê, bi boneya kampanyaya ku di 21’ê sibatê de ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî hatibû destpêkirin bi tevlêbûna nivîskar û zimanzanan niqaş meşandin. Di civînê de Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel, Îmam Taşçier amade bûn. 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û parlamenterê Wanê Tayîp Temel balkişand ser girîngiya ziman û wiha got: “Ev xebat ji bo piştgiriya ziman  û kampanyayê ye, ne ji bo propagandeyeke siyasî ye. Heta niha gelek caran kampanyayên ziman hatine destpêkirin lê bi piranî di çarçoveyeke propagandayê de mane. Îro ez dikarim vê bibêjim ku ev kampanya ji propagandayeke siyasî wêdetir dilsoziya me ya li hemberî zimanê me temsîl dike. Em minaqeşeyên xwe yên li ser dagirkeriya ziman û çanda kurdî kûrtir dikin û hewl didin ku bi hev re encameke erênî ji vê kampanyayê derxînin.”
 
NEXŞERÊ AMADEKIRIN 
 
Hevberdevka Komîsyona Zimanê Kurdî a HDP’ê Dersîm Dag jî, der barê perwerdeya ku komîsyona wan bi awayekî navxweyî dabû destpêkirin axivî û wiha got: “Me kêmasiyên xwe yên navxweyî ferq kirin û me ji bo van kêmasiyan ji holê rakin nexşerêyek amade kir. Li gorî vê nexşerêyê hemû parlementer, xebatkar, şêwirmendên partiya me dê fêrî zimanê kurdî bibin. Niha bi tevahî 500 kesan dest bi perwerdeya xwe kiriye û perwerde ji ber şert û mercên pandemiyê bi awayekî online didome. Hêviya me ew e ku em xebatên komîsyona xwe xurttir bikin û di qada dîplomasiyê de û li nav gel jî berbelavtir bikin.”
 
Di civînê de gelek niqaş hatin kirin û gelek pêşniyar hatin kirin. Xalên girîng ên ku di civînê de hatin destnîşankirin ev in:
 
*Dewlet bi hemû rê û rêbazên xwe yên dagirkeriyê êrîşê hebûna me dike. Beramberî ziman û çanda me xetereyan çêdike.
 
*Dîrok dide nîşandan ku hewldanên tevgera azadiya kurdî rê li ber rewşenbiriya kurdî vekiriye û rewşenbiriya kurdî jî pêşengtiyê li tevgera kurdî kiriye.
 
*Ziman hebûna me ye ziman nebe netewe tune ye. Girêdayî vê divê tim û daîm xebatên me ji bo pêşketina ziman hebin.
 
*Me komîteyeke ziman a ku ji 9 partiyan pêk dihat ava kir û me Tora Ziman damezirand û ev Tor ji 16 maseyên peywirdar pêk tê, xebatan dimeşîne.
 
*Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî me dest bi kampanyaya îmzeyan kir.
 
*Li ser esasê fermîbûna zimanê kurdî em li nivîskar, hunermend û rojnamegerên kurd re têkilî datînin û li ser xurtkirina xebatên xwe bi wan dişêwirin.
 
*Em ji beşdarvanên civînê hêvî dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê û bi her awayî sînorên kampanyayê berfirehtir bikin.
 
*Divê hemû partiyên Kurdistanî û hemû dezgeh xwedî li kampanyaya ziman derkeve.
 
Di civînê de beşdaran pirs û pêşniyazên xwe ji parlamenter û rêveberên HDP’ê kirin. Beşdaran bal kişand ser derengketina xebatên bi vî awayî û piştgiriya xwe ya ji bo xebatên bi vî tehrî anîn ziman. Hat gotin ku gel herî zêde di mijara ziman de HDP’ê rexne dike û ji nivîskaran bêtir jî  siyasetmedaran dişopîne. Di vê çarçoveyê de divê parlementerên HDP’ê fêrî kurdî bibin, daxuyanî û civînên xwe yên li Kurdistanê bi kurdî bikin. Der barê mijarê de hat diyarkirin ku bira li Kurdistanê zimanê kurdî bibe zimanê yekem û li Tirkiyeyê jî di asta zimanê duyem de bê bikaranîn.
 
Civîn bi pîrozkirina Newrozê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

17/03/2021
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir