Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema

img

RIHA - Bi ser berxwedana Qamişlo ku Kurdan li dijî êrişên Rejîma Baasê dîrok nivîsandin re 17 sal derbas bûn. Yek ji şahidên berxwedanê Nasreddîn Ahmê, bal kişand ser şoreşa Rojava û got: “Xwîna ciwanên Kurd li erdê nema. Sîûd Hûssein ê bi dîmenên kişandibûn ev berxwedan ji tevahiya cîhanê re ragihand jî, girîngiya yekitiya Kurdan bi bîr xist.

 
Li bajarê Qamîşlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 12’ê Adara 2004’an de, di dema lîstika futbolê ya di navbera tîmên El Cîhad a ji Qamişlo û El Fitiwê ya ji Dêrazorê bûyer derketin. Rejîma Baasê ev bûyer weke hincet nîşan da bû û êrîşî Kurdan kiribû. Di êrişê de 52 kesan jiyana xwe ji dest dan bûn. Bi ser vê Berxwedana Qamişlo re 17 sal derbas bûn. Serhildana li stadyuma Qamişlo dest pê kir li bajarên weke Serêkaniyê, Hesekê, Amûdê, Efrîn, Helep û paytexa Sûriyeyê Şamê belav bû. Gelê Kurd di vê serhildanê de  li dijî Rejîma Baasê Derket û bi berxwedana xwe navê xwe  li dîrokê nivîsand.
 
Rejîma Baasê, li dijî berxwedana gelê Kurd a bi şîara “Bijî Kurdistan, bimre rejîma Baasê” daketin kolanan çekên giran bi kar anîn û tankan êriş kiribû. Bi vî awayî xwestibû serhilata gelê Kurd têk bibe. Di vê êrişa rejîmê de, 52 Kurd hatibûn qetilkirin, bi sedan kes birîndar bibûn û bi hezaran kesên beşdarî berxwedanê bibûn jî, hatibûn binçavkirin û girtin.
 
‘JI BO KOMKUJIYÊ HATIBÛN’
 
Yek ji şahidên wê demê rêveberê Koma Qanişlo Nasreddîn Ahmê (50) ew roj bi van gotinan vegotin: “Dema ku dibêjin berxwedana Qamişlo, berî her tiştî qeyremantî tê bîra min.”
 
Masreddôm Ahmê, diyar kir ku 12’ê Adarê dîroka berxwedana Qamişloye û wiha behsa wan rojan kir: “Koma futbolê ya Dere Zorê hatibû Qamişlo. Lê di rastiyê de, ew ji bo lîstika futbolê nehatibûn, ji bo komkujiyê bikin hatibûn. Bi xwe re kevir, dar, kêr û gelek amûrên birînê anîbûn. Agahiya Hêzên Ewlekariya Sûriyeyê ji wan hebû. Yanî bi hevre ev plan danîbûn. Lîstikê dest pê kir. Dûre jî êrişî ciwanên me kirin. Her ku çû êriş dijwar bûn. Êdî bûyer mezin bû. Ciwanên li Qamişlo çawan bûyer bihîstin, berê xwe dan stadyûmê. Di kêliya êrişkirinê de 3 zarok hatin qetilkirin. Şer û pevçûn mezin bûn. Êdî her kesî berê xwe dabûn stadyûmê. Waliyê Hesekê yê wê demê hat Qamişlo. Ferman da ku guleyan bi ser gelê Kurd de bireşînin. Li wê derê çend ciwan şehit bûn. Kesê ku ewil şehîd ket navê wî Gîvara bû.” 
 
BERXWEDANA KURDAN
 
Ahmê, da zanîn ku gelê Kurd piştî êrişa li Stadyûmê, ketin nava berxwedanê û wiha pê de çû: “Her kesî li ber xwe dida. Hinek di nava xwînê de mabûn û can didan, hinekan jî dîmen û wêneyên bûyerê digirtin û berxwedan ji tevahiya cîhanê re radigihandin. Her tim civîn dihatin çêkirin. Di van civînan de biryar dihatin girtin ku gel wê çawan bersiva êrîşan bide. Dîsa bangên ji bo tevlîbûna meşan dihat kirin. Di heman demê de, cenazeyên ciwanên şehît bibûn jî, li ser milan bûn û bi meşan dibirin goristanan. Her tim dirûşmeya “Bijî Kurdistan bimre Rejîma Baas” dihatin avêtin. Ev dirûşmeya ku bi salane dewam dike, hîna jî rastiya xwe diparêze. Di dema definkirina cenazeyan de, eskerên Rejîma Baasê carek din bi çekan êrişî gel kirin. Li wir jî gelek ciwan şehit kirin. Tenê rêya berxwedanê hebû. Bi dehan şehîd hatin dayîn, bi sedan mirov hatin birîndarkirin, lê gel cardin berxwedana xwe dewam kir û berpirsiyartiya xwe bi cih anî.” 
 
‘XWÎNA CIWANAN LI ERDÊ NEMA’
 
Ahmê, dest nîşan kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê, hîna jî Kurd dibin êrişên dijwar de ne û wiha bi dawî bû: “Lê berxwedana gelê Kurd mezin dewam dike. Li Rovaja îro ferqek mezin heye. Kurd niha pir serkeftine. Hêz û artêşa Kurdan heye. Rêxistinbûyînek cîdî heye. Xwîna ciwanên Kurd ên bi sed salane tê rijandin, li erdê nema.”
 
YEKITIYA KURDAN
 
Yek ji şadihên serhildanê Sîud Hussein ku di dema êrişan de, bi kameraya xwe ew kêlî dikişandin û di medyayê de ji tevahiya cîhanê re radigihand jî, diyar kir ku roja 12’ê Adarê roja destpêka serhildanê bû. Hûssein, da zanîn ku bêyî ku Kurd bitirsin, ew serhildan û berxwedana xwe bi salan dewam kirin. 
 
Hûssein, bi bîr xist ku wê rojê gelê Kurd berpirsiyartiya xwe bicîh anî û xwedî berxwedanê derket. Hussein, bal kişand ser wan rojan û wiha got: “Wê demê, her Kurdekê, saziyên civaka sivîl, saziyên mafên mirovan û partiyên siyasî, hemû kesê rol û ristan xwe lîstin. Gel zilma li dijî xwe derket holê û bi dengekê bilind, ji tevahiya cîhanê re ragihand. Xwîna şehîdên 12’ê Adarê û keda gel, îro li Rojava bi rêveberiya xweser a gelê kurd jiyanî bûye. Divê Kurd her tim xwedî hev derkevin. Di van rewşên wiha û vê pêvajoya heyî de, yekitiya gelê Kurd pir girînge.” 
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

15/03/2021
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir
10:22 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 109'emîn de didome
09:22 Rayedarên HDP’ê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin
09:21 Rojnameger Oktay qala Nisebîne kir: Ez bûm şahidê zilm û berxwedanê
09:21 Zarok ji tirsa di mal de ye û îstîsmarkar li derve ye!
09:20 Ji bo Newroza Wanê bang: Em bi ruhê berxwedana Newroza 2008’an beşdar bibin
09:19 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
09:06 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan
09:05 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'AN
14/03/2021
20:08 68 kesên din jî bi Kovîd-19'ê mirin
18:56 Serokên baroyên 14 bajaran: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewil li dar xist
17:43 Derbarê Ozturk de lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn
15:07 Komisyona Ziman a HDP bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re civîya
15:07 Girtiyê nexweş Yilmaz jiyana xwe ji dest da
14:32 Li Mêrdînê banga tevlibûna Newrozê
13:25 Kovara Zrîng bi berga 'Bijî Newroz' derket
13:20 Zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyê deng vedan
12:24 Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan
12:15 Xebata Îtîfaqa Kurdistanî biryara 'Komîsyona Hevpar' girt
11:55 Di ser qedexeya Şirnexê de 5 sal derbas bûn: Dewletê kurê min kuşt
11:38 Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan
11:37 Cerdevan tecawizî jinek astengdar kir
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 108'emîn de ye
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin