Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin

  • rojane
  • 09:10 19 Çile 2021
  • |
img

AMED - Dayikên Aştiyê yên ji bo ku tu dayikên din weke wan êşa zarokên xwe nekişînin têkoşîna xwe didomînin û hewara xwe ya “Bila girtin, binçavkirin û mirin çênebin. Êdî Bes e. Tenê em aştiyê dixwazin” dewam dikin.

Raya giştî, cara ewil dema xwestin qîrîniya zarokên xwe yên li Girtîgeha Amedê, di 12'ê Îlona 1982'yan dihat îşkencekirin, bidin bihîstin ew nas kirin. Pişt re bi israra girtina hestiyên zarokên xwe yên ji ber pirsgirêka gelê kurd jiyana xwe ji dest da bûn, ketin rojevê. Di dema vê israrê de hatin copkirin, binçavkirin û girtin. Hinek ji wan hêj hestiyên zarokê xwe negirtin, di girtîgehê de, hinekan jî nikarîn barê giran ê jiyanê zêdetir rake û jiyana xwe ji dest dan.
 
Qerîna ku li pêş Girtîgeha Amedê dest pê kir, di sala 1996’an de bi avakirina Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê bi goşt û hestî bû. Ew dengê ku wê demê dest pê kir û di roja me de, di guh û mejiyê me de olan dide berdewam dike û di “pêvajoya çareseriyê” de bersiv girt û bi dayikên eskeran re hevdîtin kirin û xwestin êşên xwe hevpar bikin. Lê piştî pêvajo hat qedandin, dayikên eskeran bêdeng bûn, lê Dayikên Aştiyê ragihandina qêrînên xwe yên ji guhên ker re domandin. Her ku dengê çek û teqînan li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Heremên Parastina Medyayê yên Herema Federal a Kurdistanê bilind dibûn hejmara dayikan jî zêde dibûn.
 
LAÇIK SPIYÊN RAYA GIŞTÎ
 
Herî dawî ji bo zarokên xwe yên di sala 2018’an de ku li dijî  tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ketin greva birçîbûnê, li pêş girtîgehan hatin copkirin û ber bi wijdanê rayagiştî ketin. Hêj salek û nîv di ser çalakiyan de derbasnebûn zarok û xizmên wan ên di girtîgehan de careke din li dijî tecrîdê ketin çalakiya greva birçîbûnê û niha jî bi vê yekê di rojevê de ne.
 
HESRET Û ZILM
 
Nazmiye Yurek a 60 salî ku şahidiniya sirgun, serdegirtinên malan û şewitandina gundan kiriye, yek ji wan e ku bi salane tirsa girtîgehan re rûbirû dimîne. Ji kurên Yurekê Kenan 22 sal û Ertan jî 9 sal in di girtîgehê de ye. Yurek a piştî şewitandina gundê wan ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê bi malbata xwe re mecbûr dimînin ku koçî navenda Amedê bikin wiha got: “Em bi zilma dewletê re rûbirû man û hemû xanî şewitandin. Em jî mecbûr man ku koçî navendê bikin. Careke din jî em neçûn gund. Ne yek ne du çend xizmên min bi vê zilmê re rûbirû man, êdî nikarim di hişê xwe de bigirim.”
 
Yurek, ku piştî kurên wê sewqî girtîgehên Tirkiyeyê yên cuda tên kirin bajar bi bajar digere, hem ji ber nexweşiya xwe ya fitika stû hem jî ji ber pandemiyê mecbûr ma navber bide seredanên xwe. Yurek, diyar kir ku piştî kurê 7 salan li derve ma hat girtin û wiha axivî: “Dema hatin ku lawê min bigirin keça min jî girtin. Her carê heman zext û tundî li me dihat kirin. Pişt re 37 sal cezayê girtîgehê dan kurê min. Ewil li Amedê bû, pişt re sirgunî Sêrt, Kirikkale û çend cihên din kirin. Niha jî di Girtîgeha Kandirayê de ye. Li wir qeyrana dil derbas kir. 22 sal in di girtîgehê de ye û nexweşiyên wî hene. Di rojê de du heban vedixwe, heke ne vexwe piştxuz dibe. Mafên mirovan ên ku di qada navnetewî de hatine qebûlkirin hene. Çima bernadin?”
 
JIYANEKE DI RÊKÊN SIRGUNÊ DE 
 
Yurek, da zanîn ku piştî salan kurê wê yê din jî hat girtin û wiha berdewam kir: “Ew jî gelek caran hat sirgun kirin niha li Kayseriyê ye. Kurê min ê herî biçûk jî hat girtin. Ew jî 6 sala di girtîgehê de ma. Me ewqas zilm dît ku salekê jî vebêjim xelas nabe. 7 caran deriyê me şikandin. Ez bûm şahidê ketina girtîgehê ya 6 kesan. Tu sedem jî li holê tune bûn. Serokkomar ji gelê kurd çi dixwaze? Heta ku em sax bin em ê di nav têkoşînê de cih bigirin. Em dixwazin ku welatê me ji vê zilmê xelas bibe.”
 
NE ALIYÊ MIRINÊ ALIYÊ AŞITIYÊ
 
Yek ji wan kesên ku ji gundên Licê mecbûr man koç bikin jî Rahîme Çelîk a 55 salî ye. Çelîk, diyar kir ku ji ber gilîkirinê gelek caran eskeran di ser mala wan de girtine û wiha got: “Gelek caran eskeran tundî jî li me dikir. Jiyaneke gelek zor û zehmet bû. Zarokên min biçûk bûn her tim di ser malê de digiritin û bavê wan dibirin.” Çelîk, da zanîn ku zarokekî xwe li şerê dijî DAÎŞ’ê yê li Kobanê de winda kiriye û got ku her tim gora zarokê xwe ziyaret dike. Çelîk, destnîşan kir ku wê dest ji têkoşînê bernedin û wiha axivî: “Dilê me wisa diêşe ku her kêliyê zarokên xwe hîs dikin. Xwedê kir ku me cenazeyên xwe girtin. Wê demê didan. Hinek dayik dema me dibînin xemginiya xwe tînin ziman ji ber ku goreke zarokên wan jî nînin. Êdî dayik çi bêjin; gorekê jî ji wan re gelek dibînin. Em ji xeynî aştiyê tiştekî din naxwazin. Em ne alîgirê mirinê ne.”
 
YÊN KU DIMIRIN DEMA KURD BIN…
 
Gulistan Erek a 63 salî jî 23 salên xwe dane têkoşîna aştiyê. Erek, diyar kir ku li gel êş û zilmê jî bi israra xwe ya aştiyê venebûne û da zanîn ku lawê wê ku ji bo xebatê çûbû Kirikkaleyê di êrîşeke nijadperest de jiyana xwe ji dest da. Erek, destnîşan kir ku ji ber kurê wê kurd bû hat kuştin û wiha got: “Kujerê wî hat girtin lê cezayekî kêm danê, ji ber ku  kurd bû. Zarokên me an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve an jî ji êrîşên nijadperest ên li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest didin. Her tim ser malên me de digirin û dibêjin hûn ‘terorîst in’. Em ne terorîst in.”
 
ÊDÎ BES E
 
Erek, da zanîn ku ji ber protestokirina qeyûmê di 19’ê Tebaxa 2019’an de tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin, bi serdegirtina malê hat binçavkirin û wiha axivî: “Polîs ji min re dibêje ‘temenê te derbasbûye, çi karê te heye’. Ez tiştekî nebaş nakim. Em dibêjin êdî bes e bila girtin, binçavkirin û mirin çênebin. Em tenê aştiyê dixwazin.”
 
 MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

19/01/2021
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161
20:04 Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da
17:25 Piştî aşûtê agahî ji 6 kolberan nayê girtin
16:22 Danişina doza Oruç taloq kirin
16:19 Li Licê operayona eskerî didome: 8 kes hatin girtin
16:02 Du jinên HDP’yî ku bi sîxûrtiyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan
15:31 Tumuklu: Operasyon û girtin bêhiqûqî ye
15:10 Giliya îşkenceya di bin çavan de kirin
14:56 Îtîraza girtina Melek Îpek hat redkirin
14:55 Kesên li Kerboranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:41 Rojnameger Yilmaz ji parvekirina Efrînê beraet kir
14:11 Encamnameya Konferansa rojnamevanên kurd
13:54 Li gel berf û sarmayê jî akademîsyenan çalakiya xwe berdewam kir
13:39 Îdîaya hemşîrekê dawî li jiyana xwe anî
13:30 SES’ê: Mûrat Alan sûc kiriye
13:15 Akar û Guler çûn Bexdayê
13:03 Ji erka baviksalar pênaseya sûcek nû: Dayiksalartî
12:47 Li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye
12:00 Parêzerê Demîrtaş: Erdogan kirine bersûcên nepen
11:41 Li Serhedê rêya 349 gund û mezrayan hat girtin
10:38 ‘Sedema negirtina daxwaznameya PÎA’yê çiye?’
10:37 Ji bo Selçûk Mizrakli kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:25 Mêrê xwest hevjîna xwe bikuje hat binçavkirin
10:06 Greva birçîbûnê di roja 53'yemîn de dewam dike
09:47 Bi hinceta sînordarkirinan bin pê kirine li 25 hezar kesan ceza hat birîn
09:47 Serokê Partiya Pêşerojê ji tundiya li hevjîna xwe kir hat girtin
09:46 Ji 47 ESP'iyan 5 ESP'î hatin girtin
09:09 28 sal bi ser qetilkirina Karaagar re derbas bûn: Rojname bûbû jiyana wî
09:09 Rojnamevan girtin kar û dixwaze rojnameyan bêdeng bike
09:08 Zexta aboriyê jî li pêla binçavkirin û girtinan zêde bû!
09:08 Kaya: Divê kurd di navbera xwe de dîplomasiyê li pêş bixin
09:01 Di Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de kampanya ‘Perwerdehiya bi kurdî’ dest pê dike
09:01 Dadgehê leşkerên qaçaxî kirine û bertîl xwarine tehliye kir!
09:01 Rojnamegeran qala Hrant Dînk kirin: Ew zimanê heqîqetê bû
09:01 Sever a jê hat xwestin bi pereyan li pêş HDP’ê rûne: Keça min ji ber we çû
09:01 Rojnameger: Em ê li dijî zextan bi berdewamî binivisînin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'AN
17/01/2021
20:07 Li Tirkiyê 165 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:27 Li Şengalê teqîn: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:06 Li Îzmîrê êrişî welatiyên sûriyeyî kirin
15:39 Ji bo herêma Serhedê hişyariya berfê
13:36 Bijîşkekî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da
13:06 ÎHD: Divê ESP’iyên di bin çavan de bên berdan
12:17 Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin
12:04 4 rojnameger 100 roj in girtî ne
11:30 47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê
11:13 Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:27 Greva birçîbûnê di roja 52'yemîn de dewam dike
09:04 Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin
09:03 Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye
09:01 Rojnameger Sarya: Êrîşa li dijî Eyn Îsa negîhişt armanca xwe
09:00 Li Wanê otel tên girtin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:03 Rojnamegerên Kurd Yekîtiya Neteweyî niqaş kirin
16/01/2021
19:59 168 kesên din jî mirin, 7 hezar û 550 kesên din jî pê ketin
16:04 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
15:21 Yuksekdag peyama piştevaniyê ji ESP'ê re şand
15:06 Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû
14:34 Hêj 51 ESP'î di bin çavan de ne
14:16 ÎHD: Girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk serbest berdin
14:08 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Abdullah Canan werin cezakirin
13:36 Ji bo serdana wekîlê AKP’ê mala şînê bi taybetî vekirin
13:27 Girtiyê nexweş ê 76 salî tevî rapora ATK'ê bernedan