Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin

img
AMED - Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar, diyar kir ku ji bo perwerdehiya muzîkê ya zarokan Zarok Ma’yê vedikin û ev bang kir: “Ji bo ku zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin.”  
 
Akademiya Ma Muzîkê ku di sala 2017'an de li Amedê bi dirûşma "Ji bo her kesî muzîk li her derê muzîk" starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya MA'yê, Orkestraya Zarokan a MA'yê, Orkestraya Jinan a MA'yê û Orkestraya MA'yê ji bo muzîka kevneşop a kurdî mora xwe li bin xebatên serkeftî xist niha jî ji bo perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî Zarok Ma’yê vedike. Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar, derbarê projeya Zarok Ma’yê axivî.
 
‘NAVENDA MUZÎKÊ YA BI PERWERDEHIYA KURDÎ’
 
Şêrko Kanîwar, têkildarî projeyê destnîşan kir ku li ser banga Enstîtuya Goethe ya Almanyayê ya piştgiriyê saziyên çand û hunerê yên ji ber pandemiyê derp xwarine dest bi xebatê kirine û wiha got: “Me serî li vê fonê da û projeyek nivîsand, me got ‘em dixwazin ji bo zarokên berî zayînê heya 5 salî navendeke muzîkê ya bi perwerdehiya zimanê kurdî (ku li cîhanê cara yekeme bê vekirin) bi navê Zarok Ma mekanekê ava bikin û piştgiriya we dixwazin’. Projeya me hat qebûlkirin.”
 
BANGA ALÎKARIYÊ
 
Kanîwar, da zanîn ku piştî projeya wan hatiye qebûlkirin ji bo avahiyekê bibînin ketine nava liv û tevgerê û axaftina xwe wiha domand: “Me li avahiyên bi baxçe yên li Dîclekentê avahiyek kirê kir û niha projeya wê ya li ser kaxizê hemû qediyaye. Em ê avahiyê li gorî zarokên temenê wan heta 5 salî û şert û mercên pandemiyê revîze bikin. Ev avahî wê tenê ji bo zarokên 0-5 salî be. Piştî 5 saliyê wê zarok bên Ma Muzîkê. Vêca ji bo ku em bikaribin avahiyê revîze bikin û alavên Zarok Ma’yê, pêdiviyên me yên teknîkî û malzemeyên vê mekanê bikirin alîkarî lazim e. Mixabin ew pereyê ku ji fonê tê, têra nake ku giştiyê vê avahiyê saz bike. Heta niha ji bo zarokan polek hebû lê êdî Zarok Ma’ya di asta dibistanê de vedibe. Ji bo wê jî em niha bangawaziyekê dikin. Bi taybet ji bo ku perwerdehiya muzîkê ya bi zimanê kurdî derp nexwe, hemû çandperwer, kurdperwer, hunerhez, zimanhez piştgiriyê bidin banga me ya Zarok Ma’yê û em hêviyê mezintir bikin da ku zarokên vî welatî yên ji berî zayînê heta 5 salî bê muzîk nemînin.” 
 
Herî dawî Kanîwar, got ku dixwazin vekirina Zarok Ma’ yê bigihînin roja 5’êadarê 4’emîn salvegera Ma Mûzîkê, lê ji ber hinek pirsgirêkan dibe ku heya du mehan avahî biqede û Zarok Ma’yê vekin.
 
Kesên ku bixwazin alîkariyê bikin dikarin bi ser vê lînkê alîkariyê bikin: http://fongogo.com/Project/ma-music-centerzarok-ma0-5-yas-ebeveyn-katilimli-muzik-egitim-merkezi
 
MA / Fahrettîn Kiliç-Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

07/02/2021
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be
10:10 HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’
09:55 Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan!
09:36 Eskerên Îranê kolber Xalid kuşt
09:32 Koma 15'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:07 ‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû