Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin

  • rojane
  • 09:01 11 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Rojnamevanan diyar kir ku ji ber ku hêzên navdewletî wekî talûkeyekê nêzî fikirên Ocalan bûne wî radestî Tirkiyeyê kirine, lê belê komplo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa gelan pûç bûye. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Di ser vê radestkirinê re 22 sal derbas bûn. Rojnamevanên li Îran, Sûriye, Tirkiye û Kurdistana Federe komploya navdewletî nirxandin û destnîşan kirin ku gel bi fikirên Ocalan azad dibin.
 
Rojnamevan Hîwa Gulmehemedî xweşpêşandanên li Îranê yên dema Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin bibîr xistin. Gulmehemedî, anî ziman ku 22 sal derbas bûne, lê belê hîn jî bertekên li dijî komployê didomin û got: "Gelê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan îşaret bi vekirina deriyên Îmraliyê dike. Bêyî Ocalan, baweriya wan bi tu çareseriyê nayê. Her wiha hêrs û kîna wan a li hemberî komplo û komplogeran hîn jî wekî berê ye û ji bo wan 15'ê Sibatê roja reş e." 
 
RÊXISTINBÛYÎN 
 
Gulmehemedî, destnîşan kir ku kurdan li hemberî komployê berxwedan, rêxistinbûyîn û asta xwe ya perwerdehiyê bilindtir kiriye û got: "Halê Rojhilatê yê 22 sal berê û niha, pir cuda ye. Ev jî bersiva komployê ye. 22 sal berê li Rojhilatê rêxistinbûyîneke wisa xurt tune bû. Piştî komployê gel bêtir hişyar bû û berpirsiyarî zêde bû. Dû re bi hezaran jin û mêr xwe bi rêxistin kirin û tevli rtevgera azadiyê bûn. Li seranserê Kurdistanê mirov daxilî nav têkoşînê bûn. Şehîd bûn. Di sala 2004'an de PJAK hat avakirin. Dû re KODAR û KJAR hat avakirin. Rêxistinbûyîna ku beriya komployê qels bû, niha pir xurt bûye. Ciwan, jin û mêrên kurdan ji bo bersiveke baş bidin komployê xwe baş perwerde kirin. Gelê Rojhilatê, bereksê rewşa ku dihat xwestin bi komployê re bêa firandin, rewşek din da der. Xwestin bi komployê gelê kurd bê vîn bikin. Lê gelê Rojhilatê bi vî awayî bersiv da."
 
KOMPLO BI TECRÎDÊ TÊ DOMANDIN 
 
Rojnamevan Dilgeş Cûdî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimîne, bibîr xist ku Ocalan demeke dirêj li Sûriyeyê maye û starta komployê di 9'ê Cotmeha 1998'an de hatiye dayîn, lê belê gelan bertekek mezin nîşanî komployê daye û ev yek di dîroka mirovahiyê de wekî roja reş tê binavkirin. Cûdî, destnîşan kir ku hêzên hegemonîk ên ku naxwazin demokrasî xurt bibe, komplo çêkirine û niha jî ji ber ku fikirên Ocalan dijî berjewendiyên wan in, vê polîtîkaya xwe bi tecrîdeke giran didomînin. 
 
PARADÎGMA Û ROJAVA 
 
Cûdî, anî ziman ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ku Ocalan berpêşî gelan kiriye, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşê bi ruh û can bûye û got: "Piştî paradîgmaya Neteweya Demokratîk, bi ruh û can bû, piraniya komployê pûç bû. Belê, bi awayekî fizîkî Ocalan ji gel qut kirine, lê belê paradîgmaya wî, nirxandin û perspektîfên wî ji bo gelan bûye çavkaniya jiyanê. Lewma esasgirtina pergala demokratîk, helwesta herî mezina li dijî komployê ye. Destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sala fikirên Ocalan in. Destekftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwedîderketina li şoreşê, piraniya komployê pûç kiriye."
 
Rojnamevan Reyhan Hacioglû jî destnîşan kir ku li dijî komploya ku hatiye xwestin têkoşîna kurd bê tasfiyekirin, berxwedaneke mezin rû daye û ev berxwedan hesab û kitabên komplogeran li bin guhê hev xistiye. 
 
NESERKETINA KOMPLOYÊ 
 
Hacioglû, destnîşan kir ku tişta hatiye xwestin bi komployê pêk bê bi ser neketiye û got: "Heger komplo bi ser biketana, îro ro wê Rojava nebûna. Wê bi milyonan kes negotana 'Ocalan vîna me ye.' Heger komplo bi ser biketana, belkî niha girtîgeh vala bûna jî, lê wê li holê kurd tune bûna. Lê niha li gel ev qas êrîşan jî gelê kurd heye ku xwe bi xwe, xwe afirandiye." 
 
ŞENGAL BEHSA FELSEFEYA WÎ DIKE 
 
Rojnamevan Fîrmêsk Elî ku li Şengalê dijî, anî ziman ku ji serê meha Sibatê ve hem li gelek deverên Kurdistana Federe hem jî li herêma Şengalê bi pêşengiya jinan çalakî tên lidarxistin li dijî komployê û ev çalakî hîn jî didomin. Elî, destnîşan kir ku li Şengalê gel tim behsa felsefeya Ocalan dike û fikr û felsefeya wî nêzî baweriya xwe dibînin. 
 
Elî, diyar kir ku nexasim jî piştî ku PKK'yiyan di sala 2014'an de ew ji DAIŞ'iyan xelas kirin li herêmê fikirên Ocalan hîn bêtir esas hatine girtin û got: "Ev fikir, di demeke kurt de bandoreke mezin li jinan kir. Dibêjin, 'Azadiya Serok azadiya me jina ye.' Li Şengalê, pêşektinên mezin rû dan. Şengal, bi pêşengiya Tevgera Jinên azad, li hemberî komployê meşek li dar xist. Di meşê de jinên êzidî û ereb li cem hev bûn. Ev tiştekî cuda bû. Tiştekî yekem bû di dîrokê de. Bi salan êzidî û ereb kiribûn dijminên hev du, lê ev yek darbeyeke mezin bû li hemberî vê polîtîkaya dijminatiyê. Jinên êzidî û ereb di çarçoveya fikirên Ocalan de civîna yekîtiya jinan li dar xistin. Ev hemû ji ber fikirên Ocalan çêbûn. Mirov dikare vê yekê jî darbeyeke mezin bihesibîne, li dijî komployê." 
 
FERMAN, BERDEWAMIYA KOMPLOYÊ BÛ 
 
Elî, anî ziman ku şengalî bi piranî piştî fermanê Ocalan nas kirine û fikr û felsefeya wî nêzî xwe dîtine û got: "Piştî ku Ocalan bang kir ku xwedî li Şengalê bê derketin û şervanên azadiyê hatin, ev ji bo Şengaliyan pir girîng bû. Şengalî dibêjin, 'Ne ji ber serokbûna belkî em ji fermanê xelas nebûna. Ê jenosîdek mezin çêbûbûna û em ê nikaribûna vegeriyana ser axa xwe.' Lewma şengalî wê fermanê wekî berdewamiya komploya navdewletî dinirxînin." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

13/02/2021
09:15 'Girtî doza heq, edalet û hiqûqê dikin'
09:14 Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e
09:14 Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst
09:13 Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê
09:12 Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be
09:11 Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê
09:10 Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN
12/02/2021
21:22 97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 ‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir'
16:13 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat berdan
15:58 Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
15:47 Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me
15:21 HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin
15:20 Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin
14:33 HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir
14:33 Ciwanê leşkeran ew birîndar kir: Piştî heqaretê gule berdan min
14:25 Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê
13:51 Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest
13:22 Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin
12:38 HDP’ê xwest zagona TMK'ê bê guhertin
12:34 Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir
12:34 Polîsan li Kocaeliyê 13 HDPî binçav kirin
12:21 Pêngava duyemîn a komployê berdewama tecrîdê ye
Parêzer Yurekli: Sekna Ocalan a 22 salan polîtîkayên tecrîdê pûç dike
11:55 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr hat berdan
11:45 Flîmên ji bo xelata Heyva Zêr bikevin pêşbirkê hatin eşkerekirin
11:37 Scholey: Azadiya Ocalan wê çareseriya mayînde bîne
11:11 Ji Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû derketin
10:36 Cendirmeyan bi ser gundên kurdan de girt: 7 kes binçav kirin
10:36 Rêveberê EMEP’ê yê Meletiyê hat binçavkirin
09:32 Aktîvîstên TJA’yê: Heta tecrîd bişkê û azadî pêk were divê têkoşîn
09:26 Ji ber santrala Ermenîstanê, li Îdirê rêjeya pençeşêrê zêde dibe!
09:23 Hevseroka HDP’ê ya Qersê hat binçavkirin
09:01 Şahîn: Ji bo hiqûq pêk bê, mirov dimirin
09:01 'Îqtidar bi sansurê ser sûcên xwe dinixumîne'
09:01 Tahdeya cinsî: Armanc hilweşandina berxwedana civakî ye
09:01 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Tecrîd, perçeyek polîtîkaya şer e
09:01 Cenazeyê Ayşe Bayram nadin malbatê
09:01 'Girtî di qawîşa karantînayê de bi şewbê dikevin'
09:01 Hem cezayê hepsa malê birîn, hem jî şertê îmzeavêtinê danîn ber wê
09:01 Rojnamevan Eliyas: Piştî serdana Tirkiyeyê DAIŞ li herêmê çalak bû
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2021'AN
08:50 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 78'an de berdewam dike
11/02/2021
21:15 Li Dersimê 12 pezkovî kuştine
20:12 Îro 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:02 Welatiyê 65 salî Yildiz girtin
17:33 Bayindir: Heke tecrîd neşikê wê polîtîkayên heyî bidomin
16:36 Komîsyona ÎHD’ê ya Jinan: Lêgerîna tazî îşkence ye
16:03 HDP’ê ji bo sûriyeyiyên hatine revandin Lêkolîna Meclisê xwest
15:58 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê: Em bi hev re bihêz dibin
15:51 Ozguneş: Ji pergala birêz Ocalan ditirsin
15:32 Berberoglû dîsa bû parlamenter
15:30 Sancar: Dijderketina tecrîdê parastina aştiyê ye
15:12 Doza rojnamevan Aydin hat taloqkirin
14:52 Zilamek li Hatayê hevjîna xwe kuşt
14:52 ÎHD'a Amedê 'Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2020'an eşkere kir
14:41 Operasyona Garê li binkeya PDK'ê tê koordînekirin
13:54 'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
13:53 Eskeran welatiyê 65 salî binçav kirin
13:52 Xwendekar dê mijara îşkeneyê bibin darazê
13:36 Yuksekdag ji doza ‘Heqaret li Serokkomar kiriye’ hat beraetkirin
13:30 Hîndekaran astengî nas nekirin: Em ê nirxên xwe biparêzin
13:22 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
13:06 Çîçek hat berdan
12:10 Kampa polîs, esker û endamên MÎT’ê lê tên ragirtin hat bombebarankirin!
11:49 HDP çû serdana DEVA’yê: Pêdivî bi hêza yekîtiyê heye
11:46 Fîncanci: Daxwazên girtiyan mafên mirovanî ne
11:27 Hiqûqnas: Ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin têkoşîneke giştî şert e
10:42 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'
10:20 Hem di hefsa malê de ye hem jî divê biçe qereqolê îmzeyê!
09:18 Çalakiya grevê di roja 77'an de berdewam dike
09:15 Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne, wê bi ser bikevin
09:01 Bi roj etar e, bi şev nivîskar e
09:01 Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin
09:01 Ji malbata Halît Oral piştgiriya ji bo girtiyan
09:01 Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin
09:01 Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê'
09:01 Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin
09:01 ‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’
09:01 Welatî ji fatureyên ceyranê yên hurgîlî di wan de tunene bi gazind in
09:01 Karataş ê hat berdan: Ne dozger bû qey te digot edîtor e
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN
10/02/2021
23:54 Li Garê 2 esker mirin
20:49 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93
17:35 Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin
16:53 Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
16:09 Dr. Gokalp hat berdan
16:02 Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû
15:50 Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê
15:49 Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
15:29 Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin
14:08 Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin
13:54 5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin
13:34 Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
13:26 9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn
13:06 Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin
12:52 Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît
12:11 Zema nan amedî bi hêrs kirin
12:11 Kerestecîoglû: Rejîma qeyûm pirsgirêka me hemûyan e