'Ji çîroka xwe dizanim, hêza herî mezin rêxitinbûyîn e'

  • jin
  • 09:20 28 Çile 2021
  • |
img

AMED - Sevîm Bîçîcî bi darê zorê di 14 saliya xwe de hat zewicandin. Di 15 saliya xwe de bû dayik. 19 salan tahde lê hat kirin. Piştî ku têkoşîna jinan nas kir, dev ji hevjînê xwe berda û li dijî tahdeyê serî rakir. Piştî dev ji hevjînê xwe berda bû aktivîsta têkoşîna jinan. Bîçîcî got: "Ji çîroka jiyana xwe dizanim. Hêza herî mezin rêxistinbûyîn e." 

Hin jin hene, piştî ku têkoşîna jinê dinasin, ji tahdeya li wan tê kirin xelas dibin. Yek ji van jinan jî Sevîm Bîçîcî ya 41 salî ye. Bîçîcî, di 14 saliya xwe de bi darê zorê hatiye zewicandin. Di 15 saliya xwe de bûye dayik. Li ser hev du 4 zarokên wê çêbûne. Gava bûye 21 salî, vê carê jî tahde dest pê kiriye û 19 salan tahde lê hatiye kirin. Paşê piştî ku têkoşîna jinê dinase dev ji hevjînê xwe berdide û niha ji bo mafên jinan têdikoşe. 
 
Bîçîcî, behsa çîroka xwe kir. 
 
TAHDEYA FIZÎKÎ Û DERÛNΠ
 
Bîçîcî, anî ziman ku ewilî tahdeya derûnî lê hatiye kirin û got: "Lê min tahdeya derûnî ferq nedikir. Nezan bûm. Her çû tahde zêde bû. Gava min tiştên ku hatin serê min ji derdora xwe re gotin, wekî ku ne tiştek be nêz dibûn. Vê carê min xwe wekî sûcdar hîs dikir. Lê belê ji bo ku ji vê rewşê xelas bibim, li çareyekê digeriyam." 
 
Bîçîcî, diyar kir ku piştî ku ligel tahdeya derûnî tayhdeya fizîkî jî dest pê kiriye, gelek caran rapor wergirtiye û hewl daye dev ji hevjînê xwe berde. Bîçîcî, bilêv kir ku lê belê her tim gef lê dihatin xwarin ku dê zarokên wê jê bên stendin. 
 
SERÎ RAKIR 
 
Bîçîcî, destnîşan kir ku ji bo ku ji tahdeyê xelas bibe li hêzekê digeriya û got: "Kifş bû ku ev hêz ne malbat û derdor bû. Divyabû tu hêzekî werê bibînî ku te ji nû ve biafirîne. Min jî da dû vê. Min dest bi xwendiê kir. Min tevgera azadiyê nas kir. Min têkoşîna jinê xwend û min seîr rakir. Ev serîrakirineke hişmendî û vînê bû. Çendî ku astengî hebûn jî, ez tevli nav xebatên partiyê bûm. Di vî warî de mifha tevgera jinê pir gihaşt min. Tim li cem min bûn." 
 
KOLETΠ
 
Bîçîcî, anî ziman ku piştî ku têkoşîna jinê nas kiriye, nêrîn û dîtina wê pir guheriye û got: "Min tim sûc dixist stuyê dêya xwe. Lê belê paşê hûn rolên li jinan hatine ferzkirin fêm dikin. Piştî vê nêzîkatiya min a ji bo dêya min guherî. Hem di nav xebatên siyasî de bûm hem jî li malê li hember feraseta dewlet, têdikoşiyam. Hem hêleke min kole bû, hem jî ji bo pêşengiya civakê bikim dixebitîm. Lê min dixwest dawî li vê nakokiyê bînim." 
 
DAWÎ LI KOLETIYÊ ANΠ
 
Bîçîcî, destnîşan kir ku cardin hewl daye dev ji hevjînê xwe berde, lê belê ji ber xebatên xwe yên siyasî hatiye girtin. Bîçîcî, anî ziman ku salekê di Girtîgeha Sîncan a Jinan de maye û gava di girtîgehê de bûye tenê li ser têkoşîna jinê hûr bûye. Bîçîcî got: "Min fikirên Birêz Ocalan xwendin. Piştî ji girtîgehê derketim, ewilî min hewl da ji koletiyê xelas bibim. Bi awayekî biryardarî min doz kir ku dev ji hevjînê xwe berdim û min dev jê berda. Min berê dev ji doza devjhevberdanê dida. Ji lewra nebîrbir bûm. Lê vê carê bîrbir bûm. Min fêm kir ku ew bêhêziya min a berê, ji ber nerêxistinbûyîn bûye." 
 
RÊXISTINBÛYÎN Û HÊZ 
 
Bîçîcî, destnîşan kir ku ji ber ku di nav tevgera jinê de cih girtiye bihêz bûye û got: "Gava hûn birêxistin bin, hûn bihêz in. Gava hêla din jî vê hêza we bibîne, fêm dike ku dê nikaribe tiştekî bike. Ew derdora we ya ku ji bo hûn dev ji hev bernedin şîretan li we dikir, vê carê bi rêz û hurmet nêzî we dibe. Nexasim jî dixwazim gazî malbatan bikim. Nehêlin zarokên we di umrekî biçûk de bizewicin. Ji lewra hûn dibin sedema birînên xedar." 
 
‘EM TJA LI CEM HER JINÊ NE' 
 
Bîçîcî, destnîşan kir ku piştî ku têkoşîna rêxistinbûyî nas kiriye cardin xwe li jiyanê girtiye û got: "Ji çîroka jiyana xwe dizanim. Hêza herî mezin rêxistinbûyîn e. Qet nedihat bîra min ku ez ê rojekê dev ji hevjînê xwe berdim û bi tena serê cwe bijîm. Lê niha dikarim. Min dev jê berda û min cardin xwe li jiyanê girt. Umrê min 41 e. Lê tu carî xwe werê hîs nakim. Ji lewra têdikoşim û ciwantiyê hîs dikim." 
 
Bîçîcî, anî ziman ku bi kampanyaya "Em xwe diparêzin" a TJA'yê temasî jiyanên nû dike û di her jinê de çîroka wê tê bîra wê. Bîçîcî got: "Gav wan profîlan dibînim, rabirdû tê bîra min. Lê belê bila tu kes xwe bi tenê hîs neke. Em TJA, li cem her jinê ne. Dewlet tu carî nikare jina ku tahde lê tê kirin fêm bike, lê em fêm dikin." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

01/02/2021
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN
31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir
11:33 Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin
11:30 Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê