Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye

img
MÊRDÎN – Di danişîna ewil a derbarê rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de, hatiye diyarkrin ku şaredarî radestî tarîqatê hatiye kirin. Her wiha hatiye diyarkirin ku gava qeyûm Yaman ji peywirê hatiye girtin ji dêvla 4 milyon û 972 hezar û 832 TL, 1 TL di qaseyê de hiştiye û çûye. 
 
Walî Mûstafa Yaman, di sala 2016'an de wekî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin. Di dema wî de gelek nelirêtî û sixtekarî hatibûn kirin û bertîl hatibûn stendin. Ji ber vê 5 jê girtî derbarê 14 kesan de doz hatibû kirin. Danişîna ewil a dozê di 3-4 Sibatê de hat lidarxistin û ji kesên girtî 3 jê hatin berdan û xwarziyê qeyûm Yûnûs Emre Akça û polîs Ercan Ûysaler ku di dema Yaman de midûrê Şîketa Kentê ya Şaredariyê bû, nehatin berdan. 
Di danişînê de hin bersûcên burokrat bi gotinên wekî "heger me karekî nelirê kiribe jî, me ji bo dewletê kiriye" xwe parastine. Ji bo pereyên ji qaseya şaredariyê hatine derxistin jî gotine ji bo "operasyonên derî sînor hatine şandin." Her wiha di dema darizandinê de navê Serokê Herêmê yê MÎT'ê Okan Başaran û navê hin Xebatkarên Qadê yên MÎT'ê jî hatine bilêvkirin. 
 
NELIRÊTÎ Û TERÎQAT 
 
Xwarziyê qeyûm Yûnûs Emre Akça, di parêziya xwe derpêş kiriye ku hedef hatine nîşandan û gotiye: "Mesela daîrenî ku îmze danîne binî îhaleyên mezin hene; Serokatiya Daîreya Karên Fenê, Serokatiya Daîreya Rêbejahiyê îhaleyên mezin kirine. Di Şîrketa Kentê û MARSÛ'yê de du bûyerên biçûk dîtine. Kesên di daîreya xwe de îhaleyeke 500 milyonî kirine hene, rabûne navê min dane."
 
Her wiha Akça, di berdewamiya parêziya xwe de bal kişandiye ser rêvebiriyê jî û gotiye: "Ji ber ku bi ser kê de çûne li paş wan terîqat, siyaset, weqf hwd. derketine, rabûne giş xistine stiyê cengawerekî wekî min ku ji Anatolyayê hatiye." 
 
‘MÛSTAFA YAMAN JÎ SÛCDAR E' 
 
Kesên tên darizandin bi gotinên wekî "Tiliya serokên daîreyan û walî jî di nav de hene. Lê rabûne em kirine serikê gunehkaran" hem nelirêtî û sixtekariyên xwe qebûl kirine hem jî destnîşan kirine ku divê qeyûmê wê demê Mûstafa Yaman jî bê darizandin. 
 
TÊKILIYA BI MÎT'Ê RE 
 
Di dosyeya dozê de navê Serokê Herêmê yê MÎT'ê Okan Başaran jî derbas dibe. Bersûc Songul Kiliç û Midûrê Giştî yê Şîrketa Kentê yê berê Mehmet Bûlût, di îfadeyên xwe de tim navê Başaran bilêv kirine. Mehmet Bûlût, aniye ziman ku bi rêya Songul Kiliçê Serokê Herêmê yê MÎT'ê Okan Başaran nas kiriye û bi "ricaya" Okan Başaran pere dane Kiliçê.
 
FATÛREYÊN SIXTE 
 
Di îdianmeyê de hûrguliyeke din jî balê dikişîne. Hatiye destnîşankirin ku çendî ku Şîrketa Kentê ji bo karê peyzaj, sererastkirina derdorê, çêkirina bufeyê hwd. ên qet nehatine çêkirin bi fatûreyên sixte 471 hezar û 897 TL pere daye Şîrketa Sedîr-Çamê. Piştî mufetîş hatine şaredariyê û lêkolîn kirine, derketiye holê ku karê hatiye diyarkirin hatiye çêkirin nehatiye çêkirin û fatûreyên sixte bi vî awayî aşkere bûne. 
 
LI XWE MIKUR HATIN JI BO FATÛREYÊN SIXTE 
 
Mehmet Bûlût ku sûd ji qanûna poşmaniyê girtibû, nelirêtiya hatiye kirin qebûl kiriye û diyar kiriye ku karê navbirî yê li jor hatine diyarkirin ku hatine çêkirin nehatine kirin û fatûre jî li gor deynên berê yên şîrketê hatine amadekirin. 
 
Di îdianameyê de ji bo stendina sotemeniyê jî hatiye destnîşankirin ku fatûreyên sixte hatine amadekirin û bi vî awayî 206 hezar û 250.31 TL pere dane Şîrketa Mervan Petrolê. Her wiha bi heman awayî ji bo sotemeniya nehatiye stendin 100 hezar TL pere dane Şîrketa K. Petrolê jî û hatiye diyarkirin ku milyon û 331 TL pere dane Şîrketa METAC Yol Înşeatê, lê belê fîrmayê sotemenî teslîm nekiriye û fiyetê hatiye diyarkirin jî pir zêdeyî yê piyaseyê ye. 
 
TENÊ 1 TL DI QASEYÊ DE HIŞTIYE 
 
Di îdianameyê tişta balkêş jî ev e ku hatiye diyarkirin gava Mûstafa Yaman ji peywirê hatiye girtin, li gor hesabên mifetîşan diviyabû di qaseyê de 4 milyon û 972 hezar û 832.86 TL di qaseyê de hebûna, lê belê tenê 1 TL hebûye. Ji xeynî vê hatiye diyarkirin ku Şîrketa Kentê ji hesabê Bankeya Vakiflarê 2 milyon û 885 hezar û 778.48 TL pere kişandiye û ev pere dane Mehmet Bûlût û Ercan Ûysaler, lê belê aqûbeta vî pereyê ku bi destan hatiye kişandin nehatiye tespîtkirin. 
 
Ji xeynî van nelirêtiyan gelek nelirêtiyên bi vî rengî di îdianameyê de hatine aşkerekirin.
 
MA / Ahmet Kanbal 

Sernavên din

10/02/2021
11:27 Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket
11:22 Li Geliyê Teyarê operasyona leşkeri dest pê kir
11:06 Piştî 20 salan DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir
10:17 Hevşaredar 8 meh in di hefsa malê de ne: Li holê îdianame nîne
09:49 5 welatên YE’yê: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi ser neketiye
09:35 Koma 16'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:10 Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn
09:09 Dayikên Laçikspî: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:08 'Li Behra Reş zemîna cinayetê tê amadekirin'
09:07 Piştgiriya Neîll û Cox ji bo berxwedana Bogazîçiyê: Bi hêz û sebr bin
09:06 Tarim Orkam-Sen: Em dikarin 60 hezar darî bi xelasê bixin
09:06 Hunermend: Greva birçîbûnê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye
09:05 Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin
09:04 Çima Ocalan kirin armanc?
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'AN
09/02/2021
19:20 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:29 Nûçegihanê me Karataş ji girtîgehê derket
16:57 Hiqûqnasan bertek nîşanî lêgerîna tazî dan
16:34 Danişîna zilamê faîlê îstîsmara zayendî hat taloqkirin
15:56 Birîna ciwanê ku eskeran ew birîndar kir giran e
15:38 Meclîs Jinan a HDP'ê li Şirnexê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin
15:15 11 sal şunde derbarê kuştina Mehmet Ûytûn ê 16 mehî de doz hat vekirin
14:43 BMG: Pergala qesrê her ku digevize têk diçe
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê
10:11 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne
09:47 Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger
09:37 Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin
09:06 ‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’
09:06 Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne
09:06 Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye
09:06 Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e
09:06 Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine
09:06 Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend
09:06 Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me
09:06 Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast
09:06 Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin
09:06 Kelerima îsal bû para heywanan
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'AN
08:18 Greva birçîbûnê di roja 75'emîn de ye
08:04 Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin
07:44 Nivîskara Evrenselê Ayşen Şahin piştî îfade da hat berdan
07:36 33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08/02/2021
20:54 Îro 8 hezar û 103 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:10 Dadgehê derbarê 29 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê da
16:54 Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin
16:32 Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e
16:00 Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir
15:52 KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
15:42 Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket
15:19 Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin
14:58 Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan
14:51 Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne
14:36 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin
14:30 Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan
14:21 ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:35 Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê