Xwendekarên hatin binçavkirin: Hûn nikarin serê me bitewînin

img
STENBOL – Xwendekarên ku tayînkina qeyûmê li ser zanîngeha xwe protesto kirin û duh hatibûn binçavkirin û îro hatin berdan dorpêça polîsan wek “wêneyê bêçaretiyê” şîrove kirin û gotin: “Hûn nikarin serê me bitewînin.” 
 
Xwepêşandaên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melî Bûlû yê AKP’yî ji 4’ê çile ve didomin. Duh jî xwendekaran xwepêşandan li dar xist û 159 xwendekar hatibûn binçavkirin. Ji van xwendekaran 98 xwendekar piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê hatin berdan. 
 
Polîsan di êrişa li dijî xwendekaran de gotibû “li ber xwe binêre” û li ser vê yekê rageşî mezin bûbû. 98 xwendekarên hatin berdan dirûşma “Em ê serê xwe netewînin” qîr kirin. 
 
BERXWEDAN BELAV DIBE 
 
Ji xwendekarên hatibûn binçavkirin endama Faaliyeta Anarşîstên Şoreşger (DAF) Meltem Çuhadir diyar kir ku ew berxwedana Bogazîçiyê bi israr didomînin û got: “Dixwazin em dest ji berxwedana xwe berdin. Ew çi sepan û zextan li ser me dikin bila bikin, çi dibe bila bibe lê em ê li ber xwe bidin, netirsin û têkoşîna xwe bidomînin. Binçavkirin ne rewa ne. Îşkence li me xwendekaran dikin. Tirsa dewletê ji serûçavê polîsan eşkere dibe. Li me didin û heqaret li me dikin. Divê em li dijî van êrişan rabin û bi yek dengî li ber xwe bidin.” 
 
'HÛN NIKARIN SERÊ ME BITEWÎNIN’ 
 
Bekîr Acar ê endamê Hêzên Ciwanên Şoreşger (Dev-Guç) ku hatibû binçavkirin jî hêrsa xwe ya li dijî tayînkirina qeyûm Bûlû anî ziman û got: “Danîna qeyûmê ser Bogazîçiyê berdewamiya danîna qeyûmên ser şaredariyên me, îradeya me û qadên me yên jiyanê ye. Ev polîtîkayek bi zanebûn e. Berxwedanek bêhempa li dijî polîtîkayên qeyûm hene û îqtîdar li hember vê berxwedanê bêçare maye. Bicihkirina sekvanan û dorpêçkirina zanîngehê jî wêneyê bêçaretiyê ye. Polîs bêyî me hişyar bikin êrişî ser me kirin. Bi îşkenceyê me binçav kirin. Li nexweşxaneyê li gel polîsan bi darê zorê muayene hat kirin. Em bi îşkenceyê cûr bi cûr re rûbirû man. Îqtîdar tehamûlî berxwedana xwendekaran nake. Ditirsin û di tirsa xwe de jî mafdar in, çimkî em wan vala dernaxin. Wê qeyûm biçin em ê bimînin. Em bersiva polîsê got ‘serê xwe bitewîne’ didin û dibêjin; hûn nikarin serê me bitewînin.” 
 
‘WÊNEYÊ DAGIRKERIYÊ YE’ 
 
Ferhat Ergen ê ji rêveberê Xebata Em Ji Bo Pêşeroja Azad Tên jî destnîşan kir ku zanîngehek nemaye ku ji aliyê qeyûm ve nayê rêveberin û tayînkirina qeyûman dibe sedema qûtbûna perwerdehiyê û ev yek ji bilî ku dibistanan bikin amûra sermaye tiştek din nîne. Ergen anî ziman ku berxwedana li Bogazîçiyê li dijî hemû polîtîkaya qeyûman hemû ye û got: “Dixwazin berxwedana Bogazîçiyê bicihkirina sekvanan û dorpêça polîsan bitirsînin. Lê yên ditirsin di ferqa berxwedanê de ne. Qeyûm wek rewa nîşan didin û xwendekaran jî krîmînalîze dikin, lê ev polîtîka bi ser nakeve. Xwendekaran wek terorîst ragihandin, binçavkirin, girtin û li wan dan lê belê dîsa jî feyde nekir û van zextan berxwedanê xurt kir. Melîh Bûlû jî dorpêça polîsan eşkere dibêje ‘ez nûnerê dewletê me û AKP’yî me.’ Ev êrişên li ser xwendekaran wêneyê dagirkeriyê ye. Divê xwendekar bibin yek û piştevaniya hev bikin.” 
 

Sernavên din

05/02/2021
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû
20:12 113 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:21 Zilamê Sureyya Buyuk qetil kir hat binçavkirin
16:00 HDP: Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist
15:44 Li Bûrsayê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:09 Li jinên ku gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ doz hat vekirin
15:04 Li Licê operasyona eskerî
14:58 'Windabûna derziyan bi me re gumanê çêdike'
14:46 Ji rêxistinên civakî bang: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:41 'Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin'
14:37 KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin
14:12 Xwendekarên Îzmîrê: Em serî natewînin
14:09 Balûken ji dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike
14:00 Li gel dorpêçê jî çalakiya xwendekaran didome
13:51 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:34 Li Nisêbînê rageşiya DEDAŞ’ê
13:20 162 pêşniyazpirsên HDP’ê ji bo Demîrtaş dabû hatin redkirin
13:13 Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Tecrîdê bi dawî bikin girtîgehan vala bikin
13:12 Bêyî agahiya parêzerên Medenî Yildirim cihê bûyerê keşf kirin
12:31 Îdiayên îşkenceya li Licê di rojeva Meclîsê de ne
12:30 Rawest : Li herêmê kesên ku deng didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan jê dûr ketine
11:52 Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne
11:38 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî
11:38 Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hate girtin
11:15 Nifûsa Tirkiyeyê hat aşkerekirin
11:13 Ên nelirêtî kirin: Me ji bo dewletê kir
10:25 Xwendekarên di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin: Em ê paşde gav navêjin
09:46 MATUHAY-DER: Mil bidin govenda girtiyan
09:38 Binçavkirinên ji ber çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê didomin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 70'yan de dewam dike
09:21 Dozger qurbaniyên komkujiya DAIŞ’ê wek ‘endamên rêxistinê’ da nîşandan
09:05 22 otobus dê pirtûkxaneya Ocalan li bajaran bigerînin
09:05 Dozger telefona girtî wekî delîla 'endamtiya rêxistinê' hesibandiye
09:05 Armanca GOG'ê: Xêzkaran bigihîne
09:05 Dixwazin deriyên sînor bên vekirin
09:05 42 kes miribûn: Bi tunelan dê pêşî li ber hin karesatan bê girtin
09:05 Aşpêjê ku betal maye: Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne
09:05 'Bi hezaran Gokkan têkoşînê bilind dikin'
09:05 Pirtûka Harûn Dogan 'Dag-i Devran' derçû
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2021'AN
08:00 30 xwendekarên sewqî dadgehê kirin hatin berdan
03/02/2021
22:25 30 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
20:45 8 kes ji ber parvekirinên xwe yên derbarê Bogazîçiyê de hatin binçavkirin
20:40 8 hezar û 102 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:34 Hejmara 3'yan a kovara Bernamegehê derket
20:18 35 baroyan piştgiriya xwe ya ji bo xwendekaran ragihandin
18:59 Jinên Şengalê 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin
18:27 Sendîkayên Îtalyayê ji bo Azadiya Ocalan name ji NY'ê re şandin
18:01 HRW: Tirkiye li Serêkaniyê bi dehan kes revandine
17:10 Orûç beraet kir
17:09 Şahidê doza Dînk: Berpirsiyarê esil Midûriyeta polîsan a Stenbolê ye
16:59 Karkerên Înşaeta Kayiyê navbera dan çalakiya xwe
16:56 Rojnamegera girtî Abî: Dest danîn ser betaniyên me
16:50 Riya Miksê piştî 15 rojan vebû
16:43 'Pergala birêz Ocalan pergala herî bi nirx e'
16:43 HDP: Dest ji rêyên tarî berdin
16:06 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
16:05 TTB’ê îşkenceya li xwendekaran hat kirin şermezar kir
15:51 Di meha çile de 23 jin hatine qetilkirin
15:23 Ciwanan bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ dorpêç şermezar kirin
15:12 Xwendekarên cezayê hefsa malê li wan hat birin: Em ê dîsa bên
14:56 Demîrtaş: Biryara DMME’yê 83 mîlyon kesî eleqedar dike
14:26 Li Dersimê mirina eskerekî ya biguman
14:07 HDP’ê li Îzmîrê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da
13:53 Hîndekaran rektorê qeyûm bi çepikan şermezar kir
13:38 Ji Olûç daxuyaniya destûra bingehîn a nû: Sicîla AKP’ê xerabûyî ye
13:33 Ji partiyên siyasî banga Demîrtaş: Biryara DMME’yê pêk bînin
13:23 Jina ku hat îdîakirin ketiye bi giranî birîndar bû
13:17 Kedkar li dijî sirgûn û îxracan dimeşin Enqereyê
12:58 Li Girtîgeha Rihayê dest danîn ser şelwarên girtiyan
12:16 Li Hevserokê berê yê DBP’ê yê Amedê 6 sal ceza hat birîn
11:40 Li Wanê 7 kes hatin girtin
11:36 Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li qadan bin
Ji bo parastina jiyanê dê serhildanê mezin bikin
11:29 Malpera înternetê ya Gazete Alinterî hat astengkirin
11:28 Melîh Bûlû yê AKP’î: Nafikirim ku îstifa bikim
11:28 Qeyûm bi serokê AKP’ê re derket kontrolê
11:18 Koç: Destûra bingehîn a AKP-MHP’ê wê bi kêrî civakê neyê
10:13 Li Enqere 83 kesên binçavkirî hatin berdan
10:08 76 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Nameya rojnameger Ugur bi 'fikare' dîtin
09:39 'Yên ku dibêjin komplo bi ser ket bila li Rojava binêrin bes e’
09:38 OHD wê li dijî dirêjkirina ceza doz veke
09:09 Greva birçîbûnê di roja 69'an de dewam dike
09:08 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Akdag û Ertaş hatin girtin
09:01 Piştî gaz biha bû, eleqeya ji bo sergîn û tepikan jî zêde bû
09:01 262 roj in ji bo karê xwe li ber xwe didin
09:01 Rêwiyên rêya di bin aşûtê de ma: Em xatir ji malê û hevalên xwe dixwazin...