Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Abdullah Canan werin cezakirin

  • rojane
  • 14:08 16 Çile 2021
  • |
img

STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 825’emîn a çalakiya xwe de xwestin kujerên Abdullah Canan ê karsaz ku di sala 1996’an de li Geverê hat binçavkirin û pişt re cenazeyê wî hat dîtin pirsîn. 

 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe windayî bipirsin û kujer werin cezakirin di hefteya 825’emîn de çalakiya xwe ya heftane ji ber koronayê bi rêya online li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê xwestin kujerên Abdullah Canan ê karsaz ku di 17’ê çileya 1996’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hat binçavkirin û pişt re cenazeyê wî hat dîtin pirsîn.
  
Daxuyaniya vê hefteyê keça Abdullah Canan, Nûran Canan xwend. Canan diyar kir ku 825 hefte ne ji bo xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatin windakirin dipirsin û got: “Mafê wan jiyanê hat binpêkirin. Lê heta vê kêliyê jî ji berpirsiyar û kujeran hesab nehatiye pirsîn. Ne em digihîjin edaletê û ne jî binpêkirina mafên mirovan tê sekinandin û ne jî Tirkiye vediguhere dewleta hiqûqê.”
  
GEF LÊ HATINE XWARIN
  
Canan anî ziman ku bavê wê dema hat qetilkirin 43 salî bû û ew li Geverê karsazek bû û wiha got: “Li dijî binpêkirina mafên xwe serî li dozgeriyê da. Bavê min bi 7 xizmên xwe re derbarê Fermandarê Tabûra Komandoyên Çiya Mehmet Emîn Yûrdakûl de gilî kirin. Yûrdakûl bavê min û du kesan bangî wan kir ku biçin meqamên wî. Fişarê û gefan li bavê min kiriye ku dest ji gilîkirinê berde.” 
  
BI ÎŞKENCEYÊ HATIYE KUŞTIN
  
Canan da zanîn ku bavê wê di 17’ê çileya 1996’an de ji Geverê derdikeve rê û dixwaze biçe Colemêrgê û wiha got: “Li gorî beyanên şahidan, leşker li ser rêya bejahiyê ya Wanê otomobîla bavê min disekinînin û wî binçav dikin. Bi wesayîtek leşkerî dibin Fermandariya Komando ya Geverê. Malbata me serî li meqamên herêmî û netewî hemûyan xist û xwestin were dîtin. Lê belê binçavkirina bavê min hat înkarkirin. Di 21'ê’sibata 1996’an de cenazeyê Abdullah Canan ê îşkence lê hatiye kirin ji aliyê gundaiyan ve hat dîtin. Abdullah Canan ji nêz ve bi 7 guleyan hatiye kuştin, dest, ling û devê wî girêdayî bûne. Cenazeyî wî danîbûn ber menfezek Qereqola Bajargerha Geverê.” 
 
 BEYANÊN ŞAHID KUŞTINÊ PIŞTRAST KIRIYE 
 
 Canan destnîşan kir ku îfadeyên Kahraman Bîlgîç ê îtîrafkar piştrast kiriye ku Abdullah Cana bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û li gel hemû belge û îfadeyên şahid jî qetilkirinê li ber çavan nehat girtin û esas negirtin. Canan anî ziman ku malbata wan piştî encam ji daraza Tirkiyê wernegirt dozê veguhezandin Dadeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û vê dadgehê Tirkiyê ji ber îşkenceyê mehkûm kir. 
  
‘BILA EDALET WERE TEMÎNIKIRIN’ 
 
Canan destnîşan kir ku kujer û berpirsiyarên windayan diyar in û navê van kesan di dosyeyên dozan de jî hene û got: “Ji bo kujerên Abdullah Canan werin dîtin û darizandin û ji bo edalet pêk were gavan biavêjin û wezîfeya xwe pêk bînin. Çend sal derbas dibe bila bibe ji bo Abdullah Canan û windayan hemû em ê dest ji xwesteka edaletê bernedin. Em ê dest ji mekanê xwe Meydana Galatasarayê ya 126 hefte ne li me hatine qedexekirin bernedin.”
 
‘QATILÊ ME YÛRDAKÛL E’ 
 
Piştî daxuyaniyê hevjîna Canan, Zulehya Canan jî axivî û wiha got: “Ne em ne jî Xwedê zilma li me hatiye kirin qebûl dike. Qatilê me Mehmet Emîn Yûrdakûl e. DMME’yê ji bo doza Abdullah Tirkiyê mehkûm kir. Em ê her bêjin qatîl Mehmet Emîn Yûrdakûl e.”
 
‘TÊKOŞÎNA TERORÊ HÊCET BÛ’
 
Parêzerê malbata Canan, Yaşar Alturk jî derbarê pêvajoya dozê de agahiyan da û di wê serdemê de walîtiyên Colemêrg û Wanê xwestin ser kuştinê bigirin. Alturk anî ziman ku di bin navê “Têkoşîna terorê” de Abdullah Canan û gelek kes hatin kuştin û wiha got: “Serdemek gelek tarî bû. ‘Têkoşîna bi terorê re’ hêcet bû. Me êşa xwe kir dilê xwe. Ez hêvîdarim ji bo ev bûyerên wiha dîsa neqewimin dê îdarî girêdayî hiqûqê bimînin.” 
 

Sernavên din

19/01/2021
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161
20:04 Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da
17:25 Piştî aşûtê agahî ji 6 kolberan nayê girtin
16:22 Danişina doza Oruç taloq kirin
16:19 Li Licê operayona eskerî didome: 8 kes hatin girtin
16:02 Du jinên HDP’yî ku bi sîxûrtiyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan
15:31 Tumuklu: Operasyon û girtin bêhiqûqî ye
15:10 Giliya îşkenceya di bin çavan de kirin
14:56 Îtîraza girtina Melek Îpek hat redkirin
14:55 Kesên li Kerboranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:41 Rojnameger Yilmaz ji parvekirina Efrînê beraet kir
14:11 Encamnameya Konferansa rojnamevanên kurd
13:54 Li gel berf û sarmayê jî akademîsyenan çalakiya xwe berdewam kir
13:39 Îdîaya hemşîrekê dawî li jiyana xwe anî
13:30 SES’ê: Mûrat Alan sûc kiriye
13:15 Akar û Guler çûn Bexdayê
13:03 Ji erka baviksalar pênaseya sûcek nû: Dayiksalartî
12:47 Li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye
12:00 Parêzerê Demîrtaş: Erdogan kirine bersûcên nepen
11:41 Li Serhedê rêya 349 gund û mezrayan hat girtin
10:38 ‘Sedema negirtina daxwaznameya PÎA’yê çiye?’
10:37 Ji bo Selçûk Mizrakli kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:25 Mêrê xwest hevjîna xwe bikuje hat binçavkirin
10:06 Greva birçîbûnê di roja 53'yemîn de dewam dike
09:47 Bi hinceta sînordarkirinan bin pê kirine li 25 hezar kesan ceza hat birîn
09:47 Serokê Partiya Pêşerojê ji tundiya li hevjîna xwe kir hat girtin
09:46 Ji 47 ESP'iyan 5 ESP'î hatin girtin
09:09 28 sal bi ser qetilkirina Karaagar re derbas bûn: Rojname bûbû jiyana wî
09:09 Rojnamevan girtin kar û dixwaze rojnameyan bêdeng bike
09:08 Zexta aboriyê jî li pêla binçavkirin û girtinan zêde bû!
09:08 Kaya: Divê kurd di navbera xwe de dîplomasiyê li pêş bixin
09:01 Di Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de kampanya ‘Perwerdehiya bi kurdî’ dest pê dike
09:01 Dadgehê leşkerên qaçaxî kirine û bertîl xwarine tehliye kir!
09:01 Rojnamegeran qala Hrant Dînk kirin: Ew zimanê heqîqetê bû
09:01 Sever a jê hat xwestin bi pereyan li pêş HDP’ê rûne: Keça min ji ber we çû
09:01 Rojnameger: Em ê li dijî zextan bi berdewamî binivisînin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'AN
17/01/2021
20:07 Li Tirkiyê 165 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:27 Li Şengalê teqîn: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:06 Li Îzmîrê êrişî welatiyên sûriyeyî kirin
15:39 Ji bo herêma Serhedê hişyariya berfê
13:36 Bijîşkekî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da
13:06 ÎHD: Divê ESP’iyên di bin çavan de bên berdan
12:17 Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin
12:04 4 rojnameger 100 roj in girtî ne
11:30 47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê
11:13 Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:27 Greva birçîbûnê di roja 52'yemîn de dewam dike
09:04 Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin
09:03 Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye