Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, 73 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 52’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 35’emîn de didome. 

 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan didomin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 15’emîn dewr girtiye, di roja 73’yemîn de didome. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 52’EMÎN DE YE 
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 52’emîn de didome. 
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 35'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 35'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin. 
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin. 
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ 
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn. 
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû. 
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. 
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn. 
 
8 ÇIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 

Sernavên din

07/02/2021
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be
10:10 HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’
09:55 Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan!
09:36 Eskerên Îranê kolber Xalid kuşt
09:32 Koma 15'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:07 ‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû