'Îqtidar bi sansurê ser sûcên xwe dinixumîne'

  • rojane
  • 09:01 12 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Rojnamevanan anî ziman ku îqtidar ji bo ku ser sûcê ku dike binixumîne zextên li ser rojnamevanan zêde dike û sansurê pêk tîne. 

Li gor daneyên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), di meha Çileyê de li 5 rojnamevanan ceza hatiye birîn, rojnamevanek hatiye girtin, 4 rojnamevan hatine binçavkirin û 6 rojnamevan jî bi êrîşan re rû bi rû mane û 30 nûçe jî hatine astengkirin. Li gor rapora meha Kanûnê ya komeleyê jî 960 nûçe û 145 malperên nûçeyan hatine astengkirin. 
 
Nivîskarê Rojnameya Bîrgunê Erk Acerer û Sekretera Giştî yê Sendîkaya Basin Îş Dîskê Ozge Yûrttaş, zext û zoriyên li ser rojnamevanan nirxandin. 
 
Erk Acerer, anî ziman ku îqtidar ji bo ser sûcên ku dike binixumîne sansurê pêk tîne. Acerer, destnîşan kir ku îqtidar ji civakê û demokrasiyê dûr ketiye û ji bo vê jî îşaret bi eraziyê ku Serokê Ragihandinê yê Serokomartiyê Fahrettîn Altûn li kendavê kiribû û lê çardax û şomîne çêkiribû. Acerer, bilêv kir ku astengkirina nûçeya ku derbarê xerakirina vê çardax û şomîneyê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve hatibû xerakirin, ji bo vê yekê mînaka herî berbiçav e. 
 
RÛXANDINA CIVAKΠ
 
Acerer, anî ziman ku li Tirkiyeyê rûxandineke civakî heye û got: "Ev ji ber pergal û rêbazên îqtidarê ye. Lê belê a girîn ew e ku li hemberî vana em çawa şikil digirin. Îqtidar zimanekî berbelav dike û bi vî zimanî her kesî terorîze dike. Gotina wan divê ji bo me ne pir girîng be. Heya ji me bê divê em xwe ji vî zimanî dûr bixin. Îqtidar dibêj, 'ev terorîst in' û hin kes newêrin bi van kesên ku îqtidar wan bi vî awayî lanse dike wêne bigirin. Dibêje, 'ev rê ne rêya netewperestiyê ye' û li hemberî vê ne muxalefet ne jî organên muxalefetê rêyeke din qebûl nakin. " 
 
TÊ ASAYÎKIRIN 
 
Acerer, anî ziman ku yozbûyîneke mezin û tirseke pir mezin heye û got: "Ji ber ku îqtdar nahêle nûçe bigihên ber destê civakê, vê tirs û yzobûyînê asayî dike. Ji lewra gava civak hay ji tiştekî tune be, wî tiştî wekî tiştekî asayî dibîne. Di vî warî de bar dikeve ser milê raya giştî jî. Niha tîraja giştî ya rojnameyên muxalif li dor 30 hezarî ye. Ev hejmareke ecêb e. Gava xebatkarên çapemeniyê yên ji bo civakê dibin ronahî bên sansurkirin û astengkirin, divê civak xwedî li wan derkeve." 
 
TÊKOŞÎNA RÖXISTINBÜYİ
 
Sekretera Giştî ya Basin Îşê Ozge Yûrttaş jî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rojnamevan tenê ne bi sansurê bi otosansurê re jî rû bi rû ne. Yûrttaş, anî ziman ku divê pêşî li ber vê otosansura di çapemeniyê de bê girtin û ji bo vê têkoşîneke xurt divê. Yûrttaş got: "Ji bo neasayîkirina vê rewşê, ev pir girîng e. Li hemberî sansurê û zextan, bertekdayîneke xurt pir girîng e."

