Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne

  • jin
  • 09:01 7 Sibat 2021
  • |
img
DERSÎM - Jinên Dersîmî yên li dijî polîtîkayên bişaftin, tundî û tunekirinê li çand, bawerî û ziman xwedî derdikevin, di meha Xizir de bi xebatên hunerî pêşengiyê dikin. Jinan diyar kirin ku îsal duayên wan ji bo aştî û mirovahiyê ye. 
 
Meha Xizir di çand û baweriya elewiyan de cihekî pir taybet û girîng digire. Her sal di meha sibatê de kevneşopiya  Xizir dest pê dike. Li hin herêman di Pêncşema duyemîn a Sibatê de dest pê dike. Bi destpêka meha Sibatêre mal û derdor tên paqijkirin. Bi qasî hemû zindî û ruhmet têr bixwin zexîre û xurek tê parvekirin. Hemû kesê li deriyên malan didin û alîkarî dixwazin, alîkarî bi wan re tê kirin. Genim tê hêran û kelandin. Bi duayan ew genimê hatiye pijandin, li hemû aliyê malê têbelavkirin. Tê bawerkirin ku Pêxemberê Xizir ji vî genimê bijandî tê para aydî xwe dibe û diçe. Di vê mehê delokma tên çêkirin û li cîranan tê belavkirin. Turb tên ziyaretkirin û li ser wan find têne pêxistin. Hem dua tên kirin û hem jî daxwazên baş tên kirin.
 
ROJIYA XIZIR 
 
Di meha xizir de 3 rojan rojiya Xizir tê girtin. Rojî şev nîvê şevê dest pê dike û heta rojava berdewam dike. Di meha rojiya Xizir de Ji bo Xizir Cem tên gerandin. Di rojên rojiyê de li gundan li tembûrê dixin û deyîş tên gotin. Çîrokên der barê Pêxemberê Xizir te tên gotin. Bi arvanê qelandî helawî tê çêkirin û savar tê kelandin. Ev helawî û savar li hemû cîranan tê belavkirin. Ev şahî û kevneşopî tê wateya rojên zor û dijwar ên zivistanê li paş man û derbasî rojên xweş dibin. Di van şahî û huneran de jin pêşengiyê dikin. 
 
Jinên li Dersîmê dijîn û pêşengiya vê çand û hunerêdikin, li dijî polîtîkayên bişaftinê bang li hemû kesan kirin ku li îbaretên vê mehê û Rojiya Xizir xwedi derkevin. 
 
YÊN BÊNE BER DERÎ VALA VENAGERIN
 
Jina 63 salî ya Dersimî Fatma Guler, anî ziman ku di meha Sibatê de ewil diçin ava Xizir tînin û iha got: "Me hêj ji ciwantiya xwe de dest bi vê çandê kiribû. Dema em ciwan bûn hemû gundî hişyar dibûn. Em bi hevre diçûn ku ava Xizir bînin. Ji bo em berê ava xizir bigirin em diketin pêşbirgê. Me ava ewil distend û vedigeriyan malê. Dema em dihatin malê û nêviyê avê tune bûya me digot ‘Xizir biriye' Me xwelî û bizota agir dibir li cihê diyar rodikir. Ji bo bereketa wan zêde bibe, me dewarên xwe dibirin çolê. Roja Înê ji bo Xizir keramet û tilsima xwe têxe nav, me li cihê du çem dibin yek qurban serjê dikir. Kesên dihatin vir me qurban li wan belav dikir. Me du mesef (tepsî) lokma çêdikir û belav dikir. Me mesefek (tepsi) lokma bi xwe re dibir û kesên dihatin, me li wan belav dikir. Siniya din jî me li cîranan belav dikir. Bi salan e em di vê mehê de vê kevneşopî û çandê berdewam dikin. Di vê mehê de kî bê ber deriyême em wan vala venagerînin. " 
 
Guler, da zanîn ku armanc dikin ku çand û baweriya elewiyan bidin jiyandin û wiha lê zêde kir. "Em dixwazin bi van xebatan çand û baweriya xwe derbasî nifşê nû bikin û derbasî pêşerojêbikin." 
 
JIN ÇANDÊ DERBASÎ PÊŞEROJÊ DIKIN
 
Fîdan Genç jî anî ziman ku yên çand û baweriyê diparêzin jin in û wiha got: "Jin çand û baweriyê derbasî pêşerojê dikin. Demek dirêj e li Îzmirê dijîm. Em li ku bijîn em çanda xwe jî li wir didin jiyandin. Em biçin ku em çanda xwe jî bi xwe re dibin. Di her mehên Xizir de me niyazên xwe li cîranên xwe belav dikir. Ev çanda me bi ked û xêra jinan heta îro zindî ma û winda nebû. Em çanda Gaxan, 12 Îmam, Xizir û hemû baweriyan didin jiyandin û diparêzin. Em di vê mehê de kevir, ax, dar, giha, sewal û hemû zindiyan maç dikin. Ev nirxên me ne. Em bi xêra xwezaya xwe hene. Eger xweza tune be mirov tune dibe. Em li nirx û çanda xwe xwedî derdikevin."
 
 
Genç, da zanîn ku di meha Xizir de Destarê xwe yê 50 salî derdixe û bê genim dihêre û wiha bi dawî kir: "Ji bo Xizir bê mala me, em genim dihêrin û diqelînin. Em li hundirê malê belav dikin. Em ê ji bo aştî û mirovahiyê duayan bikin. Em dixwazin Xizir bê mala me. Em dibêjin Ya Xizir, Ya Muhammet lokmayê me qebûl bike, Zarokên me ji belayan biparêze, Bibe alîkarê feqîr û xizanan. Bila dijmin ji me dûr be. Bila mirovahî û aştî bijî." 
 
MA / Ayşe Surme
 

Sernavên din

07/02/2021
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be
10:10 HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’
09:55 Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan!
09:36 Eskerên Îranê kolber Xalid kuşt
09:32 Koma 15'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:07 ‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû