Xwendekarên hatin binçavkirin: Hûn nikarin serê me bitewînin

img
STENBOL – Xwendekarên ku tayînkina qeyûmê li ser zanîngeha xwe protesto kirin û duh hatibûn binçavkirin û îro hatin berdan dorpêça polîsan wek “wêneyê bêçaretiyê” şîrove kirin û gotin: “Hûn nikarin serê me bitewînin.” 
 
Xwepêşandaên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melî Bûlû yê AKP’yî ji 4’ê çile ve didomin. Duh jî xwendekaran xwepêşandan li dar xist û 159 xwendekar hatibûn binçavkirin. Ji van xwendekaran 98 xwendekar piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê hatin berdan. 
 
Polîsan di êrişa li dijî xwendekaran de gotibû “li ber xwe binêre” û li ser vê yekê rageşî mezin bûbû. 98 xwendekarên hatin berdan dirûşma “Em ê serê xwe netewînin” qîr kirin. 
 
BERXWEDAN BELAV DIBE 
 
Ji xwendekarên hatibûn binçavkirin endama Faaliyeta Anarşîstên Şoreşger (DAF) Meltem Çuhadir diyar kir ku ew berxwedana Bogazîçiyê bi israr didomînin û got: “Dixwazin em dest ji berxwedana xwe berdin. Ew çi sepan û zextan li ser me dikin bila bikin, çi dibe bila bibe lê em ê li ber xwe bidin, netirsin û têkoşîna xwe bidomînin. Binçavkirin ne rewa ne. Îşkence li me xwendekaran dikin. Tirsa dewletê ji serûçavê polîsan eşkere dibe. Li me didin û heqaret li me dikin. Divê em li dijî van êrişan rabin û bi yek dengî li ber xwe bidin.” 
 
'HÛN NIKARIN SERÊ ME BITEWÎNIN’ 
 
Bekîr Acar ê endamê Hêzên Ciwanên Şoreşger (Dev-Guç) ku hatibû binçavkirin jî hêrsa xwe ya li dijî tayînkirina qeyûm Bûlû anî ziman û got: “Danîna qeyûmê ser Bogazîçiyê berdewamiya danîna qeyûmên ser şaredariyên me, îradeya me û qadên me yên jiyanê ye. Ev polîtîkayek bi zanebûn e. Berxwedanek bêhempa li dijî polîtîkayên qeyûm hene û îqtîdar li hember vê berxwedanê bêçare maye. Bicihkirina sekvanan û dorpêçkirina zanîngehê jî wêneyê bêçaretiyê ye. Polîs bêyî me hişyar bikin êrişî ser me kirin. Bi îşkenceyê me binçav kirin. Li nexweşxaneyê li gel polîsan bi darê zorê muayene hat kirin. Em bi îşkenceyê cûr bi cûr re rûbirû man. Îqtîdar tehamûlî berxwedana xwendekaran nake. Ditirsin û di tirsa xwe de jî mafdar in, çimkî em wan vala dernaxin. Wê qeyûm biçin em ê bimînin. Em bersiva polîsê got ‘serê xwe bitewîne’ didin û dibêjin; hûn nikarin serê me bitewînin.” 
 
‘WÊNEYÊ DAGIRKERIYÊ YE’ 
 
Ferhat Ergen ê ji rêveberê Xebata Em Ji Bo Pêşeroja Azad Tên jî destnîşan kir ku zanîngehek nemaye ku ji aliyê qeyûm ve nayê rêveberin û tayînkirina qeyûman dibe sedema qûtbûna perwerdehiyê û ev yek ji bilî ku dibistanan bikin amûra sermaye tiştek din nîne. Ergen anî ziman ku berxwedana li Bogazîçiyê li dijî hemû polîtîkaya qeyûman hemû ye û got: “Dixwazin berxwedana Bogazîçiyê bicihkirina sekvanan û dorpêça polîsan bitirsînin. Lê yên ditirsin di ferqa berxwedanê de ne. Qeyûm wek rewa nîşan didin û xwendekaran jî krîmînalîze dikin, lê ev polîtîka bi ser nakeve. Xwendekaran wek terorîst ragihandin, binçavkirin, girtin û li wan dan lê belê dîsa jî feyde nekir û van zextan berxwedanê xurt kir. Melîh Bûlû jî dorpêça polîsan eşkere dibêje ‘ez nûnerê dewletê me û AKP’yî me.’ Ev êrişên li ser xwendekaran wêneyê dagirkeriyê ye. Divê xwendekar bibin yek û piştevaniya hev bikin.” 
 

Sernavên din

02/02/2021
19:42 120 kesên din jî mirin û 7 hezar û 795 kesên din jî pê ketin
19:26 Gelê Hol û Serêkaniyê li dijî êrîşen Tirkiye meşiyan
19:13 Di teqîna li Babê de herî kêm 2 kes mirin
17:36 Baş: Ev berxwedan dê pêşeroja welat diyar bike
16:58 13 girtiyên ku cezayê wan xelas bûne nayên berdan
16:54 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir cezayê muebetê dixwaze
16:47 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir re cezayê muebetê dixwaze
16:38 TJA’yê Vîyan Soran bi bîr anî
16:20 Başaran ji Wezîrê Dadê pirsî: Tecrîd li gorî we çiye?
16:19 Li Îzmîrê lehî rabû û welatiyekî jiyana xwe ji dest da
16:09 Qaymeqamê Kadikoyê heta 7 rojan çalakiyan qedexe kir
15:46 Xwendekarên jin tundiya polîsan vegot
15:23 Welatiyê deyndar hewl da xwe bikuje
15:10 JI Riha û Edeneyê bang kirin: Heke hûn reforman bixwazin divê hûn tecrîdê rakin
14:51 Piştevaniya ji bo Bogazîçî mezin dibe
14:25 Li dijî sirgun û îxracan sendîkayan dest bi meşa ber bi Enqereyê ve kirin
14:24 Akademîsyen û xwendekaran êriş û binçavkirin protesto kirin
14:09 Rêxistina Efûyê: Zeynep Celaliyan berdin
14:08 Li Edeneyê mireneke bi guman a jinekê
13:53 Xwendekarên hatin binçavkirin: Hûn nikarin serê me bitewînin
13:42 Teqandina boriya qenalîzasyonê kolanê wergerand golê
13:25 Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me di danişîna ewil de beraet kir
13:15 Soylû careke din xwendekarên ku ji wan re gotibû “jirêderketî” hedef nîşan da
13:13 Doza Şahîn Oner 3 deqîqe berdewam kir
13:12 Parastvanên maf: Demildest xwendekaran berdan
12:14 Ne girtîgeh navenda îşkenceyê ye!
12:13 Polîsan di bin çavan de îşkence li xwendekarên Bogazîçî kirin
11:37 Jinên Belçîkayê dest bi grevê dikin
11:04 98 xwendekarên Bogazîçiyê hatin berdan
10:43 Li Edeneyê notirvanan zarokekî 17 salî derp kirin
10:09 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:08 DEDAŞ’ê saetên ceryanê derxist ser dîrekan: Talûke mezin e
09:56 Greva birçîbûnê di roja 68'an de dewam dike
09:23 Dayika Aktaş: Dixwazim kurê xwe bibînim
09:01 ‘Çavkaniyên gel pêşkêşî hin kesan dikin'
09:01 Malbata Bîrdalê ku 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Bibin dengê grevên birçîbûnê
09:01 Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye
09:01 Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe
09:01 Îdianameya derbarê nûçegihanê me Aslan de hat amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê
00:11 Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe dan
Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin
01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN
31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt