Zema nan amedî bi hêrs kirin

  • rojane
  • 12:11 10 Sibat 2021
  • |
img
AMED - Li Amedê nanê pîde yê 400 gram ku bi 2 lîre û nîvan dihat firotin, derket 500 gramî û bihayê wî jî bû 3 lîre û nîv. Amediyan bertek nîşanî vê zemê da û gotin: “Mirovên me yên xizan zikê xwe bi nan têr dikirin lê êdî nikarin nan jî bibînin.”
 
Li Amedê bihayê nanê pîde zem kirin. Nanê pîde yê 400 gram ku bi 2 lîre û nîvan dihat firotin, 100 gramî lê zêde kirin û derxistin 500 gramî. Bi vê zêdekirina gramê re bihayê nan jî zêde kirin û derxistin 3 lîre û nîvan. Esnafên firinan ku ji vê zemê kêfxweş in, diyar kirin ku demeke dirêj e li Amedê zem li nan nehatiye kirin û gotin ku piştî zema li ar û hevîrtirş hatiye kirin, nan zem bûye. Her wiha dibêjin ku rêjeya zemê kêm e. Lê berovajiyê esnafên firanan  welatî li dijî zema li nan bibertek in û dibêjin ku li şûna xwarina bingehîn erzan bikin zem dikin.
 
‘MIROV DI REWŞEKE PERÎŞAN DE NE’
 
Mûrat Yildirim (24), diyar kir ku ji ber pandemiyê bêkar maye, karekî nû nedîtiye û wiha got: “Mirov di rewşeke perîşan de ne. Mirovên ku rewşa wan a aboriyê nebaş perê wan nînin. Ev mirov nikarin pere bidin nan. Kesekî ku bi destmiza asgarî bixebite û di kireyê de rûne nikare nan bikere. Nan beriya niha 1 lîre bû pişt re bû 2 lîra û nîv, niha jî derxistin 3 lîre û nîvan. Em van zaman qebûl nakin. Nan bi bihayê berê bê firotin wê baştir be.”
 
‘KESÊN KU ZIKÊ XWE BI NAN TÊR DIKIN WÊ ÊDÎ NAN JÎ NEBÎNIN’
 
Şehmûs Şiray (75) ku mamosteyê teqawîd e jî anî ziman ku gotinên xweşguzariyê yên desthilatê ne rast in û wiha axivî: “Di demekî ku bêkarî evqas zêde dibe de nan jî zem kirin. Nan bûye 3 lîre û nîv. Weleh mirovên ku zarokên wan hebin nikarin bi vî pereyî nan bikirin. Mirovên me xwarin hebe jî nebe jî nan dikirin. Mirovên me yên xizan ku zikê xwe bi nan têr dikin wê êdî nan jî nebînin.”
 
‘BERÊ 3 NIHA 2 NANAN DIKIRIN’
 
Vahîbe Avran (58) jî destnîşan kir ku bi hezar û 300 lîre mûçeyê teqawîdiyê debara xwe dike û wiha got: “Nan bûye 3 lîre û nîv. Mala ku em lê rûdinin kirê ye û em 3 kes lê dijîn. Em ê bi vî pereyî çawa debara xwe bikin?” Avran, anî ziman ku heta ev hikumet desthilat be wê jiyana wan wisa berdewam bike û ev tişt anîn ziman: “Em hatine rewşeke wisa ku nikarin xwarin jî bixwin. Her tişt gelek biha bûye. Berê me sê nan dikirî lê niha em du nanan dikirin. Xwarina ku berê me du kîlo digirt niha dikarin kîloyeke wê bigirin. Ew bi xwe li qesrê dijî, me jî bin pê dike. Xwedê heqê me li cem wî nehêle îşelah. Mesele nan tenê nîne. Tu nan bikirî divê tu bi nan re xwarineke din jî bikirî."
 
‘QET NEBE BILA MIROV NAN BIXWIN’
 
Xwendekarê zanîngehê Mûrat Solmaz (20) jî da zanîn ku bi zemêre êdî mirov ketine rewşeke ku nikarin nan jî bixwin û ev tişt gotin: “Divê nan ewqas biha nebe. Ji xwe dolmîş bûne 2 lîre û nîv. Êdî em nikarin li dolmîşan jî siwar bin. Bawer im me ji olîmpiyatan re amade dikin! Nan pêwistiya herkesî ye. Ji ber vê yekê divê bihayê nan daxînin. Bila mirov birçî nebin, qet nebe bila nan bixwin.”
 

Sernavên din

13/02/2021
09:15 'Girtî doza heq, edalet û hiqûqê dikin'
09:14 Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e
09:14 Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst
09:13 Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê
09:12 Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be
09:11 Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê
09:10 Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN
12/02/2021
21:22 97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 ‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir'
16:13 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat berdan
15:58 Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
15:47 Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me
15:21 HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin
15:20 Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin
14:33 HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir
14:33 Ciwanê leşkeran ew birîndar kir: Piştî heqaretê gule berdan min
14:25 Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê
13:51 Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest
13:22 Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin
12:38 HDP’ê xwest zagona TMK'ê bê guhertin
12:34 Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir
12:34 Polîsan li Kocaeliyê 13 HDPî binçav kirin
12:21 Pêngava duyemîn a komployê berdewama tecrîdê ye
Parêzer Yurekli: Sekna Ocalan a 22 salan polîtîkayên tecrîdê pûç dike
11:55 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr hat berdan
11:45 Flîmên ji bo xelata Heyva Zêr bikevin pêşbirkê hatin eşkerekirin
11:37 Scholey: Azadiya Ocalan wê çareseriya mayînde bîne
11:11 Ji Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû derketin
10:36 Cendirmeyan bi ser gundên kurdan de girt: 7 kes binçav kirin
10:36 Rêveberê EMEP’ê yê Meletiyê hat binçavkirin
09:32 Aktîvîstên TJA’yê: Heta tecrîd bişkê û azadî pêk were divê têkoşîn
09:26 Ji ber santrala Ermenîstanê, li Îdirê rêjeya pençeşêrê zêde dibe!
09:23 Hevseroka HDP’ê ya Qersê hat binçavkirin
09:01 Şahîn: Ji bo hiqûq pêk bê, mirov dimirin
09:01 'Îqtidar bi sansurê ser sûcên xwe dinixumîne'
09:01 Tahdeya cinsî: Armanc hilweşandina berxwedana civakî ye
09:01 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Tecrîd, perçeyek polîtîkaya şer e
09:01 Cenazeyê Ayşe Bayram nadin malbatê
09:01 'Girtî di qawîşa karantînayê de bi şewbê dikevin'
09:01 Hem cezayê hepsa malê birîn, hem jî şertê îmzeavêtinê danîn ber wê
09:01 Rojnamevan Eliyas: Piştî serdana Tirkiyeyê DAIŞ li herêmê çalak bû
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2021'AN
08:50 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 78'an de berdewam dike
11/02/2021
21:15 Li Dersimê 12 pezkovî kuştine
20:12 Îro 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:02 Welatiyê 65 salî Yildiz girtin
17:33 Bayindir: Heke tecrîd neşikê wê polîtîkayên heyî bidomin
16:36 Komîsyona ÎHD’ê ya Jinan: Lêgerîna tazî îşkence ye
16:03 HDP’ê ji bo sûriyeyiyên hatine revandin Lêkolîna Meclisê xwest
15:58 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê: Em bi hev re bihêz dibin
15:51 Ozguneş: Ji pergala birêz Ocalan ditirsin
15:32 Berberoglû dîsa bû parlamenter
15:30 Sancar: Dijderketina tecrîdê parastina aştiyê ye
15:12 Doza rojnamevan Aydin hat taloqkirin
14:52 Zilamek li Hatayê hevjîna xwe kuşt
14:52 ÎHD'a Amedê 'Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2020'an eşkere kir
14:41 Operasyona Garê li binkeya PDK'ê tê koordînekirin
13:54 'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
13:53 Eskeran welatiyê 65 salî binçav kirin
13:52 Xwendekar dê mijara îşkeneyê bibin darazê
13:36 Yuksekdag ji doza ‘Heqaret li Serokkomar kiriye’ hat beraetkirin
13:30 Hîndekaran astengî nas nekirin: Em ê nirxên xwe biparêzin
13:22 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
13:06 Çîçek hat berdan
12:10 Kampa polîs, esker û endamên MÎT’ê lê tên ragirtin hat bombebarankirin!
11:49 HDP çû serdana DEVA’yê: Pêdivî bi hêza yekîtiyê heye
11:46 Fîncanci: Daxwazên girtiyan mafên mirovanî ne
11:27 Hiqûqnas: Ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin têkoşîneke giştî şert e
10:42 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'
10:20 Hem di hefsa malê de ye hem jî divê biçe qereqolê îmzeyê!
09:18 Çalakiya grevê di roja 77'an de berdewam dike
09:15 Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne, wê bi ser bikevin
09:01 Bi roj etar e, bi şev nivîskar e
09:01 Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin
09:01 Ji malbata Halît Oral piştgiriya ji bo girtiyan
09:01 Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin
09:01 Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê'
09:01 Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin
09:01 ‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’
09:01 Welatî ji fatureyên ceyranê yên hurgîlî di wan de tunene bi gazind in
09:01 Karataş ê hat berdan: Ne dozger bû qey te digot edîtor e
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN
10/02/2021
23:54 Li Garê 2 esker mirin
20:49 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93
17:35 Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin
16:53 Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
16:09 Dr. Gokalp hat berdan
16:02 Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû
15:50 Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê
15:49 Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
15:29 Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin
14:08 Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin
13:54 5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin
13:34 Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
13:26 9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn
13:06 Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin
12:52 Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît
12:11 Zema nan amedî bi hêrs kirin
12:11 Kerestecîoglû: Rejîma qeyûm pirsgirêka me hemûyan e