Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin

  • rojane
  • 09:09 31 Çile 2021
  • |
img
KOCAELÎ - Çalakiya karkerên depoyên Mîgrosê didome. Karker ji ber ku endamên sendîkayê ne, destûra bêheq ji bo wan hatibû dayîn. Karkeran bang kir: "Dengê me bibihîsin. Bibin dengê me." 
 
Li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê karkerên depoya Mîgros, ji ber ku li hemberî şewba Covîd-19'ê tevdîr nedihatin girtin û di şertê zor û zehmet de dixebitin bûbûn endamên sendîkaya DGD-SEN'ê. Lê ji ber ku bûbûn endamê sendîkayê destûra bêheq ji bo wan hatibû dayîn. Karker jî ji bo ku vegerin ser karê xwe dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya karkeran di roja 26'an de ye. 
 
ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ GIRAN BÛN 
 
Karker Cafer Laçîn, diyar kir ku 4 sal in dixebite, lê belê di dema şewbê de şert û mercên kar giran bûne û ji ber vê 180 karkerên nû hatine girtin û yê wan jî destûra bêheq dane wan. 
 
‘HEQDESTA MIRINÊ' 
 
Laçîn got: "Ne 24 rojan, 124 rojan be jî em ê li ber xwe bidin. Pergalek heye, me mehkûmî hezar û 400 lîreyî kiriye. Ev heqdesta mirinê ye. Me nikaribû bi 2 hezar û 800 lîreyî debara xwe bikira. Lê niha nîviyê wê didin me. Bi hezar û 400 lîreyî em bi mirinê re rû bi rû hiştin. Em karker piraniya Tirkiyeyê ne. Heger em bi yek bin em ê pir bihêz bin. Em ê bi yekîtiyê bi ser bikevin. Em çalakiya qasegirtinê ya Mîgrosê dikin. Em dixwazin welatî jî vê yekê bikin. Bila aliyê me bikin." 
 
Karker Gulhan Albayra jî anî ziman ku 3 salan de di depoyê de xebitiye û got: "Lê piştî şewb belav bû dema xebatê zêde kirin. Tam 10 mehan me û malbata xwe xweşikî bi hev re ne taştê ne jî şîv xwar. Di 10 mehan de têkiliya me ya malbatî nema. Gava di dema qedexeyê de mirovan zûzûka refên marketê vala dikirin, me jî zûzûka ew tije dikirin. Bi xwêdana eniya me ciroya xwe zêde kir."
 
‘DENGÊ ME BIBIHÎSIN' 
 
Albayrak, anî ziman ku ji xeynî karkeran kes wan fêm nake û got: "Bila dengê me bibihîsin. Bila bibin dengê me. Rewşa me ya aborî nebaş e. Me mehkûmî hezar û 400 lîreyî kirine. Em jî li dijî vê li ber xwe didin." 
 
Karker Tayfûn Guneş jî anî ziman ku 7 salan xebitiye û ji bo mafên xwe bûye endamê sendîkayê û got: "Qanûna ku rê li ber destûra bêheq vekir, ji bo kardêran bû ço. Di dema şewbê de marketên mezin serwet li serweta xwe zêde kirin. Yek ji van jî Mîgros e. Qezenca salekê di mehekê de bi dest xist. Çavê me ne li vê ye, lê çima çav berdana 3 qurîşên me?"
 
‘BOYKOT BIKIN' 
 
Guneş, anî ziman ku di van şert û mercên zehmet de li ber xwe didin û got: "Kesê li ber xwe nede bi ser nakeve. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heya em mafê xw ebi dest nexin, tenê rêyek heye ew jî cenazeyê me. Gava welatî diçin marketê bergehek muezem heye. Lê paşperdeya wê ne wisa ye. Ji ber ku em bi vê dizanin, em ji welatiyan dixwazin ku Mîgrosê boykot bikin." 
 
MA / Kadîr Guney

Sernavên din

03/02/2021
09:01 Çalakiyên karkeran ên li çar hawidorê Tirkiyeyê belav bûne
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2021'AN
02/02/2021
23:49 Cezayê hepsa malê li 10 xwendekaran hat birîn
22:34 Xwendekaran li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dan
19:59 Walîtiya Wanê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî taloq kir
19:42 120 kesên din jî mirin û 7 hezar û 795 kesên din jî pê ketin
19:26 Gelê Hol û Serêkaniyê li dijî êrîşen Tirkiye meşiyan
19:13 Di teqîna li Babê de herî kêm 2 kes mirin
17:36 Baş: Ev berxwedan dê pêşeroja welat diyar bike
16:58 13 girtiyên ku cezayê wan xelas bûne nayên berdan
16:54 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir cezayê muebetê dixwaze
16:47 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir re cezayê muebetê dixwaze
16:38 TJA’yê Vîyan Soran bi bîr anî
16:20 Başaran ji Wezîrê Dadê pirsî: Tecrîd li gorî we çiye?
16:19 Li Îzmîrê lehî rabû û welatiyekî jiyana xwe ji dest da
16:09 Qaymeqamê Kadikoyê heta 7 rojan çalakiyan qedexe kir
15:46 Xwendekarên jin tundiya polîsan vegot
15:23 Welatiyê deyndar hewl da xwe bikuje
15:10 JI Riha û Edeneyê bang kirin: Heke hûn reforman bixwazin divê hûn tecrîdê rakin
14:51 Piştevaniya ji bo Bogazîçî mezin dibe
14:25 Li dijî sirgun û îxracan sendîkayan dest bi meşa ber bi Enqereyê ve kirin
14:24 Akademîsyen û xwendekaran êriş û binçavkirin protesto kirin
14:09 Rêxistina Efûyê: Zeynep Celaliyan berdin
14:08 Li Edeneyê mireneke bi guman a jinekê
13:53 Xwendekarên hatin binçavkirin: Hûn nikarin serê me bitewînin
13:42 Teqandina boriya qenalîzasyonê kolanê wergerand golê
13:25 Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me di danişîna ewil de beraet kir
13:15 Soylû careke din xwendekarên ku ji wan re gotibû “jirêderketî” hedef nîşan da
13:13 Doza Şahîn Oner 3 deqîqe berdewam kir
13:12 Parastvanên maf: Demildest xwendekaran berdan
12:14 Ne girtîgeh navenda îşkenceyê ye!
12:13 Polîsan di bin çavan de îşkence li xwendekarên Bogazîçî kirin
11:37 Jinên Belçîkayê dest bi grevê dikin
11:04 98 xwendekarên Bogazîçiyê hatin berdan
10:43 Li Edeneyê notirvanan zarokekî 17 salî derp kirin
10:09 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:08 DEDAŞ’ê saetên ceryanê derxist ser dîrekan: Talûke mezin e
09:56 Greva birçîbûnê di roja 68'an de dewam dike
09:23 Dayika Aktaş: Dixwazim kurê xwe bibînim
09:01 ‘Çavkaniyên gel pêşkêşî hin kesan dikin'
09:01 Malbata Bîrdalê ku 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Bibin dengê grevên birçîbûnê
09:01 Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye
09:01 Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe
09:01 Îdianameya derbarê nûçegihanê me Aslan de hat amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê
00:11 Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe dan
Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin
01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN
31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin