Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Îro salvegera 4'emîn a koça dawî ya Hozan Dilgeş e. Hozan Dilgeş bi dehan stran û berhem li pey xwe hişt û deng û stranên wî ketin ser zar û ziman û di guhên me de man. Ew dildarê welatê xwe û doza xwe bû. 

 
Li gorî nûçeya rojnameya Ozgur Polîtîkayê; stranên “Li Mêrdînê li Bagokê”, “Muxtaro”, "Xwîna Şehîdan" û "Axa me zêr û zengîn e" ew yek ji dengên herî belav ên salên 80 û 90’î bû li kolanên gelek bajêr û navçeyên Kurdistanê. Gava Hozan Dilgeş 12’ê Adara 2017’an wefat kir, wî li pey xwe 11 album û bi sedan awaz hiştin. Berhemên 40 salên huner, ji bilî albumên wî di gelek albumên Koma Berxwedanê de jî cihê xwe girtin. 
 
Hozan Dilgeş sala 1952’yan li gundê Fisqînê yê ser bi Nisêbînê hat dinê. Yek ji 12 xwişk û birayan bû. Çawa adet e li cem pîrên êzidî yên herêma Torê, bavê wî dersa tembûrê didiyê. Hîna 12 salî, ew hînî lêxistina tembûrê dibe. 14 salî êdî ew di çalakiyên cihî de derdikeve ser dikê. Sala 2015’an di hevpeyvînek ji bo Ozgur Polîtîka de dibêje, “Li gorî baweriya Êzîdîtiyê tembûr pîroz e. 12, 13 salî li ber destê bavê xwe elimîm li tembûrê bixim, eşqa muzîkê ji bavê min vegirte min.”
 
Hozan Dilgeş li Meryemxan, M. Arif Cizrawî, Nezîp Şîrwan, Mihemed Şêxo, Seîd Ûsiv û gelek hunermendên hisandibû. Rewşa siyasî ya salên 1970’yî tesîr lê kir û ew li Nisêbîn, Colemêrg, Wan, Wêranşar, Dêrik, Cizîr û Şemrexê beşdarî çalakiyan bû; vê jî gelek tesîr li wî kir.
 
DU "TALEBE" BANDORÊ LÊ DIKIN 
 
Di nîvê salên 1970’yî de du “telebe” diçin gundê wî. Piştî civîna li gund, Hozan Dilgeş ji bo wan bi rê bixe, bi wan re diçe. Gava ku ew li benda erebeyekê ne, Hozan Dilgeş guhê xwe li wan pel dike: “Gunehê me pirr e, hîna me gundî ji axa û began rizgar nekirine. Gava ku me ev gundî ji vê zilmê xilas kirin, em ê ji gunehê xwe jî xilas bibin.” Hozan Dilgeş gava van gotinan dibihîse, pêşî şok dibe. Lê piştre gotinên ciwanan di serê wî de her olan didin. Wî di hevpeyvîna xwe de gotibû: “Di serê min de pirs peyda bûbûn. Piştî bi du hefteyan, min biryar da ku biçim Nisêbînê û her du ciwanan bibînin. Min ew dîtin û piştî sohbeteke dirêj, helwêsta wan gelek tesîr li min kir. Piştî wê rojê, têkoşîna wan ciwanan ya min bû.” Wî bi vî rengî PKK'ê û "Apocî" nas kiribûn. 
 
JI KURDISTANÊ KOÇ DIKE 
 
Hozan Dilgeş albuma xwe ya yekê sala 1978’an bi navê “Ma qey bindestî para me ye” derxist. Di albûma xwe de ew dibêje, girî û nalîn ne çare ye û tenê rêya berxwedanê li ber Kurdan heye. Piştî vê albumê heman salê neçar dimîne, Kurdistanê bi cih bihêle û diçe Elmanyayê. 
 
Ew sala 1983’yan beşdarî çalakiyeke Hunerkomê dibe. Piştî vê çalakiyê ew di Koma Berxwedan a ser bi Hunerkomê de cihê xwe digire: “Di Koma Berxwedan de xebateke kolektîf hebû. Vê gelekî ez xurt kirim. Bi muzîk û awaza xwe min destek dida Koma Berxwedan, Koma Berxwedan jî di warê muzîkî de ez xurt dikirim, ez bi gewde dikirim.”
 
'XEBETA MIN TÊR NEKIR' 
 
Ji bilî vê ew li seranserê Ewrûpayê tevlî çalakiyan bû û derket ser dikê. Di 40 salên xwe yên huner de wî 11 album derxistin. Di hevpeyvînea sala 2015’an min pê re kirî de wî gotibû, “Şert û merc ne guncaw bûn, guncaw bûna min dixwest bêhtir hilberînim. Heger min karîbûya bêhtir serê xwe bi muzîkê biêşanda, niha min ê gelekî bêhtir muzîk kiribûya. Bila ev rexneyeke min a li min be, ez tiştên min kirî kêm dibînim.”
 
ALBÛMA KOBANÊ Û ŞENGALÊ NEÇÛ SERÎ
 
Çaxê me roportaj kir, nexweşiya şekir gelek tade dida wî. Axaftina wî û meşa wî giran bûbû. Gotibû, wê du lingên wî jî bên birrîn. Wî hingê got, ew dixwaze li ser berxwedanên Kobanê û Şengalê albumekê çêke, helbet heger emrê wî têrê bike. Heta wî gotibû wî hin awaz danîne. Lê mixabin emrê wî têrê nekir û ev album dernexist.
 
Hozan Dilgeş pîrekî Êzîdî bû, lê wî muzîka xwe ji bo neteweya Kurd çêkir. Bi muzîka xwe wî bang li çar parçeyên Kurdistanê kir. Ji ber vê jî muzîka wî li çar parçeyên Kurdistanê deng veda. 
 
Muzîka Hozan Dilgeş rabûna li ber çarenûsê, qederê ye. Timî berxwedan û rabûna li ber zilmê ye. Gava wî muzîka xwe dikir, qet neditirsa, nedigot, ‘wele ez ê hinan biêşînim’, wî yekser a dilê xwe got. Ji ber wê jî gelek stranên wî bi salan hatin gotin. 
 
LI MÊRDÎNÊ LI BAGOKÊ 
 
Wî berxwedana li Kurdistanê timî di stranên xwe de îfade dikir. Yek ji van stranan “Li Mêrdînê li Bagokê” bû ku nifşê îro jî nas dike. Wî ji bo vê stranê gotibû, “Strana 'Li Mêrdînê li Bagokê’ ne ya min e. Qehremanan ew çêkir. Keç û xortên kurdan ev stran û berhemên wekê wê bi xwîna xwe çêkirin. Min tenê ew gotin, a heyî min gihand siberojê.”
 
Hozan Dilgeş muzîka xwe weke dengê berxwedan û serhildanê ji bo xelkê dan pênasekirin. Gava got, “Ma qey bindestî para me ye lo” li dijî sîstema heyî serî hildida; gava digot, “De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêx in” mêhtingeriya şêx û axayan kire hedef. Bi “Karkero Piroletero” bang li karkeran dikir; bi “Serî dan û Sir nedan” bûbû dengê berxwedana zindanan. Bi “Muxtaro” hevkarên dijmin mehkûm dikirin; bi “Biçukê canê” zarokên di şeran de tên kuştin kiribûn rojev. Bi “Çuş çuş Xumeynî” dev avêtibû paşverûtiyê; bi “Çira find û fenerî” behsa Rêber Abdullah Ocalan kiribû. Hozan Dilgeş bi “Menal şehîdê mino” şîna şehîdan girêda; bi “Bijî bijî ARGK” silav da artêşbûna kurdan. 
 
BI SEDAN STRAN LI PEY XWE HIŞTIN 
 
Hozan Dilgeş, gava ku 12’ê Adara sala 2017’an wefat kir, di 11 albumên xwe û di gelek albumên Koma Berxwedan de bi sedan berhem li pey xwe hiştin. 
 
Nav û salên albûmên wî wiha ne:
 
1978: “Ma qey bindestî para me ye”
1980: “De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêx in”
1981: “Newroz e, Newroza cejna gelê me”
1983: “Karkero Piroletero”
1986: “Serî dan û Sir nedan”
1989: “Muxtaro”
1990: “Biçûkê canê”
2001: “Ez û Yar”
“Gola Wanê”
“Heval Mazlûm”
“Pale”

Sernavên din

15/03/2021
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir
10:22 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 109'emîn de didome
09:22 Rayedarên HDP’ê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin
09:21 Rojnameger Oktay qala Nisebîne kir: Ez bûm şahidê zilm û berxwedanê
09:21 Zarok ji tirsa di mal de ye û îstîsmarkar li derve ye!
09:20 Ji bo Newroza Wanê bang: Em bi ruhê berxwedana Newroza 2008’an beşdar bibin
09:19 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
09:06 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan
09:05 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'AN
14/03/2021
20:08 68 kesên din jî bi Kovîd-19'ê mirin
18:56 Serokên baroyên 14 bajaran: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewil li dar xist
17:43 Derbarê Ozturk de lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn
15:07 Komisyona Ziman a HDP bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re civîya
15:07 Girtiyê nexweş Yilmaz jiyana xwe ji dest da
14:32 Li Mêrdînê banga tevlibûna Newrozê
13:25 Kovara Zrîng bi berga 'Bijî Newroz' derket
13:20 Zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyê deng vedan
12:24 Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan
12:15 Xebata Îtîfaqa Kurdistanî biryara 'Komîsyona Hevpar' girt
11:55 Di ser qedexeya Şirnexê de 5 sal derbas bûn: Dewletê kurê min kuşt
11:38 Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan
11:37 Cerdevan tecawizî jinek astengdar kir
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 108'emîn de ye
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan