Çalakiyên karkeran ên li çar hawidorê Tirkiyeyê belav bûne

img

STENBOL - Berxwedana karkerên ji ber ku li ber şert û mercên giran ên kar rabûne an jî ji ber ku endamên sendîkayê ne ji kar hatine derxistin, li çar hawirdorê Tirkiyeyê belav bûye. 

Li Tirkiyeyê krîza aborî, piştî pandemiyê hîn bêtir beloq bû. Barê vê jî li karkeran hat barkirin. Bi taybetî jî piştî şewba Covîd-19'ê li Tirkiyeyê belav bû şert û mercên karkeran giran bûn. Karkerên ku li ber van şert û mercan rabûn an jî ji ber ku endamên sendîkayê bûn, gelek jê di bin navê destûra bêheq de ji kar hatin derxistin û mafên wan hatin binpêkirin. Karker jî ji bo vegerin ser karên xwe û mafên xwe bi dest bixin li ber xwe didin û çalakiyan li dar dixin.
 
ÊN BI ROJ Û MEHAN LI BER XWE DIDIN
 
Hin çalakî û berxwedanên karkerên ku ji bo mafên xwe bi dest bixin, bi rojan û mehane têdikoşin ev in:
 
* Di 17'ê Nîsana 2018'an de li Bûrsa-Orhangaziyê 14 karkerên fabrîkeya çandiniyê Cargîllê ji ber ku endamên sendîkaya Tek Gida-Îş'ê bûn ji kar hatibûn derxistin. Çendî ku serî li dadgehê dan û bi ser ketin jî, lê belê fabrîkeyê ew negirtin ji ber vê li ber fabrîkeyê kon vedan. Karker ji bo vegerin ser karê xwe hezar û 22 roj in li ber xwe didin.
 
* Karkerên Uzel Makîneyê jî 8 sal in doza heqê xwe dikin. Piştî ku fabrîkeyê di sala 2013'an de îflaskirina xwe raginadibû nêzî 2 hezar û 200 karker betal mabûn û meaşê wan ê 5 mehan û tazmînata wan nehatibû dayîn. Karker jî ji bo mafên xwe bi dest bixin çalakiyan li dar dixin. Herî dawî di Îlona 2020'an de cardin biryara berxwedanê girtin û li ber fabrîkeyê konê berxwedanê vedan. Berxwedana karkeran 151 roj e didome. 
 
* BÎMEKS'ê jî di sala 2018'an de bi hinceta "krîza aborî" maxazayên xwe yeko yeko girtin. Piştî maxaze hatin girtin nêzî hezar û 500 karker betal man û meaş û tazmînata xwe negirtin. Karker heya niha li 11 bajaran daxuyanî dane û çalakiyên cur bi cur li dar xistine. Çalakiya bi dehan karkerên tazmînata wan û meaşê wan nehatiye dayîn didome. 
 
* Şîrketa Atlas Globalê ku xwediyê wê Alî Mûrat Ersoy e (birayê Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy), di sala 2019'an de daxuyandibû ku îflas kiriye. Piştî vê nêzî 2 hezar karker betal man. Karkerên betal man ne meaşên xwe, ne jî tazmînata xwe girtin. Karker ji bo heqê xwe bistînin Platforma Edaletê ya AtlasZedeyan (AZAP) ava kirin û di Hezîrana 2020'an de dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya xwe pêşî li Bakirkoyê li ber navenda berê ya Atlas Globalê, dû re jî li ber şîrketa turîzmê ETS Tûr a Mehmet Nûrî Ersoy li dar xistin. Lê ji ber ku di roja 6'an a çalakiyê de polîsan mudaxileyî wan kir, karker mecbûr man konên xwe rakin. Lê tê gotin dê çend roj bi şûn de cardin biryara lidarxistina çalakiyê bigirin.
 
*Li navçeya Çayirovayê Mîgrosê destûra bê heq da 70 karkerên depoyê û dû re li şûna wan hin karkerên din girt. Karkerên destûra bêheq ji bo wan hatiye dayîn ji bo vegerin ser karên xwe ji 5'ê Çileya 2021'ê ve li ber depoyê têdikoşin. 
 
* Karkerên fabrîkeya Baldûr Suspansiyonê jî 3 karkerên endamê Sendîkaya Bîrleşîk Metalê ji kar derxistin. Karker jî ji bo vegerin ser karên xwe ji 5'ê Mijdara 2020'an ve têdikoşin. Paşê hin karkerên din jî dest bi grevê kirin. Greva karkeran di roja 41'ê de ye. 
 
* Karkerên di bin banê PTT'ê de dişixulin jî gelek jê bi koda 29'an de ji kar hatin derxistin. Karkerên ji kar hatin derxistin tazmînata xwe jî wernegirtin. Ji ber vê karkeran li ber Midûriyeta Navendî ya PTT'ê ya li Stenbol û Îzmîrê dest bi berxwedanê kirin û di roja 40'emîn a berxwedanê de ber bi Enqereyê ve meşiyan û dê çalakiya xwe li ber Midûriyeta Giştî ya PTT'ê ya Enqereyê bidomînin. 
 
* Karkerên Kaya Înşeatê jî meaşê salekê yê 250 karkeran nedaye. Karkerên ku di sala 2019'an de li Cezayirê xebitîbûn, lê belê ji ber ku meaşê wan nehatibû dayîn dev ji kar berdabûn. Karkeran 17 roj berê li ber ofîsa kardêr a li Stenbolê dest bi berxwedanê kirin. 
 
Karkerên Samsûn-ÇorûmNakliyat Ambari jî ku endamên Sendîkaya Nakliyat Îş'ê ne, ji ber ku daxilî nav hevdîtinên peymana giştî nehatine kirin, di 17'ê Çileya 2020'an de dest bi grevê kirin. Berxwedana karkeran salek e didome. 
 
* Li Çorûmê jî karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû ji ber ku endamên Sendîkaya Bîrleşîk Metalî-Îş'ê bûn bi koda 29 ji kar hatin derxistin. 90 karker ji 7'ê Tebaxa 2020'an ve li ber fabrîkeyê têdikoşin. 
 
* Karkerên li şaxên TUV-TURK'ê dixeitin jî ji ber ku endamên sendîkaya Nakliyat-Îş'ê bûn ji kar hatin derxistin. Li Riha karkerên ji kar hatine derxistin 809 roj in, li Mûglayê karkerên ji kar hatine derxistin 907 roj in û li Kastamonûyê jî karkerên ji kar hatine derxistin 431 roj in ji bo vegerin ser karê xwe li ber xwe didin. 
 
* Li Mûglayê ji ber ku karkerên Çinartaşê bûn endamê Sendîkaya Nakliyat-Îş'ê ji kar hatibûn derxistin. Karker 262 roj in li ber fabrîkeyê ji bo vegerin ser karê xwe li ber xwe didin. 
 
* Li Îzmîrê 5 karkerên NAK Kargoyê di bin navêd estûra bêheq de ji kar hatin derxistin. Karker ji bo vegerin ser karên xwe 13 roj in bi çalakiya rûniştinê li ber xwe didin. 
 
* Li Kayseriyê piştî ku 12 Rêzemarketên Realê bi îflaskirineke bihîle hatin girtin, hezar û 720 karker betal baûn. Karker ji bo ku mafên xwe bistînin ji 2'yê Tebaxa 2017'an ve li ber xwe didin. 
 
* Fabrîkeya Sîmboyê jî karker Dîlbent Turkerê bi koda 29'an ji kar derxistibû. Turker ji bo veger ser karê xwe li ber fabrîkeyê li ber xwe têdikoşe. Çalakiya Turkerê di roja 10'an de ye. 
 
MA / Kadîr Guney 

Sernavên din

04/02/2021
20:12 113 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:21 Zilamê Sureyya Buyuk qetil kir hat binçavkirin
16:00 HDP: Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist
15:44 Li Bûrsayê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:09 Li jinên ku gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ doz hat vekirin
15:04 Li Licê operasyona eskerî
14:58 'Windabûna derziyan bi me re gumanê çêdike'
14:46 Ji rêxistinên civakî bang: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:41 'Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin'
14:37 KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin
14:12 Xwendekarên Îzmîrê: Em serî natewînin
14:09 Balûken ji dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike
14:00 Li gel dorpêçê jî çalakiya xwendekaran didome
13:51 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:34 Li Nisêbînê rageşiya DEDAŞ’ê
13:20 162 pêşniyazpirsên HDP’ê ji bo Demîrtaş dabû hatin redkirin
13:13 Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Tecrîdê bi dawî bikin girtîgehan vala bikin
13:12 Bêyî agahiya parêzerên Medenî Yildirim cihê bûyerê keşf kirin
12:31 Îdiayên îşkenceya li Licê di rojeva Meclîsê de ne
12:30 Rawest : Li herêmê kesên ku deng didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan jê dûr ketine
11:52 Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne
11:38 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî
11:38 Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hate girtin
11:15 Nifûsa Tirkiyeyê hat aşkerekirin
11:13 Ên nelirêtî kirin: Me ji bo dewletê kir
10:25 Xwendekarên di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin: Em ê paşde gav navêjin
09:46 MATUHAY-DER: Mil bidin govenda girtiyan
09:38 Binçavkirinên ji ber çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê didomin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 70'yan de dewam dike
09:21 Dozger qurbaniyên komkujiya DAIŞ’ê wek ‘endamên rêxistinê’ da nîşandan
09:05 22 otobus dê pirtûkxaneya Ocalan li bajaran bigerînin
09:05 Dozger telefona girtî wekî delîla 'endamtiya rêxistinê' hesibandiye
09:05 Armanca GOG'ê: Xêzkaran bigihîne
09:05 Dixwazin deriyên sînor bên vekirin
09:05 42 kes miribûn: Bi tunelan dê pêşî li ber hin karesatan bê girtin
09:05 Aşpêjê ku betal maye: Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne
09:05 'Bi hezaran Gokkan têkoşînê bilind dikin'
09:05 Pirtûka Harûn Dogan 'Dag-i Devran' derçû
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2021'AN
08:00 30 xwendekarên sewqî dadgehê kirin hatin berdan
03/02/2021
22:25 30 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
20:45 8 kes ji ber parvekirinên xwe yên derbarê Bogazîçiyê de hatin binçavkirin
20:40 8 hezar û 102 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:34 Hejmara 3'yan a kovara Bernamegehê derket
20:18 35 baroyan piştgiriya xwe ya ji bo xwendekaran ragihandin
18:59 Jinên Şengalê 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin
18:27 Sendîkayên Îtalyayê ji bo Azadiya Ocalan name ji NY'ê re şandin
18:01 HRW: Tirkiye li Serêkaniyê bi dehan kes revandine
17:10 Orûç beraet kir
17:09 Şahidê doza Dînk: Berpirsiyarê esil Midûriyeta polîsan a Stenbolê ye
16:59 Karkerên Înşaeta Kayiyê navbera dan çalakiya xwe
16:56 Rojnamegera girtî Abî: Dest danîn ser betaniyên me
16:50 Riya Miksê piştî 15 rojan vebû
16:43 'Pergala birêz Ocalan pergala herî bi nirx e'
16:43 HDP: Dest ji rêyên tarî berdin
16:06 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
16:05 TTB’ê îşkenceya li xwendekaran hat kirin şermezar kir
15:51 Di meha çile de 23 jin hatine qetilkirin
15:23 Ciwanan bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ dorpêç şermezar kirin
15:12 Xwendekarên cezayê hefsa malê li wan hat birin: Em ê dîsa bên
14:56 Demîrtaş: Biryara DMME’yê 83 mîlyon kesî eleqedar dike
14:26 Li Dersimê mirina eskerekî ya biguman
14:07 HDP’ê li Îzmîrê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da
13:53 Hîndekaran rektorê qeyûm bi çepikan şermezar kir
13:38 Ji Olûç daxuyaniya destûra bingehîn a nû: Sicîla AKP’ê xerabûyî ye
13:33 Ji partiyên siyasî banga Demîrtaş: Biryara DMME’yê pêk bînin
13:23 Jina ku hat îdîakirin ketiye bi giranî birîndar bû
13:17 Kedkar li dijî sirgûn û îxracan dimeşin Enqereyê
12:58 Li Girtîgeha Rihayê dest danîn ser şelwarên girtiyan
12:16 Li Hevserokê berê yê DBP’ê yê Amedê 6 sal ceza hat birîn
11:40 Li Wanê 7 kes hatin girtin
11:36 Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li qadan bin
Ji bo parastina jiyanê dê serhildanê mezin bikin
11:29 Malpera înternetê ya Gazete Alinterî hat astengkirin
11:28 Melîh Bûlû yê AKP’î: Nafikirim ku îstifa bikim
11:28 Qeyûm bi serokê AKP’ê re derket kontrolê
11:18 Koç: Destûra bingehîn a AKP-MHP’ê wê bi kêrî civakê neyê
10:13 Li Enqere 83 kesên binçavkirî hatin berdan
10:08 76 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Nameya rojnameger Ugur bi 'fikare' dîtin
09:39 'Yên ku dibêjin komplo bi ser ket bila li Rojava binêrin bes e’
09:38 OHD wê li dijî dirêjkirina ceza doz veke
09:09 Greva birçîbûnê di roja 69'an de dewam dike
09:08 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Akdag û Ertaş hatin girtin
09:01 Piştî gaz biha bû, eleqeya ji bo sergîn û tepikan jî zêde bû
09:01 262 roj in ji bo karê xwe li ber xwe didin
09:01 Rêwiyên rêya di bin aşûtê de ma: Em xatir ji malê û hevalên xwe dixwazin...
09:01 Jinên ku tevli atolyeyên xweparastinê bûn: Em xwe bihêztir û ewletir hîs dikin
09:01 Çar hawirdorê Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
09:01 Çalakiyên karkeran ên li çar hawidorê Tirkiyeyê belav bûne
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2021'AN
02/02/2021
23:49 Cezayê hepsa malê li 10 xwendekaran hat birîn
22:34 Xwendekaran li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dan
19:59 Walîtiya Wanê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî taloq kir
19:42 120 kesên din jî mirin û 7 hezar û 795 kesên din jî pê ketin
19:26 Gelê Hol û Serêkaniyê li dijî êrîşen Tirkiye meşiyan
19:13 Di teqîna li Babê de herî kêm 2 kes mirin
17:36 Baş: Ev berxwedan dê pêşeroja welat diyar bike
16:58 13 girtiyên ku cezayê wan xelas bûne nayên berdan
16:54 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir cezayê muebetê dixwaze
16:47 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir re cezayê muebetê dixwaze