Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket

img
ENQERE - Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol gihaşt ber destê xwendevanên xwe. 
 
Hejmara yekem a Rojnameya Zarokan Solfasol gihaşt ber destê xwendevanên xwe. Rojnameya Solfasolê, ji aliyê zarokan ve tê amadekirin. Rojname dê wekî pêveka Rojnameya Gayrîresmî Solfasolê li Enqereyê sê mehan carekê bê weşandin. 
 
Ji naveroka wê bigire heya sêwirandina wê hemû ji aliyê zarokan ve tê amadekirin. Desteya weşanê ya Rojnameya Zarokan Solfasolê ji 14 kesan pêk tê. Her wiha xêzên di rojnameyê de cih digirin jî ên zarokan e. Ji xeynî Zîşan Kurum û Asli Baysûgê ku tevli civînan û amadekirina rojnameyê dibin, tu mezin daxilî rojnameyê nabin. Her wiha Lînda Nîhan Lafci jî ji bo sêwirandina rojnameyê alîkariya zarokan dike. 
 
JI ZAROKÊN TEMENÊ WAN DI NAVBERA 7-18 SALAN DE 
 
Zarokên temenê wan di navbera 7-18 salan de dikarin ji bo rojnameyê binivîsînin û xêz bikin. Sernavên beşên rojnameyê jî di civîna desteya weşanê ya ku ji zarokan pêk tê, bi biryareke hevpar tê diyarkirin. Hejmara zivistanê ji van beşan pêk tê: Nûçe, Hawidor û Zanist, Sersal, Mîtolojî, Çand, Huner û Geşt. Ji xeynî van beşan di her hejmarê de dosyeyek jî heye. 
 
Kesên bixwazin xwe bigihînin rojnameyê dikarin bibin aboneyê malpera Solfasol.tv an jî dikarin ji pirtûkfiroşin li Enqereyê peyda bikin. 
 
FIKIR A ZAROKAN BÛ 
 
Zîşan Kurum û Asli Baysûg ku alîkariya zarokan dikin, behsa rojnameyê kirin. 
 
Kurum, diyar kir ku fikira derbarê çêkirina rojnameyeke zarokan di civîneke Rojnameya Solfasolê de derketiiye holê û got: "Denîz ku kurê hevalek me ye, di civînê de dev ji lîstikê berda û got, fikirek wî heye. Fikira wî rojnameyeke zarokan bû. Dû re rojekê gava me rojname dikirin pakêt, careke din fikira xwe anî zimanê. Wê çaxê Tan, kurê hevalek me, jî li wir bû. Tan jî got, dikare aliyê wî bike. PIştî vê me jî fikra wan pêk anî." 
 
Kurum, anî ziman ku zarok pêşî lêkolîn dikin, paşê nivîsên xwe amade dikin û got: "Rojnameyeke kolektîf e." Kurum, bilêv kir ku rojnameyê pêşniyarî mezinan jî dike û got: "Dê bibînin ku zarok pir cuda ne û ew jî xwedî derd in." 
 
JI BO HEMÛ ZAROKAN 
 
Baysûg jî anî ziman ku li bendê ne ku zarokên ne di desteya weşanê de jî nivîsan ji rojnameyê re bişînin û got: "Deriyê rojnameya me ji bo hemû zarokên ku dixwazin binivîsin vekiriye. Di nav desteya weşanê de ji bajarên din jî zarok hene. Zarokên bixwazin binivîsin, bajarê wan ferq nake, li ku dibin bila bibin dikarin binivîsin." 
 
PEYAMEK JI BO MEZINAN 
 
Ilgin Îklîm Eren a 8 salî anî ziman ku gava dest bi xwendina hejmara ewil kiriye pir kelecanî bûye û got: "Min cara ewil ji bo rojnameyê nivîsand. Pir kêfa min hat. Cara ewil e ku dê her kes nivîsa min bixwîne. Dê jê hez bikin."
 
Eren, anî ziman dixwaze derbarê nebat, fêkî, pirtûk, xişiran, kinc û pisîkan de binivîse. 
 
Tan Bûlûgan ê 11 salî jî ji bo mezinan got: "Ev rojname delîlek e ku di karên wisa de divê firsendê bidin zarokan. Ji kerema xwe hînekî din jî guh li fikirên zarokan bikin." 
 
NÊRÎNÊN ZAROKAN
 
Yagmûr Arslan a 11 salî jî anî ziman ku civînên rojnameyên pir xweş derbas bûne û piranî ji çêkirina wêneyan hez dike. Arslan, diyar kir ku dê di hejmara a biharê de derbarê Galata Kûlesiyê û pergala perwerdehiyê de binivîse. 
 
Aren Hamarat ê 9 salî jî bilêv kir ku herî zêde ji çêkirina wêneyan hez dike û got: "Gava nivîsên dirêj bin dibetilim. Lê ez bi dilxweşî wêneyan çêdikim. Gava min rahişt hejmara ewil a rojnameyê, bi xwe serfiraz û şanaz bûm. Pir kêfxweş bûm." 
 
Feraye Saçilik a 10 salî jî anî ziman ku gava derbarê mijaêrn li gor dilê xwe de dinivîse pir kêfxweş dibe û gava rojname nû derketiye dubare dubare ew xwendiye. 
 
Denîz Bozbeyoglû yê 9 salî jî got: "Gava dinivîsim zehmetiyê dikişînim. Lê gava dixwînim, zewqê jê distînim." 
 
Yagmûr Arcak a 16 salî jî anî ziman ku gava rojname nû derçûye û rahiştiye hejmara wê ya ewil pir şanaz bûye û got: "Min dizanibû rêya herî rihet a xwebilêvkirinê nivîs e. Lewma min qet dev ji nivîsandinê berneda û axirê nivîsên min êdî li cihekî tên weşandin. Ev ji bo min cihê kelecanê ye. Herî zêde dixwazim derbarê muzîkê de binivîsim. Çikû min hêlên muzîkê yên nayên zanîn keşf kirin û ji ber ku van tiştan parve dikim, dilxweş im." 
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

07/02/2021
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be
10:10 HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’
09:55 Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan!
09:36 Eskerên Îranê kolber Xalid kuşt
09:32 Koma 15'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:07 ‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû