JI Riha û Edeneyê bang kirin: Heke hûn reforman bixwazin divê hûn tecrîdê rakin

img
RIHA/EDENE - Ji bo daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê pêk bên li Riha û Edeneyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniya Rihayê de hat gotin ku heke desthilat reforman bixwazin divê tecrîdê rake. Di daxuyaniya Edeneyê de jî banga xwedî derketina li çalakiya grevê hat kirin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan dan destpêkirin, li avahiya xwe ya navçeya Karakopruyê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerên HDP’ê Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn, Ayşe Surucu, partiyî, xizmên girtiyan û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Beşdarvanan pêşmalkên ku li ser wan “Ji greva birçîbûnê re bibe deng” nivîsandîbûn li xwe kirin.
 
DÊ ÇAWA REFORMÊ BIKIN?
 
Di civînê de ewilî Parlementerê HDP’ê Nûsrettîn Maçîn axivî. Maçîn, diyar kir ku bi zextan qadên jiyanê yên li girtîgehan hatine tengkirin û wiha got: “Heke bi rastî jî hûn bixwazin reformê bikin, divê ewil tecrîda mutleq a li Îmraliyê bê rakirin û şertên girtîgehan bên başkirin. Tecrîda mutleq derveyî mirovahî, hiqûq û wijdanê ye. Li gel vê yekê jî tehamulî pankartekê jî nakin. Ev nayê qebûlkirin. Bi vê tabloyê wê çawa reform çêbibe? Em heta dawiyê li pişta girtiyên di çalakiya grevê de ne. Têkoşîna wan têkoşîneke mafdar û mirovî ye.”
 
‘HÛN ÇIMA DITIRSIN?’
 
Dure parlementer Omer Ocalan axivî û bi bîr xist ku tecrîd 22 sal in didome. Ocalan, bertek nîşanî qedexeyên hevdîtinê yên hemberî malbat û parêzeran da û pirsa “qanûn li kuderê ye?” kir. Ocalan, bertek nîşanî dorpêça polîsan jî da û wiha got: “Hûn ji çi ewqas ditirsin? Ji bo Birêz Ocalan hesasiyeteke mezin heye. Kesek ji dewletê qanûneke taybet naxwaze. Tê xwestin ku qanûnên heyî bi cih bên. Lê li ser Birêz Ocalan û gelê kurd polîtîkayên qirêj tên meşandin. Tecrîd belavî her dere bû ye.”
 
‘WÊ TESFIYE BIBIN’
 
Ocalan, anî ziman ku li Tirkiyeyê siyaset xetimiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro li girtîgehan çalakiya grevê heye. Em jî dixwazin ku hevdîtin û muzakere çêbibin. Heta ku diyalog nebe pirsgirêk jî çareser nabin. Bi komkujî, girtin û zextan hûn nikarin vê civakê biqedînin. Bi vî şiklî hûn ê heta kuderê siyasetê bikin. Giranahiyeke dewletê nema, ev dê tesfiye bibin. Partiya me û gelê kurd meşrû ne. Em ê heta dawiyê bibin dengê girtiyên siyasî û têkoşîna wan bilind bikin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindana” û tililiyan bi dawî bû.
 
EDENE
 
Komeleya Piştevaniya Malbatên Hikumxwarî û Girtiyan a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER), ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê daxuyanî da çapemeniyê. Polisan xwest daxuyaniya ku  li pêş avahiya Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê hat dayîn asteng bikin. Lê daxuyanî li gel astengiya polîsan jî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindana” û "Zext nikarin me têk bibin" hat dayîn. 
 
ÇARESERÎ ÎMRALI YE
 
Di daxuyaniyê de Hevserokê Çûkûrova TÛAY-DER’ê Zahîr Akalin axivî û bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê di roja 68’emîn de ye. Akalin, diyar kir ku qeyrana aborî û siyasî ya li welat kûrtir bûye û wiha got: “Sedema van pirsgirêkan tecrîda li ser Îmraliyê ye. Heta ku tecrîda li ser Îmraliyê neyê çareserkirin û Ocalan azad nebe dê ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Bi vê minasebetê em bi dirûşma “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin” berxwedana li zindanan xwedî derkevin. Em gele me yê hestiyar vedîxwînin ku hêj şertên girtîgehan girantir nebûne, xwedî li berxwedana girtiyan derkevin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 

Sernavên din

05/02/2021
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû
20:12 113 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:21 Zilamê Sureyya Buyuk qetil kir hat binçavkirin
16:00 HDP: Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist
15:44 Li Bûrsayê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:09 Li jinên ku gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ doz hat vekirin
15:04 Li Licê operasyona eskerî
14:58 'Windabûna derziyan bi me re gumanê çêdike'
14:46 Ji rêxistinên civakî bang: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:41 'Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin'
14:37 KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin
14:12 Xwendekarên Îzmîrê: Em serî natewînin
14:09 Balûken ji dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike
14:00 Li gel dorpêçê jî çalakiya xwendekaran didome
13:51 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:34 Li Nisêbînê rageşiya DEDAŞ’ê
13:20 162 pêşniyazpirsên HDP’ê ji bo Demîrtaş dabû hatin redkirin
13:13 Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Tecrîdê bi dawî bikin girtîgehan vala bikin
13:12 Bêyî agahiya parêzerên Medenî Yildirim cihê bûyerê keşf kirin
12:31 Îdiayên îşkenceya li Licê di rojeva Meclîsê de ne
12:30 Rawest : Li herêmê kesên ku deng didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan jê dûr ketine
11:52 Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne
11:38 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî
11:38 Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hate girtin
11:15 Nifûsa Tirkiyeyê hat aşkerekirin
11:13 Ên nelirêtî kirin: Me ji bo dewletê kir
10:25 Xwendekarên di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin: Em ê paşde gav navêjin
09:46 MATUHAY-DER: Mil bidin govenda girtiyan
09:38 Binçavkirinên ji ber çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê didomin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 70'yan de dewam dike
09:21 Dozger qurbaniyên komkujiya DAIŞ’ê wek ‘endamên rêxistinê’ da nîşandan
09:05 22 otobus dê pirtûkxaneya Ocalan li bajaran bigerînin
09:05 Dozger telefona girtî wekî delîla 'endamtiya rêxistinê' hesibandiye
09:05 Armanca GOG'ê: Xêzkaran bigihîne
09:05 Dixwazin deriyên sînor bên vekirin
09:05 42 kes miribûn: Bi tunelan dê pêşî li ber hin karesatan bê girtin
09:05 Aşpêjê ku betal maye: Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne
09:05 'Bi hezaran Gokkan têkoşînê bilind dikin'
09:05 Pirtûka Harûn Dogan 'Dag-i Devran' derçû
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2021'AN
08:00 30 xwendekarên sewqî dadgehê kirin hatin berdan
03/02/2021
22:25 30 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
20:45 8 kes ji ber parvekirinên xwe yên derbarê Bogazîçiyê de hatin binçavkirin
20:40 8 hezar û 102 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:34 Hejmara 3'yan a kovara Bernamegehê derket
20:18 35 baroyan piştgiriya xwe ya ji bo xwendekaran ragihandin
18:59 Jinên Şengalê 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin
18:27 Sendîkayên Îtalyayê ji bo Azadiya Ocalan name ji NY'ê re şandin
18:01 HRW: Tirkiye li Serêkaniyê bi dehan kes revandine
17:10 Orûç beraet kir
17:09 Şahidê doza Dînk: Berpirsiyarê esil Midûriyeta polîsan a Stenbolê ye
16:59 Karkerên Înşaeta Kayiyê navbera dan çalakiya xwe
16:56 Rojnamegera girtî Abî: Dest danîn ser betaniyên me
16:50 Riya Miksê piştî 15 rojan vebû
16:43 'Pergala birêz Ocalan pergala herî bi nirx e'
16:43 HDP: Dest ji rêyên tarî berdin
16:06 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
16:05 TTB’ê îşkenceya li xwendekaran hat kirin şermezar kir
15:51 Di meha çile de 23 jin hatine qetilkirin
15:23 Ciwanan bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ dorpêç şermezar kirin
15:12 Xwendekarên cezayê hefsa malê li wan hat birin: Em ê dîsa bên
14:56 Demîrtaş: Biryara DMME’yê 83 mîlyon kesî eleqedar dike
14:26 Li Dersimê mirina eskerekî ya biguman
14:07 HDP’ê li Îzmîrê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da
13:53 Hîndekaran rektorê qeyûm bi çepikan şermezar kir
13:38 Ji Olûç daxuyaniya destûra bingehîn a nû: Sicîla AKP’ê xerabûyî ye
13:33 Ji partiyên siyasî banga Demîrtaş: Biryara DMME’yê pêk bînin
13:23 Jina ku hat îdîakirin ketiye bi giranî birîndar bû
13:17 Kedkar li dijî sirgûn û îxracan dimeşin Enqereyê
12:58 Li Girtîgeha Rihayê dest danîn ser şelwarên girtiyan
12:16 Li Hevserokê berê yê DBP’ê yê Amedê 6 sal ceza hat birîn
11:40 Li Wanê 7 kes hatin girtin
11:36 Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li qadan bin
Ji bo parastina jiyanê dê serhildanê mezin bikin
11:29 Malpera înternetê ya Gazete Alinterî hat astengkirin
11:28 Melîh Bûlû yê AKP’î: Nafikirim ku îstifa bikim
11:28 Qeyûm bi serokê AKP’ê re derket kontrolê
11:18 Koç: Destûra bingehîn a AKP-MHP’ê wê bi kêrî civakê neyê
10:13 Li Enqere 83 kesên binçavkirî hatin berdan
10:08 76 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Nameya rojnameger Ugur bi 'fikare' dîtin
09:39 'Yên ku dibêjin komplo bi ser ket bila li Rojava binêrin bes e’
09:38 OHD wê li dijî dirêjkirina ceza doz veke
09:09 Greva birçîbûnê di roja 69'an de dewam dike
09:08 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Akdag û Ertaş hatin girtin
09:01 Piştî gaz biha bû, eleqeya ji bo sergîn û tepikan jî zêde bû
09:01 262 roj in ji bo karê xwe li ber xwe didin
09:01 Rêwiyên rêya di bin aşûtê de ma: Em xatir ji malê û hevalên xwe dixwazin...