Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin

  • rojane
  • 09:07 20 Çile 2021
  • |
img

STENBOL – Tuncer Saglam ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin bûbû, diyar kir ku divê li dora girtîgehan dîwarên bi goş bên lêkirin û banga xwedî derketine li çalakiya greva birçîbûnê kir. 

Çalakiya greva birçîbûnê ku di 27’ê midjarê de ji aliyê girtiyên ku ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja 55’emîn de didome. Girtî, bi biryar in ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin çalakiya xwe bidomînin. Tûncer Saglam ku bi heman daxwazî tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû destpêkirin bûbû û 100 rojan di grevê de mabû, banga xwedî derketine çalakiyê greva birçîbûnê kir. 
 
DIVÊ ÇALAKÎ ÇAWA BÊ XWENDIN?
 
Tuncer Saglam ku li Girtîgeha Tîpa L a Rîze Kalkandereyê tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbû, balk kişand ser girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku divê li derve jî xwedî li dengê aştiyê bê derketin û wiha got: “Çalakiya hatiye destpêkirin çalakiyeke mafdar e. Çalakiya ku hatiye destpêkirin gelek wate di xwe de dihewîne. Lewre tecrîda li ser Ocalan ne tenê pergaleke li hemberî Ocalan e. Di şexsê gelê kurd li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê pêkanîn. Rakirina tecrîdê tê wateya destpêkirin muzakereyan. Şerê ku 40 sal in didome wê bi muzakereyan bê çareserkirin. Heke em berdewama şer naxwazin divê deng bidin dengê li hundir. Sedema çalakiya greva birçîbûnê vekirina rêya aştiyê ye.”
 
DIVÊ DAXWAZÊN MAFDAR BÊN DÎTIN 
 
Saglam, bi bîr xist ku ji bo diyaloga bi Ocalan re grev hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber erka Ocalan timik serî li çalakiyan tê dayîn. Ocalan rêberê civakekê ye. Jixwe hevalên me yên di çalakiyê de ji ber ku dizanin rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe di çalakiyê de ne. Hevalên me ji bo nebarandina rondikin dayikan di grevê de ne. Rêya çareseriya pirsgirêkên bi diyalog Ocalan re pêkan e. Hevî dikim demildest dewlet dengê li hundir bibihîze. Herkesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im, divê van daxwazên mafdar bibîne û bibe dengekek dengê wan. Em neçarin bala xwe bidin girtîgehan.”
 
‘TECRÎD NE MIROVÎ YE’
 
Di berdewamê de Saglam, destnîşan kir ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye, ew nikarin vî sûcî qebûl bikin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Heke li girtîgehan geşedaneke ku bibe sedema jiyana girtiyan û xesareke mayînde dê berpirsyarê vê yekê Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Hundir be. Dewlet neçar e van dengan bibihîze. Ji bo vekirina rêya diyalogê divê rayedar bikevin tevgerê. Em dibînin ku li girtîgehan bergirî nayên girtin û bil ez vîrûs berbelav dibe. Di vê pêvajoyê de ketine greva birçîbûnê weke mirinê ye. İ girtîgeha her cure sînordarkirin heye. Min vê bi çavên xwe dîtiye.”
 
‘EM DÎWAREK BI GOŞ BIHONÎNIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Saglam bal kişand ser xwedî derketine çalakiya greva birçîbûnê û bang kirin: “Divê hemû gelê kurd dengê rêhevalên me bibihîze. Divê em li dora girtîgehan dîwarên bi goşt bihonînin. Em bibin dengê girtiyan. Bi bêdeng mayînê em jiyan û tenduristiya hevalên xwe dikin xetereyê. Ji ber vê divê rojev berxwedana zindanan be. Hêvî dikim ku dewlet jî demeke zûtir van daxwazan qebûl bike. Berxwenda zindana hêvî û vîna me ye. Em ê bibin dengê daxwazin mafdar. Hemû kesên xwedî wijdan divê dengê zindanan bibihîze û li gorî vê tevbigere.”
 
MA / Nacî Kaya 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/01/2021
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan
09:07 Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir
09:07 Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin
09:07 Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin
09:07 Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye
09:07 Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e
09:07 Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin
09:07 Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'AN
19/01/2021
22:48 Dayika Mazlûm Ebdî jiyana xwe ji dest da
20:30 167 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:30 Baş: Hrant remza jiyana hevpar e
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161
20:04 Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da
17:25 Piştî aşûtê agahî ji 6 kolberan nayê girtin
16:22 Danişina doza Oruç taloq kirin
16:19 Li Licê operayona eskerî didome: 8 kes hatin girtin
16:02 Du jinên HDP’yî ku bi sîxûrtiyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan
15:31 Tumuklu: Operasyon û girtin bêhiqûqî ye
15:10 Giliya îşkenceya di bin çavan de kirin
14:56 Îtîraza girtina Melek Îpek hat redkirin
14:55 Kesên li Kerboranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:41 Rojnameger Yilmaz ji parvekirina Efrînê beraet kir
14:11 Encamnameya Konferansa rojnamevanên kurd
13:54 Li gel berf û sarmayê jî akademîsyenan çalakiya xwe berdewam kir
13:39 Îdîaya hemşîrekê dawî li jiyana xwe anî
13:30 SES’ê: Mûrat Alan sûc kiriye
13:15 Akar û Guler çûn Bexdayê
13:03 Ji erka baviksalar pênaseya sûcek nû: Dayiksalartî
12:47 Li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye
12:00 Parêzerê Demîrtaş: Erdogan kirine bersûcên nepen
11:41 Li Serhedê rêya 349 gund û mezrayan hat girtin
10:38 ‘Sedema negirtina daxwaznameya PÎA’yê çiye?’
10:37 Ji bo Selçûk Mizrakli kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:25 Mêrê xwest hevjîna xwe bikuje hat binçavkirin
10:06 Greva birçîbûnê di roja 53'yemîn de dewam dike
09:47 Bi hinceta sînordarkirinan bin pê kirine li 25 hezar kesan ceza hat birîn
09:47 Serokê Partiya Pêşerojê ji tundiya li hevjîna xwe kir hat girtin
09:46 Ji 47 ESP'iyan 5 ESP'î hatin girtin