Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin

  • rojane
  • 11:14 31 Çile 2021
  • |
img
ŞENGAL - Desteya Oldar û Serokeşîrên Şengalê li dijî gefên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê bang civaka Êzidî kirin û xwestin hemû civaka Êzidî li dijî êrişan parastina xaka Şengalê bikin.
 
Oldar û Serokeşîrên Şengalê, li dijî gef û polîtikayên Tirkiyeyê yên li dijî Şengalê daxuyanî dan çapemeniyê. Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang li hêz û partiyên siyasî yên Êzidî kirin ku li dijî êrişên Tirkiyeyê bibin yek deng û xwestin hemû civaka Êzidî li dijî êrişan dest bavêjin çekê û parastina xaka Şengalê bikin. Serok û Nûneran li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê daxuyanî dan. Bi dehan serokeşîr û Oldarên Êzidiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokeşîr Dexîl Mirad daxuyanî xwend û wiha got: ”Em wek Desteya Eşayîr û Oldarên Êzidiyan li Şengalê, daxuyanî û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin ku yekemin welate bi hemû hêza xwe piştgriya çeteyan dike û  dixwaze serweriya  Iraqê binpê bike. Dixwaze xwe bigehîne çiyayê Şengala berxwedêr û herêmê dagir bike. Her wiha di çiyayê me yê pîroz de bi hîncetên xwe yên nerast baregehên leşkerî ava bike." 
 
 
Mirad, destnişan kir ku raya giştî dizane armanca dewleta Osmanî çiye û ji ber çi destdirêjiyê dike li ser welatên derdora xwe û wiha axivî: "Dîroka wan a reş tîje komkujî û qirkirine. Weke komkujiya Ermeniyan, komkujiyên li dijî Êzidiyan û Elewiyan. Di dirêjiya dîrokê de, dixwazin xewn û xeyalên bav û bapîrên xwe bi cih bînin. Bi dagirkirina çiyayê Şengalê û komkujiyên nû yên li dijî gelê Êzidî pêk bîne. Em li vir dibêjin kesekî xwedî xîred di rêveberiya Iraqê de nîne ku  bikare serweriya Iraqê biparêze. Em weke Deste Eşayîr û Oldarên Êzidî li çiyayê Şengalê ji gefên Tirkiye û ji wan kesên hevkariya Tirkiyeyê dikin natrisin. Em ê heta dawiyê li ser şopa bav û bapîrên xwe bin û li ser doza Êziditiyê eger bê xwestin em ê berdêlên giran bidin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê Êzidî û dostê wan dikin, bi me re bibin yek û bi hev re Şengala pîroz biparêzin. Herwiha partiyên siyasî û hêzên leşkerî bi erka xwe ya niştîmanî û olî rabin û li dijî van êrişan bibin yek. Em ê heta dawî şerê xwe bikin. Çawa ku me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedan kir û dest ji axa xwe ya pîroz berneda, û berdêl çi dibe bila be, em ê ji niha şûnde jî dest ji parastina xaka xwe bernedin.”
 
REŞO: DI DÎROKÊ DE ME SERÎ NE TEWANDIYE
 
Piştî daxuyaniya Desteya Oldar û Serokeşîrên Şengalê axavîn. Oldarê Êzidî Feqîr Reşo, bertek nîşanî gefên Tirkiyeyê da û wiha got; “Di dîrokê de gelek aliyên mîna Tirkiyeyê xwe ceribandine û êrişî Şengalê kirine. Eger Tirkiye dixwaze ola Êzidiyan tine bike û bi hîncetan dixwaze êrişî Şengalê bike, bila were. Di dîrokê de, me serî netewandiye, em ê ji niha û şûnde jî serî netewînin û em ê ber xwe bidin.”
 
Feqîr Reşo bang li hikûmeta Iraqê jî kir û wiha domand: ”Eger hun ne amadene serweriya xaka xwe biparêzin û rê ji Tirkiyeyê re vedikin ku êriş bike li ser me, em ê heta dawî li xwe bidin û çiyayê xwe ji ti kesî bernedin.”
 
Yek ji kesayetên Êzidî Hesen Şerîf jî bang li tevahiya Êzidiyan kir ku xwedî li Şengalê derkevin û got: ”Divê Êzidiyên her cihî ji bo Şengalê rabin. Li ser wan erke li hemberî êrişan bikevin nava berxwedanê. Bang dikin Êzidiyên derveyî welat û dostên xwe ji bikevin nava çalakiyan.”
 
Yek ji serokeşîrê  Êzidiyan Şemo Xwedêda jî got: “Şengal hatiya guhartin, ne wek beriyê ye. Her kesekî bixwaze axa me dagir bike û destdirêjiyê li ser pîroziyên me bike, em ê weke civaka Êzidî li hember rabîn û berxwe bidin. “
 
 
 

Sernavên din

03/02/2021
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2021'AN
02/02/2021
23:49 Cezayê hepsa malê li 10 xwendekaran hat birîn
22:34 Xwendekaran li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dan
19:59 Walîtiya Wanê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî taloq kir
19:42 120 kesên din jî mirin û 7 hezar û 795 kesên din jî pê ketin
19:26 Gelê Hol û Serêkaniyê li dijî êrîşen Tirkiye meşiyan
19:13 Di teqîna li Babê de herî kêm 2 kes mirin
17:36 Baş: Ev berxwedan dê pêşeroja welat diyar bike
16:58 13 girtiyên ku cezayê wan xelas bûne nayên berdan
16:54 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir cezayê muebetê dixwaze
16:47 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir re cezayê muebetê dixwaze
16:38 TJA’yê Vîyan Soran bi bîr anî
16:20 Başaran ji Wezîrê Dadê pirsî: Tecrîd li gorî we çiye?
16:19 Li Îzmîrê lehî rabû û welatiyekî jiyana xwe ji dest da
16:09 Qaymeqamê Kadikoyê heta 7 rojan çalakiyan qedexe kir
15:46 Xwendekarên jin tundiya polîsan vegot
15:23 Welatiyê deyndar hewl da xwe bikuje
15:10 JI Riha û Edeneyê bang kirin: Heke hûn reforman bixwazin divê hûn tecrîdê rakin
14:51 Piştevaniya ji bo Bogazîçî mezin dibe
14:25 Li dijî sirgun û îxracan sendîkayan dest bi meşa ber bi Enqereyê ve kirin
14:24 Akademîsyen û xwendekaran êriş û binçavkirin protesto kirin
14:09 Rêxistina Efûyê: Zeynep Celaliyan berdin
14:08 Li Edeneyê mireneke bi guman a jinekê
13:53 Xwendekarên hatin binçavkirin: Hûn nikarin serê me bitewînin
13:42 Teqandina boriya qenalîzasyonê kolanê wergerand golê
13:25 Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me di danişîna ewil de beraet kir
13:15 Soylû careke din xwendekarên ku ji wan re gotibû “jirêderketî” hedef nîşan da
13:13 Doza Şahîn Oner 3 deqîqe berdewam kir
13:12 Parastvanên maf: Demildest xwendekaran berdan
12:14 Ne girtîgeh navenda îşkenceyê ye!
12:13 Polîsan di bin çavan de îşkence li xwendekarên Bogazîçî kirin
11:37 Jinên Belçîkayê dest bi grevê dikin
11:04 98 xwendekarên Bogazîçiyê hatin berdan
10:43 Li Edeneyê notirvanan zarokekî 17 salî derp kirin
10:09 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:08 DEDAŞ’ê saetên ceryanê derxist ser dîrekan: Talûke mezin e
09:56 Greva birçîbûnê di roja 68'an de dewam dike
09:23 Dayika Aktaş: Dixwazim kurê xwe bibînim
09:01 ‘Çavkaniyên gel pêşkêşî hin kesan dikin'
09:01 Malbata Bîrdalê ku 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Bibin dengê grevên birçîbûnê
09:01 Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye
09:01 Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe
09:01 Îdianameya derbarê nûçegihanê me Aslan de hat amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê
00:11 Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe dan
Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin
01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN
31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye