Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime

  • rojane
  • 15:44 19 Çile 2021
  • |
img

STENBOL - MATUHAY-DER’ê rapora 2 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan a girtîgehan eşkere kir. MATUHAY-DER’ê diyar kir ku li girtîgehan tecrîd di nava tecrîdê de diqewime û pirsgirêkên tenduristî, ragihandin û hîjyenê zêde bûne.

 
Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER), rapora 2 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan a girtîgehên Herêma Marmarayê li avahaiya xwe ya navçeya Fatîha Stenbolê bi civîna çapemeniyê eşkere kir. Rapor ji aliyê Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk ve hat xwendin. 
 
Çelîk, diyar kir ku binpêkirinên mafan û pêkanînên antidemokratik ên li girtîgehan, şertên girtiyan girantir dike û bal kişand ser tecrîda li ser girtîgehan. Çelîk, da zanîn ku li dijî pêkanînên bêhiqûqî girtî bêdeng neman û di 27’ê Mijdara 2020’an çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dan destpêkirin. Çelîk, destnîşan kir ku rewşa girtiyan malbatan dixe nava fikaran. 
 
Rapora binpêkirinên mafan ên di raporê de xal bi xal cih digirin wiha hatin rêzkirin:
 
“*Bi pêvajoya pandemiyê re mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin. Bi taybetî tedawiya girtiyên nexweş hat taloqkirin û li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyên nexweş Sitki Bektaş û Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest dan. Rewşa girtiyên astengdar Engîn Aktaş û Serdal Yildirim ên li Metrîsê mirov dikare weke ceza di nava ceza de bîne ziman.
 
* Dîsa bi destpêka grevên birçîbûnê bi ser qawişên Girtîgehên Kandira û Gebze de girtin û dest danîn ser nîşe, pirtûk, radyo û tiştên taybet ên girtiyan. Serdegirtin jî bê maske hatin kirin.
 
* Ji holê rakirina faliyetên civakî tecrîd û îzolasyonê kûrtir dike. Ev yek jî ji bo girtiyan dibe pêkanîna girtîgehan di nava girtîgehê de.
 
* Girtiyên ku cezayê xwe xelas kirine nayên berdan. Li Girtîgeha Duzceyê li gel cezayê Yakûp Veda û Fîkret Karakoç xelas bûne jî nayên berdan.
 
* Di vê pêvajoya dawî de li hin girtîgehan dezenfekte nayê kirin û ev jî jiyana girtiyan dixe xetereyê.
 
*Li hinek girtîgehan qawişan dikin qawişên karantînayê. Qawişên girtîgehan bêhewa, bêhijyen û di bin rîska nexweşiyê de ne.
 
* Li hin girtîgehan pênexistina kalorîferan û li hin girtîgehan jî pêxistina kêm ya kalorîferan dibe sedemê nexweşiya wan.
 
* Serdegirtina gardiyanan a bêbergirî, girtiyan bi xetereya şewbê re rûbirû dihêle.
 
* Tiştên ji girtiyan re tên şandin bi hinceta pandemiyê bi rojan nadin wan, ev jî dibe sedema binpêkirina mafan.
 
* Gardiyan di jimartina rojane de li gor mesafeya fîzîkî tevnagerin û maskeyan nadin ber devê xwe, ev yek jî dibe sedema belavbûna nexweşiya Kovîd-19’ê.
 
PIRSGIRÊKA HÎJYENÊ
 
* Li hin girtîgehan malzemeyê hîjyenê nayê dayîn li hinekan jî kêm tê dayîn.
 
* Li hinek girtîgehan dezenfekte bêpere tê kirin, li hin girtîgehan jî malzemeyên bêpere tên belavkirin kêm tên dayîn.
 
*Ji ber malzemeyên paqijiyê yên li kantînan tên kirîn biha ne, girtî nikarin bikirin û vê yekê ji malbatên xwe re radigihînin.
 
MAFÊ RAGIHANDINÊ
 
* Li hin girtîgehan di hevdîtina telefonan de lepik û maske nadin girtiyan.
 
*Li hinek girtîgehan maske tê dayîn lê lepik nayê dayîn. Bi sedan mirov heta êvarê telefonan bikartînin ev yek jî ji bo girtiyan dibe rîskek.
 
* Girtiyên rewşa wan a aborî nebaş nikarin derkevin hevdîtina telefonê. Ji mafê faks û nameyê mehrûm dimînin.
 
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ
 
* Li hin girtîgehan girtî ji bo daxwazên revîrê û bijîşk daxwazname ji Miduriyeta Tenduristiyê û Wezareta Tenduristiyê re dişînin lê bersiv nagirin. Girtî biçin revîrê jî dermanan nadin wan, dermanên di raporên wan de nagirin, tahlîlên wan nayên kirin, di demê xwe de dermanên wan nayên dayîn. Ev yek jî bandoreke nebaş li tenduristiya wan dike.
 
* Dema bijîşk nexweşan sewqî nexweşxaneyê dikin an dereng dibin an jî qet nabin.
 
* Ji ber ku li gelek girtîgehan xizmeta unîteya dirana û bijîşkên diranan tune ye, tedawiya girtiyan bi dermanên antibiyotik û janê birînê tê kirin û sewqên wan yên nexweşxaneyan nayên kirin, gilî zêde dibin.
 
* Girtiyên nexweşên giran ên sewqî nexweşxaneyan tên kirin ji wan re dibêjin ‘cihê wan li nexweşxaneyê’ nîne û careke din dibin girtîgehê. Paşvebirina girtiyên nexweş bandoreke nebaş li tenduristiya wan dike.
 
* Girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, bi hinceta pandemiyê nabin nexweşxaneyê û ev yek jî rewşa wan xerabtir dike.
 
* Hejmara girtiyan a zêde ya bi birina rîngê rîska belavkirina şewbê zêde dike. Ji ber ku nexweşxaneyên girtiyan dibinê ji girtîgehan dûr in xetereya nexweşiyan zêdetir dike."
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR 
 
Çelîk, diyar kir ku li girtîgehan tecrîd di nava tecrîdê de tê qewimandin û wiha got: “Kûrkirina polîtîkayên tecrîdê di serî de mafê jiyanê yê girtiyan dibe sedema gelek binpêkirinên mafan. Divê raya giştî guh bide çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan dane destpêkirin. Ji bo ku weke di çalakiyên greva birçîbûnê yên berê de tu êş neyên qewimandin divê rayedar di nava lêgerîna çareseriyê de bin. Ev yek jî bi hestiyariya civakî pêkan e. Em bang li hemû civakê dikin ku li deng û daxwaza girtiyan xwedî derkeve. Tişta ku girtiya bide jiyankirin piştevanî ye."
 

Sernavên din

22/01/2021
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê kete roja 57’an
09:10 Gergerlîoglû: Hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tu tişt naqewimin tevdigerin
09:09 Onder: Tirkiye veguheriye pergala monarşiyê
09:08 Gumuştaş: Êrîşên li ser partiya me ne tesadufî ne
09:08 Divê kesên di warê nexweşînê de hesas, bên derzîkirin
09:07 Li Wanê bajarîbûna çelexwarî
09:07 ‘Projeya rektorê qeyûm feraseta dîktayê ye'
09:05 Surucu: Em bi tovên xwe çandiniya xwe bikim
09:04 Esnafên Enqereyê: Em bi deynan deynê xwe didin
09:04 Herî zêde li Mêrsînê xizmetkarên tenduristiyê mirin
09:03 Esnafên Şirnexê: Berpisiyarê têkçûna aboriyê dewlet e
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2021'AN
08:46 Li şûna girtî berdin, îşkence kirin
21/01/2021
20:36 159 kesên din jî mirin û 6 hezar û 289 kesên din jî pê ketin
16:30 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:51 Hediya Yûsif: Sîstema kapîtalîst projeyên alternatîf dike hedef
15:46 Serdanên heyeta KCD, DBP û HDP’ê yên yekitiyê didomin
15:36 Doza tecawizê ya li GGM’ê ji bo mutaleyê hat taloqkirin
15:29 Girseyê bi strana 'Ozgurluk mahkumlari' polîs şermezar kirin
15:02 NLPMJS: Komên çekdar li Efrînê zêdeyî 149 jin revandin
14:53 Başaran: Bi tecrîdê şer gur dikin û kurdan tune dihesibînin
14:42 Ji tenduristvanan şermezarkirina bi çepik
14:42 Polisan mudaxaleyî çalakiya ji bo tecrîd û greva birçîbûnê kir
14:41 Akademîsyenan bertek nîşanî rektorê qeyûm da: Şerma gerdûnî ye
13:44 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Amedê da
13:35 Tûran sitendina heqê zêde ya ji nexweşan ji Koca pirsî
13:21 Di êrişên li Bexdayê de 13 kes mirin û 28 kes birîndar bûn
13:03 AYM’ê derbarê Berberoglû de cara duyem biryara binpêkirinê da
13:03 Wezîrê Edaletê bi awayekî sergirtî bersiv da Soylû
12:50 27 hezar û 493 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû maye
12:23 Temel: Polîtîkaya tecrîdê dê bi têkoşîna topyekun bişkê
11:37 10 cezayê girtîgehê li rojnameger Bûlût hat birîn
11:18 Çalakiya grevên birçîbûnê koma 12’emîn dewr girt
11:16 Hesaba ji bo nexweşên SMA’yê hat vekirin bankeyê bloke kir
11:13 Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat
10:44 Jinên ciwan: Bi vekirina Zanîngehên Jinan dê tecawizê rewa bikin
10:12 Di doza gilîker de bû bersûc
09:23 Ji ber daliqandina wêneyên jinên kuştî ceza hat birîn
09:23 Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan
09:22 Stûna xweparastinê civakîbûn e
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne
09:19 Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
09:18 'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'
09:17 Ew, xurdefiroşê Rihayê ye
09:17 Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN
20/01/2021
21:07 Îro 159 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Biden sond xwar
16:45 Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar
16:26 Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt
15:47 4 kes hatin binçavkirin
15:46 ‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
15:33 Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin
15:13 Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
14:43 Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin
14:19 Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan
09:07 Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir
09:07 Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin
09:07 Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin
09:07 Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye
09:07 Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e
09:07 Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin
09:07 Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'AN
19/01/2021
22:48 Dayika Mazlûm Ebdî jiyana xwe ji dest da
20:30 167 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:30 Baş: Hrant remza jiyana hevpar e
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin