Bariş: Divê her kes xwedî erk bin ku mafê Ocalan biparêzin'

  • rojane
  • 09:57 13 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Civaknas Azad Bariş, diyar kir sepandinên tecrîdê yên li dijî Ocalan, eyneya têkiliyên bi gelê Kurd re ye û wiha got: “Divê gelê me li dijî tecrîdê aştiyek bi rûmet biparêzin. Divê her kes xwedî erka hemwelatibûna ku mafê gerdûnî yên Ocalan biparêzin bin." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Girava Îmraliyê girtî ye. Di 15'ê Sibatê de 22 sal di ser 15'ê Sibata 1999'an re derbas dibe. Piştî 9'ê Cotmehê Girtîgeha Girava Îmraliyê bi taybet hat avakirin û Ocalan şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. Li vir 22 salin Ocalan di tecrîdê de ye. Civaknas Azad Bariş, têkildarî polîtîkayên li dijî Ocalan û paradîgmaya Ocalan a Modernîteya Demokratîk pirsên Ajansa me ya Mezopotamya (MA) bersivand. 
 
Civaknas Azad Bariş, anî ziman ku ji ber geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn pêş ketin, hêzên herêmî û navdewleti Ocalan kirin hedefa xwe û wiha got: "Piştî di 15'ê Sibata 1999’an de Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin, pêvajo derbasî merhaleyek din bû. Divê em li pilanên pişt berdê binerin. Berê gelek caran li dijî Ocalan êrîşên suikastê pêk hatin. Lê bi ser neketin. Ji ber vê yekê hêzên navdewletî ketin nava liv û tevgerê û di sala 1998'an de Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û di 15'ê Sibata 1999’an de jî radestî Tirkiyeyê kirin. Ji ber ku Ocalan û rêxistina xwe têkoşîna rizgariyê pêş dixist û hem jî bû kirdeyê têkoşîna çep û çînan. Vê hewldanê peymanên sedsalê kir mijara niqaşan. Li dijî pirsgirêkên dîrokî bû alternatifa çareseriyê. Dîsa li dijî pergala kapitalist bû rêxistinek civakî ya alternatif a azadiyê. Lê mixabin gelek kes zêde pêvajoya komplo fam nakin. Eger Ocalan baş bihata famkirin îro tecrîd nedihat vê astê." 
 
'NÊZÎKATIYA LI DIJÎ OCALAN NÊZÎKATIYA LI DIJÎ FIKRÊN WÎ NE' 
 
Bariş, anî ziman ku Ocalan ji çalakiyên Dih û Şemzinanê heta rizgarkirina Raqqayê li gel gelê Kurd bû rêberê gelên herêmê yê polîtîk û wiha lê zêde kir: "Îro Ocalan rêberê siyasî yê gelê Herêmê ye. Bi fikr û pêşniyarên xweyên çareseriyê û aktivizmên pêş xistine bûye hêz. Em qebûl bikin an nekin Ocalan li Rojhilata Navîn bûye rêberekî alternatif ê bîrdozî û tevgeran. Di Rojhilata Navîn de bûye rêberekî ku di nava bawerî, mezhep, gel, aborî, jin û ciwanan û hemû beşên civakê de fikra civaka alternatif û kolektif pêşdixe. Nerîna fikir û onto-politik a Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e. Dema em li hilberînên Ocalan ên 20 salên li Îmraliyê binerin em vê fikr û têkoşînê dibînin. Îro nêzîkatiya li dijî Ocalan di heman demê de nêzîkatiya li dijî fikr û projeyên wî ne. Em dibînin ku bi fikr û niqaşên xwe yên bi deh hezaran rûpel nivîsandine û analîz kirine derdikeve pêşberî me. Pêvajoya çareseriya aştiyê encama hewldan, têkoşîn û fikrên wî bûn. Ji ber vê yekê fikrên wî li dijî pergala modernîteya kapitalist fikrên pergala Moderniteya demokratîk ku alternatifa jiyana azad diafirîne ye." 
 
'OCALAN LI DIJÎ TÊKÇÛNÊ MÎNAK E'  
 
Bariş, da zanîn ku di fikr û hûrbûna xwe de bêtir têgehên “Komara Demokratîk", “Welatê hevpar", “Konfederalizma Demokratîk”, “Xweseriya Demokratik", “Neteweya Demokratîk" û “Moderniteya Demokratik" pêş xistin û îro “Modernîteya Demokratik" li dijî pergala “Modernîteya Kapitalist" pêş xistiye û got: "Ocalan bi fikra “moderniteya demokratik" li dijî tekçûna şarestaniyê mînak e. Modela Modernîteya Demokratîk, bi têgehên Civaka Demokratik, Eko-Endüstriyalizm û Konfederalizma Demokratîk bi ruh dike." 
 
Ocalan li girtîgehê di nava hûrbunek entelektueliyê de ye. Em dibînin ku gelek zorên pir mezin derbas kirine. Em dibînin ku di van şertên zor de hevî û baweriya xwe parastiye û tiştê ne pêkan bi ser xistiye. Ocalan hem ji bo dîroka mirovahiyê û hem jî ji bo azadkirina erdnîgariyê pêşengiyek pir mezin dike. Tenê kesên bindest hişyar nekiriye. Di heman demê de xistiye nava tevgerê û rêxistinê. Navenda  nirxên Rojhilat û Rojava ji nûve dihûne û dirêse."  
 
15'Ê SIBATÊ HER ROJ NÛJEN DIKIN
 
Azad Bariş, da zanîn ku 22 sal borîn, lê hêj 15'ê sibatê rojane ye û her roj 15'e Sibatê rojane dikin û wiha berdewam kir: "15'ê Sibatê di xweseriya Îmraliyê de her roj nûjen dikin. Ev tenê bi tecrîda li Îmraliyê ne bi sînor e. Ev bandora xwe li ser hemû beşên civakê jî dike. Tirkiye bi îzolasyon û tecrîdkirina Ocalan ne tenê hiqûqa gerdûnî, di heman demê de destûra bingehîn ya xwe jî binpê dike. Li gel mafê Ocalan ê zagonî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike, ev mafê wî tê binpêkirin. Ev nişan dide ku ev ne welatê demokratîk e. Ne li gorî pîvanên hiqûqê, li gorî bernameya siyasî ya AKP-MHP’ê nêzî Ocalan dibin. Ev nîşan dide ku bi şer xwe bi rêve dibe. Wekî stratejiya herba taybet tecrîdê pêş dixin. Nêzîkatî û sepantinên li dijî Ocalan eyneya têkiliyên bi gelê Kurd re ye. Dema em li tecrîdkirina Ocalan û dirokê dinerin, efsaneya navdar a Prometheus tîne bîra mirovan. " 
 
Bariş, bal kişand ser nêzîkatiya Ocalan ku çiqas girîngiyê dide Aştiyê û wiha pêde çû: "Ocalan di hemû jiyana xwe de, hemû hewldan û lêgerînên wî yên çareseriyê li ser rê û rêbazên aştiyane û demokratîk in. Ev di hemû jiyana wî ya siyasî de heye. Li dijî "Şer" û "Bê hafizekirinê" girîngiyê dide “Aştî" û "Rû bi rûbûnê".  Ev israra wî ji bo vê axê şensek gelek mezin e. 
 
Girtîgeha Îmraliyê ji girtîgehê zêdetir bûye labaratuvara şerê taybet û derûnîu. Îmralî bûye navenda pevçûna navbera aştî û şer. Ji ber tekoşîna Ocalan îro hem gelên herêmê, hem baweriyên cuda, hem karker û hem jî jin bûn xwediyê destkeftiyên gelek mezin. Paradigmaya Ocalan îro ji bo gelê herêmê bûye çareseriya xeta sêyemîn. Ji ber li dijî peşeroja gelan xwedî berpirsiyarek dirokî ye di vê xetê û paradîgmayê de israr dike. Dema em li paradigmaya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinerin, em dikarin hêsantir ideayên siyasî yên Rejîma Baas û El Qaide fam bikin. Em dibînin gelên herêmê li dora vê paradigmayê kom dibin. Gelê herêmê li dora vê paradigmayê ji nûve hev has dikin û hembêz dikin. Ji ber têkoşîna Ocalan a polîtîk, gelên herêmê, bawerî, çîn, jin û ciwan bûn xwedî destkeftiyên gelek mezin. " 
 
'DIVÊ HER KES TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ JI BO XWE BIKE ERK' 
 
Civaknas Azad Bariş, herî dawî wiha got: "Divê her kes ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe têbikoşe.Divê gelê me li dijî tecrîdê aştiyek bi rûmet biparêzin. Divê her kes xwedî erka hemwelatibûna ku mafê gerdûnî yên Ocalan biparêzin bin. Ji ber tu tecrîdkirina Ocalan û pergala li Îmraliyê tê afirandin, piştî demekê îxharcî hemû welêt dike û li hemû welat belav dike. Îmrali bo helwesta hişk û otoriter kirine herêmek pilot û navendî. Cerebeyên 22 salan ên Îmraliyê vê yekê nîşan dide. 
 
Dema bi Ocalan re diyalog pêş ket, li welat şer û pevçûn daket asta herî jer. Lê dema diyalog qut bû, şer û kuştin derket asta herî jor. Ji ber vê yekê girîngiya diyalogê aşkere derdikeve holê. Aktorkekî ku xwedî rola kîlîdê ye, ji bo gelê Tirkiyeyê jî şensek mezin e. Divê ev tecrîda 22 salan bi lez bi dawî bibe û dîsa masa aştîyê bê avakirin. Ev ji bo hemû gelan fêde ye. Ji ber vê yekê divê mirov bi hafizaya dîrokî dîsa li meseleya Ocalan binere û gavan bavêje. Çawa ku Mandela bi fikrên xwe yên geş wekî Tata'yê (Bavê) Parzemîna Bejayî, dîrok tev li hev kir, Ocalan jî wekî Apo'yê Rojhilata Navîn di dîrokê de şop hişt. Vê şopê geş dike. Çawa kes nikare rol û rista Mandela înkar bike, nikare ya Ocalan jî înkar bike." 
 
MA / Nacî Kaya 
 
 
 

Sernavên din

16/02/2021
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 82'yan de ye
08:07 Hevseroka HDP'ê ya Qersê Subaşi hat girtin
15/02/2021
23:27 Li Hewlêrê teqîn
21:32 Li Cizîrê teqîneke dijwar
21:04 Li hember deriyê Edliyeya Amedê jinek hat kuştin
20:56 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:12 Li Stenbolê şermezarkirina 15'ê Sibatê: Em ê tecrîdê bişikînin
16:54 Li Rihayê jinek hat kuştin
16:05 Wezareta Karên Hundir: Li 40 bajaran 718 kes hatin binçavkirin
16:04 Li Êlihê 3 kesên din jî hatin berdan
15:47 Di 22’emîn salvegera komploye de ji Ocalan re azadî xwestin
15:04 Li Amedê protestoya 15’ê Sibatê
15:00 Qursên Quranê derveyî qedexê hatin hiştin
14:53 Serokê TUÎK’ê Şîrîn ji peywirê hat girtin
14:50 Hat xwestin Velî Yildiz were berdan
14:44 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Heta tecrîd bi dawî nebe demokratîkbûn nepêkan e
14:39 Zilamê ku tundî li endezyar Tosûn kiribû li ser bertekên zêde hat binçav kirin
14:20 Guven: Ne ji ber em sûçdar in, ji ber em Kurd in dadgeh vê biryarê dide
14:08 Li Êlihê polisan bi ser avahiyên HDP’ê de girt
13:40 Li gel berfê jî Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
13:26 Kayayê ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin bi merasîma dewletê hat veşartin
13:25 Polîsan li Colemêrgê 8 kes binçav kirin
13:25 Karkerê ji qata 8’an ket jiyana xwe ji dest da
13:20 Tirkiyeya ji bo eskerên xwe tiştek nekir, ji bo eskerê îsraîlê bû qasid
13:00 ÎHD: Li Garê sûcê şer hatiye kirin
12:47 Li gelek bajaran polisan bi ser malan de girtin: 45 kes hatin binçavkirin
12:31 Jinên cîhanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
12:08 Heso Îbrahîm: Li derdora Şengalê tevgera leşkerî zêde bûye
12:08 TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin azadî nayê
11:30 Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hat birîn
10:51 Mêran li Manisa 2 jin kuştin
10:36 Li Şirnexê 10 kes hatin binçavkirin
10:29 Polîsan tecawizî wê kir û xwişka wê derb kirin
10:19 Li Bazîdê 13 kes hatin binçavkirin
10:00 Polîsê di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest daye berê hatiye îxrackirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 81'an de ye
09:01 Remza aştî û evînê: Sêva Mêxekrêj
09:01 Vîna Ocalan banga têkoşînê ye
09:01 Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin
09:00 Bulbul: Baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê digire
09:00 Leyla Guven: Wê bi qebûlkirina daxwazên girtiyan civak aram bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'AN
14/02/2021
23:13 Li Wanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
22:00 Ji kesên li Dîlokê hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan
19:13 Li Êlihê 4 kes hatin berdan
18:59 Derbarê Kaya û Gergerlîoglû de lêpirsîn Garê dan destpêkirin
17:31 HDP: Divê îqtîdar ji bo operasyona Garê hesab bide
17:25 Kaya: Heqîqet evqas tên berovajîkirin
16:41 Akademîsyenên Oxfordê: Qeyûm jahrkirina demokrasiyê ye
16:13 Walî navê polîs û eskerên li Garê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir
15:42 Platforma Demokratîk: Tev li şermezarkirina 15'ê sibate bibin
14:57 Yaylali: Operasyona Garê komkujî ye
14:56 Polîsan li Wanê 27 kes binçav kirin
14:55 Karsazekî xebatkara xwe ya jin a endezyar derp kir
12:36 Li Amedê operasyona medya civakî: 7 binçavkirin
12:35 Li Aydinê jinên HDP’î hatin binçavkirin
12:24 Cerdevanan êrişî êzidiyê ku xwest vegere gundê xwe kirin
11:36 Leşker û polisên di destê HPG’ê de di Operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dan
11:06 Li Samsûnê zilamekî jinek kuşt
11:03 Polisan li Êlihê 7 kes binçav kirin
10:42 Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe
09:37 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80'yan de ye
09:10 MED-DER: Em kurdî bigihînin zarokan
09:09 Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê
09:09 Rewşa girtiya ku bi weremê ketiye xirab dibe
09:08 Piştî 2 salan teşxîskirina polîsên îşkencekar dest pê kir
09:07 ‘Ocalan bi berxwedana li zindanê komplo pûç kir'
09:06 'Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek'
09:06 Dengbêjî jiyana wî ya tarî ronî dike
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin
16:20 Jina ku îtîrafkarê fîrarî ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê derket
16:05 Derbarê komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn: Biryara binçavkirina 60 kesan dan
15:35 ÎHD: Rayedar girtiyê nexweş ê 62 salî derman nakin
15:26 Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî sewq kirin
15:13 Tanboga yê bûye 30 kîlo serbest berdin
14:31 Xizmên eskerên di destê PKK'ê de: Operasyonan rawestînin
14:26 Afîşên 'Ji Bo Her Kesî Edalet’ bi êrişê re rûbirû man
14:03 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
13:55 Ji bo Cemîl Îvrendî yê nexweş banga berdanê hat kirin
13:52 Dayikên Şemiyê kujerê Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hat kuştin pirsîn
13:35 Sînem Bedirxan: Kurdistanek azad bi yekîtiya kurdan mimkin e
13:23 Polîsan endamê HDP'ê Dal binçav kir
13:11 QSD: Tirkiye bi êrişan vejîna DAIŞ’ê amade dike
12:57 Komên çekdar li Serêkaniyê dest avêtin jineke Ereb
12:49 Li 3 bajaran pêla operasyonê: Bi dehan kes hatin binçavkirin
12:48 Faîlên ku li Hesekê 2 jin kuştin hatin girtin
12:28 'Kontrayên dewletê Mehmet kuşt'
12:17 Piştî 11 salan bersûcên Çetîn hatin cezakirin
11:56 Li ser êzdiyatiyê 5 pirtûkên nû hatin çapkirin
11:17 Ciwanên HDP'ê li dijî tecrîdê bi meşaleyan meşiyan
11:15 Li Çinarê ji ber şerê malbatan 12 kes hatin girtin
11:04 Ocalan her ku got aştî, şer hat spartin
10:51 Wezareta Dadê: Kesên kartên wan ên serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 79'an de ye
09:57 Bariş: Divê her kes xwedî erk bin ku mafê Ocalan biparêzin'