Sernavên din

13/02/2021
09:14 Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e
09:14 Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst
09:13 Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê
09:12 Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be
09:11 Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê
09:10 Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN
12/02/2021
21:22 97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 ‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir'
16:13 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat berdan
15:58 Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
15:47 Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me
15:21 HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin
15:20 Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin
14:33 HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir
14:33 Ciwanê leşkeran ew birîndar kir: Piştî heqaretê gule berdan min
14:25 Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê
13:51 Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest
13:22 Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin
12:38 HDP’ê xwest zagona TMK'ê bê guhertin
12:34 Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir
12:34 Polîsan li Kocaeliyê 13 HDPî binçav kirin
12:21 Pêngava duyemîn a komployê berdewama tecrîdê ye
Parêzer Yurekli: Sekna Ocalan a 22 salan polîtîkayên tecrîdê pûç dike
11:55 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr hat berdan
11:45 Flîmên ji bo xelata Heyva Zêr bikevin pêşbirkê hatin eşkerekirin
11:37 Scholey: Azadiya Ocalan wê çareseriya mayînde bîne
11:11 Ji Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû derketin
10:36 Cendirmeyan bi ser gundên kurdan de girt: 7 kes binçav kirin
10:36 Rêveberê EMEP’ê yê Meletiyê hat binçavkirin
09:32 Aktîvîstên TJA’yê: Heta tecrîd bişkê û azadî pêk were divê têkoşîn
09:26 Ji ber santrala Ermenîstanê, li Îdirê rêjeya pençeşêrê zêde dibe!
09:23 Hevseroka HDP’ê ya Qersê hat binçavkirin
09:01 Şahîn: Ji bo hiqûq pêk bê, mirov dimirin
09:01 'Îqtidar bi sansurê ser sûcên xwe dinixumîne'
09:01 Tahdeya cinsî: Armanc hilweşandina berxwedana civakî ye
09:01 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Tecrîd, perçeyek polîtîkaya şer e
09:01 Cenazeyê Ayşe Bayram nadin malbatê
09:01 'Girtî di qawîşa karantînayê de bi şewbê dikevin'
09:01 Hem cezayê hepsa malê birîn, hem jî şertê îmzeavêtinê danîn ber wê
09:01 Rojnamevan Eliyas: Piştî serdana Tirkiyeyê DAIŞ li herêmê çalak bû
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2021'AN
08:50 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 78'an de berdewam dike
11/02/2021
21:15 Li Dersimê 12 pezkovî kuştine
20:12 Îro 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:02 Welatiyê 65 salî Yildiz girtin
17:33 Bayindir: Heke tecrîd neşikê wê polîtîkayên heyî bidomin
16:36 Komîsyona ÎHD’ê ya Jinan: Lêgerîna tazî îşkence ye
16:03 HDP’ê ji bo sûriyeyiyên hatine revandin Lêkolîna Meclisê xwest
15:58 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê: Em bi hev re bihêz dibin
15:51 Ozguneş: Ji pergala birêz Ocalan ditirsin
15:32 Berberoglû dîsa bû parlamenter
15:30 Sancar: Dijderketina tecrîdê parastina aştiyê ye
15:12 Doza rojnamevan Aydin hat taloqkirin
14:52 Zilamek li Hatayê hevjîna xwe kuşt
14:52 ÎHD'a Amedê 'Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2020'an eşkere kir
14:41 Operasyona Garê li binkeya PDK'ê tê koordînekirin
13:54 'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
13:53 Eskeran welatiyê 65 salî binçav kirin
13:52 Xwendekar dê mijara îşkeneyê bibin darazê
13:36 Yuksekdag ji doza ‘Heqaret li Serokkomar kiriye’ hat beraetkirin
13:30 Hîndekaran astengî nas nekirin: Em ê nirxên xwe biparêzin
13:22 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
13:06 Çîçek hat berdan
12:10 Kampa polîs, esker û endamên MÎT’ê lê tên ragirtin hat bombebarankirin!
11:49 HDP çû serdana DEVA’yê: Pêdivî bi hêza yekîtiyê heye
11:46 Fîncanci: Daxwazên girtiyan mafên mirovanî ne
11:27 Hiqûqnas: Ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin têkoşîneke giştî şert e
10:42 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'
10:20 Hem di hefsa malê de ye hem jî divê biçe qereqolê îmzeyê!
09:18 Çalakiya grevê di roja 77'an de berdewam dike
09:15 Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne, wê bi ser bikevin
09:01 Bi roj etar e, bi şev nivîskar e
09:01 Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin
09:01 Ji malbata Halît Oral piştgiriya ji bo girtiyan
09:01 Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin
09:01 Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê'
09:01 Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin
09:01 ‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’
09:01 Welatî ji fatureyên ceyranê yên hurgîlî di wan de tunene bi gazind in
09:01 Karataş ê hat berdan: Ne dozger bû qey te digot edîtor e
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN
10/02/2021
23:54 Li Garê 2 esker mirin
20:49 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93
17:35 Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin
16:53 Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
16:09 Dr. Gokalp hat berdan
16:02 Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû
15:50 Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê
15:49 Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
15:29 Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin
14:08 Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin
13:54 5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin
13:34 Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
13:26 9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn
13:06 Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin
12:52 Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît
12:11 Zema nan amedî bi hêrs kirin
12:11 Kerestecîoglû: Rejîma qeyûm pirsgirêka me hemûyan e
11:27 Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket