HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, hûrguliyên kampanya  “Destpêkê Edalet" parve kir û anî ziman ku dê li pêş Edliyeyên Stenbol û Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Gunay, anî ziman ku dê di 15'ê Sibatê de bi daxwaza “Ji tecrîdê re bes e, Ji bo jiyanê edalet" li 3 bajaran meşên girseyî li dar bixin. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, têkildarî kampanya “Destpêkê edalet" agahî dan. Gunay, anî ziman ku tevahiya welat di bin berdê aşte tê hêran û wiha got: "Em bi vê bernameya partiyê dixwazin civakê ji bin vî berdê hêranê rizgar bikin. Ji bo em pergala AKP-MHP'ê ya civakê tune dike belav bikin, me got 'Hemû bi hevre' Ji Colemêrgê heta Edîrneyê, Ji Îzmirê heta Wanê, ji Mêrsînê heta Amedê hemû kesan bi hevre deng dan. Di serî de jin, ciwan û hemû kesên aştî, azadî û demokrasî dixwestin deng dan vê kampanyayê. Ji ber vê yekê partiya me rojevê diyar dike."
 
Gunay, anî ziman ku wan di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de “Deklerasyona Aştiyê" weşand û wiha lê zêde kir: "Me ji îlonê heta Sibatê bernameya Têkoşîna demokratîk aşkere kir. Niha em xebatek din li vê xebatê zêde dikin. Niha me kampanya "Berî her tiştî edalet" da destpêkirin. Gelê Tirkiyeyê di bin aş û berê bê edaletiyê de tune dibe. Ji ber vê yekê pêdivîya gelê Tirkiyeyê bi qasî av û nan ji edaletê heye. Ji qeynî derdora Qesrê, pêdiviya her kesî ji edaletê heye. Hemû civaka Tirkiyeyê li edaletê digere. Hilbijêrên dengê xwe dane AKP û MHP’ê jî li edaletê digerin. 
 
ÇALAKIYA GREVÊ DI ROJA 75'AN DE YE
 
Gunay, da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan îro li hemû civakê belav bûye û wiha axivî: "Niha li girtîgehan mirovan tazî dikin û îşkenceyê li girtiyan dikin. Bi awayekî keyfî nêzî girtiyan dibin. Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Girtiyan li dijî tecridê û binpêkirina li girtîgehan dest bi grevê kiriye. Girtî îro 75 rojin li dijî tecrîdê û zextên li girtîgehê di çalakiya grevê de ne. 
 
 
Guney, têkildarî kampanyayê ev agahî dan: 
 
"Partiya me ji zû de ye bername û çalakiyên têkoşînê dimeşîne. Par di meha Hezîranê de me banga gelê xwe kir û got Tev Bi Hev Re û me xwest em pergala AKP-MHP'yê bi dawî bikin. Ji Hekariyê heta Edîrneyê, ji Îzmîrê heta Wanê, ji Mêrsînê heta Amedê di serî de jinan û ciwanan û hemû gelê me banga me firehtir kir, piştevaniyek mezin da partiya me. Dûre di 1ê Îlonê de me Deklerasyona xwe ya Aştiyê weşand û ji Îlonê heta vê Sibatê me Bernameya me ya Têkoşîna Demokratîk xist rojevê. Niha jî em neheqiya desthilatê li her derê eşkere dikin û ji bo jiyaneke nû saz bikin em dibêjin 'DESTPÊKÊ EDALET' Dirûşma me ya vê kampanyayê ya bi kurdî DESTPÊKÊ EDALET e...
Îro pêdiviya me bi qasî avê bi edaletê heye.
 
Li Tirkiyeyê ji xeynî komikên AKP'yê her kes edaletê dixwaze. Hilbijêrên wan jî êdî dibînin ku li Tirkiyeyê edalet nemaye. Li welatekî demokratîk desthilat û muxalefet hene û ji bo armanca xwe pêşbaziyê dikin. İteatkirin hew di rejîmên faşîst de heye û îro ji me itiaat dixwazin. Dixwazin em îteatî wan bikin. Kî îteatî wan neke wek terorîst tê îlankirin îro. Ev pergala dijmintiyê herî zêde jî li girtîgehan têmeşandin. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin îro li ser hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Girtî ev 75 roj in ku bi greva birçîbûnê li dijî van dad û hiqûqî li ber xwe didin. Em tiştên ne meşrû qebûl nakin. Kêr gihişte hestî.
Gelê me jî vê yekê dibîne. Heke edalet tunebe demokrasî jî tuneye. Edalet tunebe siyaseta azad jî tuneye. Edalet tunebe hiqûq jî tuneye.
 
Destpêka her tiştî edalet e û em îro banga têkoşîna edaletê dikin.
 
* Bernameya jinan a vê kampanyayê dê ji aliyê Meclisa me ya Jinan li Enqereyê bê eşkerekirin.
* Tevî hevserokên xwe, parlamenterên xwe, meclisa me ya jinan û parêzeran em ê li ber Dadgehên Enqere û Stenbolê çalakiyan li dar bixin. Em ê heta biryara DMMEyê bê qebûlkirin û girtiyên siyasî bên berdan emê li ber xwe bidin. Mirovan tazî dikin û li wan digerin, em ê li dijî vê yekê çalakiyan bikin. Îdîanameya Kobaniyê pûç û vala ye em ê vê yekê teşhir bikin.
 
* Ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan li ber girtîgehan daxuyaniyan bidin.
* Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê de li sê bajaran tecrîdê bi meşên girseyî protesto bikin.
* Ji bo balê bikişînin bêkarî û debarê em ê li Wanê hevdîtinan bikin. Hevseroka me Pervîn Bûldan tev li vê bernambeyê bibe, dê kedkaran re bê ba hev.
* Roja zimanê zikmakî ya cîhanê em ê çalakîyên curbicur li dar bixin. Li Amedê tevî hemû saziyên ku ji bo zimanê me yê zikmakî dixebitin bi tevlêbûna Mithat Sancar em daxuyaniyekê bidin.
* Ji bo pêkanîna biryara DMMEyê em ê li herêman xebatan bimeşînin. Em ê biçin serdana saziyan, em ê daxwaznameyan û nameyan bişînin. Û çalakiyên bi vî awayî li dar bixin.
* Em ê biçin serdana partiyên çepgiran, saziyên Elewiyan û seferatên welatên beyanî.
 
Kampanyaya me ya ji bo Edaletê dê heta serê Hezîranê bidome. Dem dema firehkirina vî dengî ye. Em ê tev bi hev re edaletê dabîn bikin." 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/02/2021
11:27 Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket
11:22 Li Geliyê Teyarê operasyona leşkeri dest pê kir
11:06 Piştî 20 salan DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir
10:17 Hevşaredar 8 meh in di hefsa malê de ne: Li holê îdianame nîne
09:49 5 welatên YE’yê: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi ser neketiye
09:35 Koma 16'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:10 Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn
09:09 Dayikên Laçikspî: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:08 'Li Behra Reş zemîna cinayetê tê amadekirin'
09:07 Piştgiriya Neîll û Cox ji bo berxwedana Bogazîçiyê: Bi hêz û sebr bin
09:06 Tarim Orkam-Sen: Em dikarin 60 hezar darî bi xelasê bixin
09:06 Hunermend: Greva birçîbûnê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye
09:05 Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin
09:04 Çima Ocalan kirin armanc?
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'AN
09/02/2021
19:20 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:29 Nûçegihanê me Karataş ji girtîgehê derket
16:57 Hiqûqnasan bertek nîşanî lêgerîna tazî dan
16:34 Danişîna zilamê faîlê îstîsmara zayendî hat taloqkirin
15:56 Birîna ciwanê ku eskeran ew birîndar kir giran e
15:38 Meclîs Jinan a HDP'ê li Şirnexê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin
15:15 11 sal şunde derbarê kuştina Mehmet Ûytûn ê 16 mehî de doz hat vekirin
14:43 BMG: Pergala qesrê her ku digevize têk diçe
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê
10:11 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne
09:47 Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger
09:37 Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin
09:06 ‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’
09:06 Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne
09:06 Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye
09:06 Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e
09:06 Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine
09:06 Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend
09:06 Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me
09:06 Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast
09:06 Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin
09:06 Kelerima îsal bû para heywanan
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'AN
08:18 Greva birçîbûnê di roja 75'emîn de ye
08:04 Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin
07:44 Nivîskara Evrenselê Ayşen Şahin piştî îfade da hat berdan
07:36 33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08/02/2021
20:54 Îro 8 hezar û 103 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:10 Dadgehê derbarê 29 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê da
16:54 Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin
16:32 Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e
16:00 Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir
15:52 KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
15:42 Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket
15:19 Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin
14:58 Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan
14:51 Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne
14:36 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin
14:30 Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan
14:21 ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:35 Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê