'Bi şikandina tecrîdê re yê mirovahî bi ser bikeve'

img

STENBOL - Çalakgerên ku li Yûnanîstanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, destnîşan kirin ku heger tecrîd bê şikandin dê mirovahî bi ser bikeve û pêşî li ber jiyana demokratîk vebe. 

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 104'an de ne. Çalakiya greva birçîbûnê li Mexmûrê di roja 83'yan de, li Yûnanîstanê jî di roja 66'an de ye. Çalakiyên greva birçîbûnê yên li Kampa Lavrîo ya Yûnanîstanê bi pêşengiya TCŞ-Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê tên kirin. 
 
Çalakgerên greva birçîbûnê, destnîşan kirin ku heger tecrîd bi dawî be dê pêşî li ber aştî, azadî û demokrasyê vebe. 
 
TECRÎDKIRINA AŞTÎ Û AZADIYÊ 
 
Berdevkê Koma Aştiyê ya Mexmûrê Nûrettîn Tûrgût ku di sala 2009'an de bi bangawaziya Ocalan hatibû Tirkiyeyê, destnîşan kir ku bi tecrîdê re tê xwestin ku gelê kurd û hemû muxalfeta çepgir, sosyalîst û demokrasîxwaz bên tecrîdkirin. Tûrgût, bilêv kir ku polîtîkayên tecrîdê Tirkiyeyê xistine nav krîzeke pir kûr. Tûrgût, bal kişand ser hewldanên Ocalan ên di warê çareseriyê de û destnîşan kir ku AKP heya niha gelek firsendên ji bo çareseriyê mehf kirine. Tûrgût, diyar kir ku kûrkirina tecrîdê binpêkirina daxwazên ji bo aştî, çareserî, azadî û demokrasiyê ne. 
 
Tûrgût, anî ziman ku tecrîd tenê ne pirsgirêka Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ye û got: "Tecrîd, nahêle Tirkiye pêş bikeve û azadiyê asteng dike. Erdogan û Bahçelî tevî Ergenekonciyan tecrîdê kûr dikin. Ev girêdayî polîtîkayên înkar, îmha û asîmlasiyonê ne. Lewma şikandina tecrîdê, tê wateya xelaskirina gelê kurd û demokrasîxwazan a ji tecrîdê." 
 
GER TECRÎD BÊ ŞIKANDIN... 
 
Tûrgût, bibîr xist ku berê jî gelek çalakiyên greva birçîbûnê hatine lidarxistin. Tûrgût, bal kişand ser girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê û destnîşan kir ku divê li gel kurdan şoreşger, demokrat, çepgir û sosyalîst jî awayên têkoşînê dewlemend bikin daxilî nav bibin. Tûrgût, bilêv kir ku şikandina tecrîdê dê bê wateya ku "hêzên faşîst qels bibin" û got: "Ev jî tê wateya ku dê her biçe tecrîda li ser gel kêm bibe. Peywira me jî ew e ku em vê bikin. Em jî bibiryar in, em ê heta dawiyê bidomînin." 
 
TECRÎD, NEÇARESERÎ YE 
 
Hayrî Amed jî destnîşan kir ku polîtîkayên qirkirinê yên sed salî bi tecrîdê tên domandin û di şexsê Ocalan de hemû mirovahî tê tecrîdkirin. Amed, bilêv kir ku ji bo çalakiya girtiyan dorfireh bikin wan jî dest bi greva birçîbûnê kiriye û got: "Ji bo siberojên me azadtir bibin û rêya diyalogê vebe, em di grevê de ne. Pêvajoya çareseriyê gelek tişt nîşanî me dan. Me dît gava polîtîkayên tecrîdê cardin ketin dewrê bê gelên Tirkiyeyê çi winda kirin. Lewma divê gelên Tirkiyeyê baş li ser vê bifikirin. Tecrîd, bêçareserî ye." 
 
JI BO AZADIYÊ 
 
Amed, bilêv kir ku heger tecrîd bi dawî bibe wê hêza Ocalan a ji bo çareseriyê bi awayekî pir eşkere bê dîtin û got: "Birêz Ocalan gotibû, 'Heger dewlet jî destê xwe têxe bin kevir, em amade ne û em ê di 24 saetan de vê meseleyê çareser bikin.' Bêçareseriya sed salî, bû sedema gelek komkujiyan. Lewma gava ku tecrîd bê şikandin ê mirovahî bi ser bikeve û pêşî li ber demokrasiyê vebe."
 
Amed, destnîşan kir ku ew bawer dikin ku dê bi berxwedana xwe tecrîdê bişikînin û got: "Em wisa bawer dikin ku heger tecrîd bê şikandin ê civak azad bibe." 

Sernavên din

12/03/2021
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya
15:18 Lêgerîna tazî li jinên tevlî meşa şevê bûbûn hat ferzkirin
15:15 Gardiyanan dest danî ser kelûpelên girtiyan
14:56 Amûrên 50 girtiyên ku sewq kirin nadin wan
14:53 Doza rojnamevan Şerîfe Orûç hat taloqkirin
14:45 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Ji TTB’ê rapora saleka Kovîd-19: Divê dane bi zelalî werin eşkerekirin
13:54 Sibê starta Newrozê tê dayîn
13:54 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn
13:42 Nûnerên Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan
13:27 Dozger xwest Hevşaredara Erdîşê were cezakirin
13:13 Daxwaza rawestandina darizandina Parlamenter Kaya nehat qebûlkirin
13:13 Jinên binçavkirî birin edliyê: Hilavêtin sûc hat hesibandin
13:06 Dozger xwest rojnamevan Boltan were cezakirin
12:53 Li Cizîrê di nav çend deqeyan de qamyonetek xasên bêheq xelas bû
12:53 TEV-DEM: Serhildana Qamişlo fikrên Baasê yên nijadperest aşkere kir
12:36 HDP bi nivîskar û rojnamevanan re civiya
12:26 Tanrikûlû ji bo rojnamegerên êriş li wan tê kirin daxwaza lêkolîna meclisê kir
12:05 Jinên Şengalî dixwazin astengiyan derbas bikin: Jinek birîndar bû
11:57 Polîsan li Riha û Meletiyê 5 kes binçav kirin
11:50 Di doza KCD’ê de şertê kontrola edlî ya 28 kesan rabû
11:44 Hêzên Iraqê nahêlin êzidî bimeşin
11:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Ji bo Komkujiya Gaziyê 26 sal in têkoşîna edaletê didome
10:52 Kovara Dilopê 3 sal li pey xwe hişt
10:46 Jinên ku hatibûn binçavkirin wê derxin edliyeyê
10:11 Malbata Şenyaşar edaletê dixwaze
Yên sûc kirine serbest digerin
10:02 Ji bo xwedî li cenazeyê keça xwe derket tê darizandin
09:57 Şîlan Elmas Kan: Bi KADES'ê Kurdî tune tê hesibandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 105 roj in berdewam dike
09:00 Derbarê 27 esnafên kurd de îdianame hat amadekirin
09:00 TÛHAY-DER: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
09:00 Li dijî qedexeya hezar û 571 rojî serî li dadgehê da
09:00 Ji bo ku qada hêşîn ji înşatê re veke 'mizgeft' kir amûr
09:00 432 roj derbas bûn, hê jî Dokû nehatiye dîtin: Dozgerî, 'em lêdikolin'
09:00 Li 17 navçeyên Amedê kampanyaya 'Destpêkê Edalet'
09:00 Partiyên siyasî ji bo kampanyaya ziman bang kirin
09:00 Ji bo nûçeyê çû Sêwregê, lê 27 sal in venegeriyaye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2021'AN
10/03/2021
21:36 67 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 Cenazeyê Sozdar Aslanê piştî 17 mehan hat definkirin
19:37 Rojnamevan Guzupek hat berdan
17:09 2 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Gimgimê hat birîn
16:58 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
16:47 Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê hat rakirin
16:35 Dadgehê doza komkujiya 10'ê Cotmehê taloq kir
Malbatên kuştiyan: Em ê her tim edaletê bixwazin
16:27 Jinên HDP’yî tacîzê teşhîr kirin
16:26 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anî
15:59 Dê giliyê serdegirtin û îşkenceyê bikin
15:57 Şandeya HDP’ê serdana esnaf û cotkaran kir
15:46 Doza bobelata keştiyê hat taloqkirin
15:46 Rojnamevan Guzupek hat binçavkirin
14:57 Li Girtîgeha Metrîsê êriş li girtiyê nexweş hat kirin
14:44 Tosûn: Pêwîste em ji tecrîd û greva birçîbûnê re bêdeng nemînin
13:44 Di danişîna Komkujiya Enqereyê de serokê dadgehê eywan terk kir
13:27 Kelepçe şikandin: Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste
13:24 Koordînasyona Greva Birçîbûnê: Ji bo rakirina tecrîdê gav biavêjin
12:49 Seroka 10 Ekîm-Der'ê: 5.5 sal in hêj kujer nehatine girtin