Jinan li Qamişlo mîtînga 8’ê Adarê li dar xist:
Ji bo Ocalan û jin azad bibin emê têbikoşin

  • jin
  • 16:20 6 Adar 2021
  • |
img

QAMIŞLO/MEXMÛR - Bi hezaran jinên Kurd, Ereb û Suriyanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye, tev li mîtînga 8’ê Adarê ya ku li bajarokê Himo ya Qamişloyê hate lidarxistin bûn. Jinan di mîtingê de peyama "Ji bo Rêberê Abdullah Ocalan û jin azad bibin, em ê têkoşînê mezin bikin" dan. Jinan li Mexmur û Silêmaniyê ji bi şahiyên cuda 8'ê Adarê piroz kirin. 

 
Bi hezaran jinên Kurd, Ereb û Suriyanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye, tev li mîtînga 8’ê Adarê ya ku li bajarokê Himo ya Qamişloyê hate lidarxistin bûn. Qada mîtîngê bi wêneyên şervanên kurd ên di şer de jiyana xwe ji dest dane, alên sazî û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriye û Kongreya Star hatin xemilandin. Li qadê pankarta "Têkoşîna me garantiya şoreşa jinê ye" vekirin. Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed a di mîtîngê de axivî û 8’ê Adarê diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû jinên Sûriye kir. Mihemed diyar kir ku jin xwe rêxistin dikin, xwedî li destkeftiyên bi fedekariya bi sedan şervanî hatin bidestxistin, derdikevin û got: “Wê têkoşîna me dewam dike heta ku hemû qadên di bin dagirkeriyê de bên rizgarkirin. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinan em ê têkoşînê mezin bikin."
 
 Berdevka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Necla Tamî jî bal kişand ser destkeftiyên jinan û wiha got: “Piştî dîrokeke ji têkoşînê tije û fedekariyên mezin, di warê siyasî, leşkerî û civakî de gelek destkeftî hatin bidestxistin. Jinan di şoreşê de bi lehengiyê û sekna xwe hem cîhan bandor kir. Têkoşîneke bê eman da meşandin, nirxên hevpar parastin, di nava gelan de jî sîstema hevpar ava kir.”
 
Temî bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe pêk bînin û xwest êrîşên Tirkiye ya li ser jinan rawestînin û sûcên wan bidarezînin.
 
Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah jî axivî û got: “Carekî din em soz didin ku em ê şoreşê biparêzin, dagirekriya Erdogan û Tirkan hilweşînin. Em ê carekî din ala xwe li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ba bikin. Me çawa ala çeteyên DAÎŞ’ê daxist erdê, em ê ala van çeteyan jî daxin erdê. Ji bo em ala jinan li ba bikin, divê hemû jinên cîhanê têkoşînê bikin.”
 
Peyamên prozbahiyê yên 8’ê Adarê tên xwedin û mûzîk tên gotin. Jinan li qadê berhemên destan jî nîşan dan.
 
SILÊMANΠ
 
Li navçeya Berdqareman ya Silêmaniyê 8’ê Adarê tê pîroz kirin. Bi dehan jin li navenda pîrozbahiyê kombûn û 8’ê Adarê bi coş pîroz kirin. Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi dehan jin li navçeya Berdeqehremana Silêmaniyê kombûn û 8’ê Adarê bi coş pîroz kirin. Jin bi dirûşmeya ‘Dem dema parastina civakek azad û jiyana azade’ di van kêliyan de 8’ê Adarê pîroz kirin. Hunermend Şehên Talebanî, Niyan Ebdula, Rubar Reşîd û Şinyar Necîb tevlî pîrozbahiyê bibin. Koma Def ya Viyan Soran û koma Govendê ya Destîna Qendîl jî wê tevil bibin. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Viyan Soran û gelek kesên di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan hatin rakirin. Tê payîn şahî heya danê êvarî dewam bike.
 
MEXMÛR 
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Mexmûra ser bi bajarê Musilê ve çalakiyên cur be cur tên li darxistin. Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja jinên cîhanê li Mexmûrê bi çalakiyên cûr be cûr di dome. Di rêze çalakiyan de Şaredariya Mexmûrê dar çandîn û Tevgera Jinên Ciwan bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi lêdana erbaneyan heta ser girê Qereçox meşiyan. Di nava van rêzeçalekiyan de ji bo pirozkirina 8’ê Adarê Şaraderiya Mexmûrê li parqa Şehîd Zehra Penaber dar çandin.Tevgera Jinên Cîwan jî bi reng û dengên xwe bi cil û bergên xwe yên Kurdî, lêdana erbane û bi gotina stranan ji Meclîsa Îştar heta ser girê Qereçox meşiyan. Li wê derê li ser navê Tevgera jinên Ciwanan axaftin hat kirin û beriya çalakî destpê bike deqeyek rêz hat girtin.
 
Li wê derê li ser navê Tevgera jinên Ciwanan endama TJCM’ê Selma Bozan axivî û got: “Di destpêkê de em roja 8’ê Adarê li rêber Apo û hemû jinên cîhanê, hemû jinên Kurd pîroz dikim. Divê ji bo me her roj weke rojên taybet be û li gora wê em xwe rêxistin bikin. Ji ber vê erk û misyona dikeve li ser milê jinên ciwan gelek giringe.”
 
Pîştî axaftinê Jin hemû kombûn balon û kevokên aşityê li ser gir firinadin û pîştre jî jinan bi govendek germ û tilîliyan 8’ê Adarê pêşwazî kirin.
 
 
 
 

Sernavên din

10/03/2021
12:18 Doza faciaya keştiyê dest pê kir: Zenkirine turîstên penaberin!
12:05 Li Mêrsînê ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ dest pê kirin
11:51 Endamê HDP’ê Masyan hat binçavkirin
11:37 Li Sasonê serwîsa dibistanê qelibî: 2 mirî, 24 birîndar
11:37 Endamê Unite The Union Burke: Bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdê rûreşî ye
11:34 Li du bajaran tundiya zilam: Mirina biguman, êriş û îşkence
10:54 Malbata Şenyaşar a daxwaza ‘edaletê’ dike cardin di nobetê de ye
10:22 Li kontrola leşkerî du caran bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:05 Rê ji kort û koncalan, perav ji çopan xalî nabe
09:38 Li diyarê findiqan Gîresûnê HES robaran ziwa dikin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê 104 roj in berdewam dike
09:03 Dayika Aştiyê Kaygûsûz sal û nîveke girtî ye
09:01 Eleqeya ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo kurdî: 12 hezar û 500 îmze
09:00 'Bi şikandina tecrîdê re yê mirovahî bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2021'AN
09/03/2021
16:33 Qeyûm hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê îxrac kirin
16:15 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:13 Ji endama MEBYA-DER’ê pirsa ‘cenazeyê keça te kê şûşt’ kirin
16:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê: Tecrîd li ser hemû civakê belav bûye
15:37 Ji UNICEF’ê hişyariya zêdebûna zewicandinên bi zorê
15:33 Bi benzîn û heste gef li hunermend Çat xwarin
15:16 Derbarê êrişa li ser Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
15:13 Cîgirê Hevserokên HDP'ê li pirsgirêkên dikandaran guhdar kir
15:12 Li Amedê ‘ekîba taybet’ zextan li girtiyan dike!
15:01 Bûldan: HDP destkeftiyan têkoşîna jinan e.
14:57 Nûçegihana NûJINHA xelat wergirt
14:54 Dozger ji ber wekaleta muwekilên xwe li 18 parêzeran lêpirsîn vekir
14:37 Cîhangîr Îslam tevlî CHP’ê bû
14:37 5 roj in ji jina ciwan agahî nayê girtin
14:35 Malbata Şenyaşar li pêş Edliya Rihayê ne: Êdî sebrê me nema
14:11 Ruhê berxwedana 8’ê Adarê wê li Newrozê jî nîşan bidin
13:30 Li Çewlikê bi pîleya 4,2 erdhej çêbû
12:58 HDP’ê ji Wezareta Dadê pirsî: Penasekirina we ya tecrîdê çi ye?
12:57 Êrişa li dijî rojnameger Gultekîn şermezar kirin
12:41 Bi sedema ‘çaya qaçax’ welatiyekî hem kelemçe kirin hem jî derp kirin
12:06 Doza rojnamevan Evren hat taloqkirin
11:41 Hevserok û endamên MEBYA-DER’ê anîn edliyeyê
11:26 Parlementera AKP’ê: Zilam ji jinan zêdetir tên kuştin
11:18 Danişîna rojnameger Topaloglû û Eser hat dîtin
11:00 Hiqûqzanên jin kovara ‘Fanjin’ weşandin
09:50 Li çar perçeyan jin daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê 103 roj in berdewam dike
09:30 Di 75 rojan de 875 nan çûn çopê
09:25 Daxwaza hevpar a jinan: Azadî
09:20 Hem bi PKK'ê û hem bi FETO sûcdar kirin
09:15 Danişîna yekem a doza derbarê keştiya noqî Gola Wanê bû de sibê ye
09:10 'Em kampanyaya ji bo kurdî berbelav bikin'
09:05 Hozan Canê: Ez li ser çoka Şakiro û li ber dengê Meryemxanê mezin bûm
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2021'AN
08/03/2021
22:35 64 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:07 Bi hezaran jin daketin Taksîmê
17:16 Jinan ji Enqerê bang kirin: Têkoşîn didome
16:45 Ayşe Gokkan: 8’ê Adarê serhildan e
16:32 Jinên Êlihê qedexeya walîtiyê nas nekirin û meşiyan
16:29 Jinan di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:15 Aydenîz: Em ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin
15:31 Jinan ji qadan bang kirin: Em ê bi tekoşînê azad bibin
14:39 Yuksekdag: Em li ku bin jî di heman dilî de tên ba hev
14:17 Çûbûk a ji bo 8’ê Adarê hefsa xwe ya malê bi dawî kir: Em ê serbikevin
13:59 Li gel qedexeya reklamê jî afişê Erdogan bi Sûran ve kirin
13:55 Jin bi reng û dengê xwe dimeşin mîtingê
13:53 Jinan li Botanê 8'ê Adarê pîroz kir: Em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê pêk bînin
13:27 Ji Şentop daxuyaniya Gergerlîoglû
13:24 Dozger xwest kujerê Şîrîn Tosûn heta hetayê were cezakirin
13:12 Li YE’yê ji bo berdana Demîrtaş kampanya dan destpêkirin
13:10 Ji jinên baroyan peyama 8'ê Adarê: Em hebûn, em hene emê hebin
12:53 Midurê Giştî yê Borsaya Stenbolê Hakan Atîlla îstîfa kir
12:23 Coşa 8'ê Adarê li Wanê dest pê kir
11:38 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê: Em li vir in û bi hev re ne
11:25 50 girtî sewgî girtîgehên din kirin
11:04 Di zimanên xizmetê yên KADES’ê de kurdî tuneye
10:46 Li Wanê bi pîleya 3,6 erdhej çêbû
09:45 Li Farqînê qezaya duyemîn a trafîqê: 2 birayên hev jiyana xwe ji dest dan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 102 roj in berdewam dike
09:00 ‘Em ê li zanîngehan rê nedin tundiya zilaman’
09:00 Dadgehê ji doza Onkol Wezareta Karên Hundir mahkûm kir
09:00 Piştî 16 salan atolyeya xwe ya tekstîlê vekir
09:00 Li dijî cihêkariya zayendî jin li her derê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2021'AN
07/03/2021
22:00 Beriya 8’ê Adarê jinên di greva birçîbûnê de silav kirin
20:05 Li Midyadê kesekî dawî li jiyana xwe anî
19:58 Hejmara qurbaniyên koronayê ji 29 hezarî derba bû
19:32 Li Amedê qezaya trafîqê: 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:19 Kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Li Dîlokê meşa 8'ê Adarê: Em natirsin û îtaet nakin
17:29 Li Enqerê jinek hat qetilkirin
16:54 Jin vexwendin mîtîngên Amed û Wanê
16:40 Di meha Sibatê de 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan
16:09 5’emîn Konsera Amîda diyarî jinan hat kirin
15:16 Dozger xwest aktîvîstên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin, bên girtin
15:15 Dema binçavkirina MEBYA-DER'iyan cara duyemîn hat dirêjkirin
14:38 ÎHD’ê serdana Hevseroka KCD’ê Guven kir
14:11 5 sal in bersûcên Fatma ya 13 salî nayin dîtin
12:34 Amed ji bo mîtînga 8’ê Adarê amade ye
12:03 Li Girtîgeha Tarsûsê, dest danîn ser helbesta greva birçîbûnê
10:06 Papa derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê 101 roj in berdewam dike
09:04 Girtîgeh ji bo çûna nexweşxaneyê şert danî ber girtiyan: Dest ji grevê berdin
09:04 ‘Em ê bi nasnameya xwe ya LGBTÎ+î dakevin Taksîmê
09:03 Li Wanê jin ji bo 8'ê Adarê amade ne: Ê dengê me bigihê ezman